logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Di Roja Pirtûkan de rewşa dinyayê, Tirkiyeyê û ya kurdan

  • Dîrok: 23/04/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

23'yê avrêlê "Roja Pirtûkan û Mafê Telîfê ya Dinyayê" ye. Li dinyayê herî zêde kîjan pirtûk têne xwendin? Li nav kurdan çi li pêş e? Em lê binêrin...

UNESCO'YÊ QEBÛL KIR

UNESCO'yê (Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî) di sala 1995'an de biryar girt ku roja 23'yê avrêlê "Roja Pirtûkan û Mafê Telîfê ya Dinyayê" be. William Shakeseare rojek wekî îro miriye. Cervantes jî (hinek qala 22'yê mehê dikin). Loma jî ji bo van her du navdaran 23'yê mehê hatiye hilbijartin.

PAYTEXTA PIRTÛKAN AKRA YE

Her çiqas wekî navê dirêj "Roja Pirtûkan û Mafê Telîfê ya Dinyayê" be, zêdetir bi navê "Roja Pirtûkan" navdar bûye. Ji bo xuya xwendina pirtûkan xurtir bibe her sal ev roj wekî Roja Pirtûkan a Dinyayê tê pîrozkirin. Loma jî UNESCO û dîsa li gelek welatan weşanger bi xwe van rojan pîroz dikin. UNESCO her sal "Paytexta Pirtûkan a Dinyayê" jî hildibijêre. Ji bo sala 2023'yan paytexta welatê Afrîkayê Ganay Akra hatiye hilbijartin. Di nav salê de li Paytexa Pirtûkan çalakî têne li dar xistin; nivîskar, weşanger, karkerên pirtûkxaneyan, endamên saziyên sivîl têne ba hev.

WELATÊ HERÎ ZÊDE PIRTÛKAN DIXWÎNE

Di vê rojê de îstatîstîk jî têne belav kirin. Endeksa Pûanan a Çanda Dinyayê ku navenda wê Îngilistan e li ser xwendin pirtûkan lîste amade kiriye. Li gor lîsteyê welatê ku herî zêde pirtûkan dixwîne Hindistan e. Paşê Tayland tê û di rêza sêyemîn de Çîn heye.

Lêkolîn li ser vê xelatê hatiye sazkirin "Di nav hefteyê de kesek çiqas demê ji bo xwendina pirtûkan vediqetîne?" Li gor vê daneyê li Hindistanê serê kesî di hefteyê de dor 10 saet û 42 deqe pirtûkan dixwîne. Taylandî 9 saet û 24 deqe, çînî jî 8 saetên xwe ji bo xwendinê vediqetînin.

Welatên din bi vî rengî tê: Filipîn 7 saet û 36 deqîqe, Misir 7 saet û 30 deqîqe, Çekya 7 saet û 24 deqîqe, Swêd 7 saet û 6 deqîqe, Fransa 6 saet û 54 deqîqe, Macaristan 6 saet û 48 deqîqe û Erebistana Siûdî jî 6 saet û 48 deqîqe.

Tirkiye ku kurd jî di nav de ne bi giştî 5 saet û 54 deqîqe ji bo xwendinê vediqetînin. Bi vê rêjeyê Tirkiye di rêza 18'an de cih digirin.

KÎJAN PIRTÛK ZÊDE TÊ XWENDIN?

Pirtûkên olî, dîsa pirtûkên îdeolojîk di nav pirtûkên herî zêde têne xwendin de ne. Global English Editing di vî warî de dane belav kirine. Li gor vê, sedî 66'ê xwendevanên dinyayê pirtûkên çapkirî dixwînin. Di nav pirtûkên herî zêde têne xwendin de Încîl û Quran tên. Pirtûka "Ji Serok Mao Gotinên Hilbijartî" di rêza sêyemîn de ye. Pirtûk ji gotinên avakarê Komara Gel a Çînê Mao Zedung hatiye amadekirin û li Çînê populer e, loma jî ketiye rêza sêyemîn.

HIN PRTÛKÊN ZÊDE TÊNE XWENDIN

Klasîkên dinyayê jî li pêş in. Ji van romana Miguel de Cervantes "Don Kişot" li pêş e. Rêzeya "Harry Potter" a JK Rowling ku li dinyayê navdar e ku li ser fîlm jî hatibûn çêkirin di nav pirtûkên herî zêde têne xwendin de ne. Dîsa pirtûka Charles Dickens "Çîroka Du Bajaran", rêzeya pirtûka JRR Tolkien "Efendiyê Gustîlan", "Mîrzayê Biçûk" ê Antoine de Saint-Exupery, "Alis Li Dinyaya Harîkulade ye" ya Lewis Carroll, "10 Reşik ê Biçûk" a Agatha Christie herî zêde têne xwendin.

LI NAV KURDAN

Li nav kurdan rewş zêde ne baş e. Asta xwendina pirtûkan her ku diçe kêmtir dibe. Li gor îstatîstîka ku Cemil Oguz di Diyarnameyê de amade kiriye di sala 2022'yan de li Bakur 377 pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin. Ji van 72 heb helbest in. Dûre roman bi 64 heb, çîrok bi 32 heban tên. Yên din jî cureyên din in. Her çiqas lîsteyên teqez nîn bin jî daneyên sala 2022'yan nîşan didin ku di nav kurdan de herî zêde pirtûkên li ser ziman têne belavkirin.

 

PIRTÛKÊN TIRKÎ YÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

Li Tirkiyeyê bi ser malperên ku pirtûkan difroşin re lîsteya pirtûkên zêde hatine firotin tê amadekirin. Gelek malperên bi vî rengî hene. Ji van, li gor Hepsiburadayê di sala 2022'yan de pirtûka Matt Haig "Gece Yarisi Kutuphanesi" di rêza yekemîn de bû, dûre "Kaplanin Sirtinda" a Zulfu Livaneli dihat. Hem di vir de, hem jî di lîsteyên din de pirtûka Sabahattin Ali "Kurk Mantolu Madonna" cihê xwe girtiye. Ev pirtûka Sabahattin Ali wekî klasîka tirkî her sal di nav lîsteya pirtûkên zêde têne firotin de cih digire.

 

***

Nûçeya Eleqedar:

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê

 

 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 

 

 

***
 

- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname… 
- Malper: 
http://diyarname.com 
- Twitter: 
https://twitter.com/diyarname1 
- Facebook: 
http://facebook.com/diyarname 
- Mail: diyarname@diyarname.com  

   

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Li ser rûyê dinê rojek' li benda temaşekirinê ye

ad

'Orok'ê ku du pirtûk anîne ba hev derket

ad

Fotoyê rojê: Kal û pîr

ad

Ji bo sazkirina hikumetê sosyalîstan û katalanan li hev kir

ad

Zarok MA'yê 2 saliya xwe pîroz kir

ad

Baydemir: Bila rêveberiya herêmî bê sazkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname