Cemil Oguz
Maçên çarîk fînalê yên Kûpaya Cîhanê ji maçên koman bi heyecantir derbas dibin. Duh Brezîlya û Şîlî heta deqeya dawî lîstibûn, paşê 30 deqîqeyên zêdek jî lê nekaribûn bi hev û di penaltiya de serketî (Brezîlya) diyar bûbû. Di maça din a çarîk fînalê de jî Kolombiya û Ûrûgûay hatibûn hemberî hev. Di encama maçeke xweş de Kolombiya bi ser ketibû (2-0). Û îro. Îro Hollanda heta deqeya dawî jî Hollandabûna xwe nîşan da.
Hollanda wekî favorî dest bi maçê kir. Her kes li bendê bû ku Hollanda hinek din bi hêsanî maçê bi dest bixe lê na Meksîka ne ew Meksîka bû ku dê loqmeyeke biçûk be û bê xwarin.
Li gor saeta herêmê saet saet 13.00'an de dest pê kir. Di bin wê kelegerma havînê de lîstikvanan hemû hêza xwe ligel xwêdana xwe kir û ber xwe da. Nîveka yekemîn bi vî awayî dom kir. Hewa germ bû lê maç ne ew qas germ bû û diyar bû ku her du jî li benda nîveka duyemîn in.
Di nîveka duyem, hê di deqîqeya 48'an de li ser navê Meksîkayê Givano Dos Santos derket ser dikê: Ji derveyî xêza ber qeleyê bi lêdaneke xweş gol avêt û tîma xwe 1-0 derxist pêş.
Piştî vê golê Hollanda hinek din ji xewa nîvro şiyar bû. Di deqîqeya 57'an de ji aliyê rastê ve qorner hat bikar anîn, De Vrij li pêş qeleyê lêda, gog pêşî li rûyê qeleparêzê Meksîka Ochoa ket, dûre li dîrekê û bi paş ve vegeriya.
Di deqîqeya 61'an de Sneijder ji derveyî xêza pêş qeleyê şût avêt, pêşî li lîstikvanekî parastvanê Meksikayê ket û gog çû derve. Di deqîqeya 74'an de Robben piştî çend lîstikvan li dû xwe hiştin lê da lê qeleparêz Ochoa ku bi giştî di hemû maçê de gelek serketî bû, nehişt gol çêbibe.
88 û 94 bûn hêvî
Di deqîqeyên ku her diçûn de Meksîka nedikarî tiştek bike, lê carinan bi gogê bi dest xistine dixwest êrîşên bi lez bike lê tu encameke baş bi dest nexist. Dema deqe hat 88'an e Sneijder derket ser dikê. Sneijder ku lîstikvanê Galatasaray e bi vê gola xwe hem bersiva Divano Dos Santos (ew jî lîstikvanê berê yê Galatasaray bû) da, hem hêviya tîma xwe bilind kir ji bo deqîqeyên mayî: 1-1.
Robben!
Û Robben... Robbenê ku bi tena serê xwe tîmekî ye. Robbenê bi qasî 12 kesan dibeze, dilîze, pasan dide, pasan digire, lîstikvanan li dû xwe dihêle... Robbenê ku di vê lîstikenê de hema bibêje bi qasî hemû lîstikvanên Hollandayê dilîst... Robbenê ku hemû hevalên xwe, tîma xwe ji xewê hişyar kir. Belê ev Robben di deqîqe 90+2 de hemû reqîbên xwe li dû xwe hişt, li nava sehaya pêş qeleyê gihîşt xêza dawî, tam di dema dixwest ji wir careke din vegere, belkî pas biavêje, belkî hinek din ber xwe bide û ew bi xwe lê bide, di wê demê de ji aliyê Marquez ve li erdê hat xistin û hakêm bê didulî xala lêdana penaltiyê nîşan da. Li ser navê Hollandayê Huntelaar gog danî, di deqîqe 90+4 de tîma xwe bi 2-1 derxist pêş û porteqala herî tehl da Meksîkayê û ew şand mala wê.
Bi vê encamê Hollanda careke din derbasî çarîk fînalê bûn.
Du notên din: Di Hollandayê de ligel Robben her kes li bendê bû ku Robin Van Persie rola xwe bilîze, lê jê tiştek derneket. Wî jî Robben bi tena serê xwe hişt. Lîstikvan Dirk Kuyt ku di nîveka yekemîn de aliyê çepê sehayê dilîst û deng jê dernediket, dema guherîna lîstikvanan çêbû û ew çû cihê xwe yê her gavî, aliyê rastê lîst xwe nîşan da. Kuyt piştî derbasî wî alî bû kedek baş ji bo maçê da. Nota din jî ji bo qeleparêzê Meksîka ye, her çiqas Meksîka têk çûbe jî Ochoa heta kêliya dawî rola xwe bi serketî lîst.
Kunye:
Hollanda: 2 - Meksika: 1
Stat: Castelao
Hakêm: Pedro Proenca, Bertino Miranda, Jose Trigo (Portekîz)
Hollanda: Jasper Cillessen, Ron Vlaar, Stefan De Vrij, Paul Verhaegh (Dq. 56 Memphis Depay), Daley Blind, Nigel De Jong (Dq. 9 Bruno Martins Indi), Dirk Kuyt, Georginio Wijnaldum, Wesley Sneijder, Arjen Robben, Robin Van Persie (Dq. 76 Klaas Jan Huntelaar)
Meksîka: Guillermo Ochoa, Francisco Rodriguez, Rafael Marquez, Hector Moreno (Dq. 46 Diego Reyes), Paul Aguilar, Miguel Layun, Hector Herrera, Carlos Salcido, Andres Guardado, Giovani Dos Santos (Dq. 61 Javier Aquino), Oribe Peralta (Dq. 75 Javier Hernandez)
Gol: Dq 48 Giovani Dos Santos (Meksîka), Dq. 88 Wesley Sneijder, Dq. 90+4 Klaas Jan Huntelaar (penaltî) (Hollanda)
**
Ji bo hemû agahiyên li ser Kûpaya Cîhanê, hûn dikarin li beşa "Kûpaya Cîhanê 2014" binêrin..


