Diyarname
Dengbêja kurd Dengbêj Gazin û stranbêja ermen Aşdiq Leylî du konseran pêşkêş dikin.
Konser di çarçoveya projeya "Normalkirina pêvajoya Tirkiye û Ermenistanê" ku Anadolu Kultur bi rê ve dibe û Yekîtiya Ewropayê piştgirî dide de li dar dikeve. Konsera yekemîn li Girava Axtamarê ya li nav Behra Wanê li dar dikeve. Konser 7'ê mehê roja yekşemê saet 13.00'an de dê li dar bikeve.
Konsera din jî 12'yê mehê roja înê saet 20.30 de wê li Stenbolê li dar bikeve. Konser li Amgiya Mustafa Kemal a Kampusa Maçka ya Zanîngeha Îstanbul Teknîk li dar bikeve.


