Cemil Oguz
Di 800 saliya Nasredîn Xoce de li çalakiyên cihêreng ew tê bibîranîn. Yek ji xebatên ku hatiye kirin jî pirtûkek bi navê “Benim Nasrettin Hocam” (Nasredîn Xoceyê Min) e. Pirtûk ji aliyê Sennur Sezer ve hatiye amade kirin. Sezer wisa dibêje; “Ew kesekî muxalîf bû. Divê îro jî çîrokên Nasredîn Xoce bêne nivîsandin.”
Nasredîn Xoce kî bû, bi rastî jî kesekî wisa hebû? Wekî tê gotin di her gotina wî de ecêbiyeke hebû? Ew kesek mûxalîf bû? Ew qas çîrok bi rastî jî ji cem wî derketine?
Bi ser kesekî wisa re 800 sal derbas bûn û niha 12 nivîskaran her yekî çîrokek li ser nivîsî û her yekî Nasredîn Xoceyê xwe nîşan da. Her wiha xêzkar Sefer Selvî jî 12 Nasredîn Xoceyê cihê xêzkir. Pirtûka ku ji aliyê Sennur Sezer ve hatiye amade kirin bi navê “Benim Nasrettin Hocam” ji Weşanên Evrensele derket. Di pirtûkê de Ali Balkiz, Adnan Ozyalçiner, Ahmet Say, Burhan Gunel, Feyza Hepçilingirler, Mustafa Balel, Mehmet Başaran, Muzaffer Îzgu, Orhan Duru, Suzan Samanci, Tarik Dursun K., Tahsin Yucel her yekî bi awayekî Nasredîn Xoce kiriye lehengê çîroka xwe.
Amadekarê pirtûkê Sennur Sezer diyar dike ku fikra projeyê aîdê wê ye û wiha didomîne: “Di 800 saliya Nasredîn Xoce de bi ya min ji bilî pûlên ku hatin amade kirin tişteke ji bo wî nehate kirin. Ji ber ku şiroveyên nû nehatin ev proje derket holê.”
Sezen dibêje “Divê yê her kesî Nasredîn Xoceyekî wî hebe” û wiha berdewam dike. “Di dema xwendekariya xwe de min ji her mamosteyê xwe Nasredin Xoceyeke cihê guhdarî kir. Di nav van de Nasredin Xoceyê oldar hebû, felse
fekar hebû, tesavufkar hebû. Bi ya min ne yek e jî. Tiştên ku gel nekariye bibêje ew ji Nasredîn Xoce re kirine mal. Belê Nasredîn Xoceyekî heye, lê gelo ew qas yên ji hev cihê hene?”
Ew diyar dike ku divê mirov Nasredîn Xoceyî bibîr bine, lê di heman demê de bibîr dixe ku televîzyon bi têra xwe û rast Nasredîn Xoce nîşan nadin.
Li gor Sezer divê mirov êdî bi awayên cihê Nasredîn Xoceyî bibîr bînin, wekî ku xêzkar Sefer Selvî 12 Nasredîn Xoceyên cihêreng xêz kirine.
Di dawiya gotina xwe de Sezer dibêje, “Ez dizanim kurd ji Nasredîn Xoce re dibêjin Meleyê Meşhûr” û wiha dawî li gotina xwe tîne: “Bi ya min kurd jî divê 12 çîrokên cihêreng ên Melayê Meşhûr binivîsin.”
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


