logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane

Ber bi dawiya romana “Veger”ê de em dibînin ku xeyalê Leheng Axa –di esasê xwe de xewn û xeyalên nivîskar bi xwe ne.

  • Dîrok: 03/09/2014
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

Şahînê Bekirê Soreklî nivîskarekî hêja ye ku bi çend pirtûkên xwe yên giranbuha kitêbxaneya edebiyata kurdî xemilandiye. Ji çîrokan hetanî romanan berhem afirandine. Dîsa ji zimanên îngilîzî, almanî û erebî roman, helbest û hin gotar wergerandiye zimanê kurdî. Niha jî li welatê “perê dinyayê” Awutralyayê bi cih bûye û li bajarê Sydneyê di dezgeha “SBS Radio”yê de bernameyên kurdî pêşkêş dike. Soreklî bi du romanên xwe di xizmeta wêjeya kurdî de ye: Wendabûn û Veger. Ji ber ku tenê romana wî ya bi navê “Veger” bi dest min ketiye, ez ê hewl bidim ku li ser vê pirtûka wî hin paragrafan lê bikim. 

Roman bi çapa xwe ya yekem di sala 2006’an de li Duhokê ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve hatiye weşandin. Lê mixabin Weşanxaneya “Na” yê ev agahî ji bîr kiriye û di rûpela diduyan de wekî “çapa yekem” 2014/Îzmîr kifş kiriye. Romanivîs di destpêka romanê de sê rûpel ji bo nasîna lehengan, cihên ku bûyer lê qewimîne terxan kiriye û bawerim ev kifşkirin ne pewîst e. Ji ber ku xwîner dema li xwendina romanê germ bû, dê bi hêsanî hem lehengan nas bike û hem jî cihên ku bûyer lê qewimî ne…

Cihên bûyer lê derbas dibe romanivîs wekî “bajarê Tarê/welatê Tarê” bi nav kiriye. Di honaka romanê de Tar di heman demê de navê bajarekî ye ku paytexta welat e.  Ligel bajarê Tarê çend gund bi hinek taybetiyên xwe dibin navenda hin bûyeran. Gundên ku herî navdar ev in: Avdar, Saran û Bêçarê. Ev bajar û gund bi temamî xeyalî ne û her çiqas navê kurd û Kurdistanê di romanê de derbas nebe jî em ji îma û îmajan pê derdixin ku rastiya gund û welatê kurdan û rewşa wan ya civakî ya demekê radixe ber çavan. 

Roman li ser esasê hin merivên ku welatê Tarê terikandine û li dinyayê belav bûne, xwendine û bûne xwedî pîşeyan û li ser daxwaz, plan û pêşengiya Leheng Axa, bi qasî du hefteyan li bajarê xwe yê zaroktiyê Tarê “vedigerin” û li ser rewşa welatê xwe komxebatan pêktînin û dixwazin qedera welatê xwe vegerînin rewşa berê ku wekî “War” dihate nasîn, hatiye hûnandin. Lê hin navên wekî Amerîka, Boston, Almanya, Berlîn, Viyana û Romanya derbas dibin ku hin rewşenbîrên welatê Tarê/kurdan li van deveran xwendine û bûne xwedî kar û dezgeyên girîng, ev cih û warinan di rastiya xwe de hene û dîsa em di hêla cih û warên kurdan de pêrgî xumamiyek tên ku nivîskar bi navên xeyalî wan bi nav dike. Dema behsa cografiyaya welatê Tarê/welatê kurdan tê kirin xeyal li peş e, lê dema ku qala cografiya yên din dibe rastî di meriyetê de ye…

Bûyerên di romanê de li ser du stûnan hatiye rûnandin: Yek jiyana li gundên ku me li jor navên wan rêz kiriye û bi axa, mele û şêxên xwe ve pergalek birêvebirinê heye. Ya din li navenda bajarê Tarê, li derûdora Çayxaneya Aramo li hev kombûna hin rewşenbîran e ku li ser daxwaza leheng Axa ji welatên cur bi cur hatine û hewl didin ku çalakiyek rêzekonferansan li dar bixin…

Vegotina bûyeran ji hêla vebêj-nivîskar ve dest pê dike, lê di herka romanê de em dibînin ku yek ji lehengê romanê “Pîran” bûyeran vedibêje, carinan rêbaza diyalogê derdikeve pêş; wekî di navbera Pîran û Rastîn de, yan jî di navbera Pîran û Lorînê de. Dîsa di dema kombûna rewşenbîran de em bi saya gotar pêşkêşkirinê dengên cihê cihê mirovan jî dibihîsîn: Kadirê Rojperest, Perîşan Pêzan, Bêwar Ramanî, Ronî Kaşanî û hwd. Her yek ji hêlek ve bi şêweyên îronîk û mîzahî pest û pêkutiya desthilatdaran ya li ser merivên welatê Tarê û rewşenbîran tîne ziman. Li dor hêmayên wekî “kevir”, “mix”, “pênûs” û “perên teyran” ku wekî alavên nivîsandinê tên bikaranîn û  wekî sembolên berxwedanê ne, pê re jî qedexekirina van hêmayan ya ji hêla desthilatiya Tarê ve tê ravekirin.

Bûyerên di romanê de bi destpêkirina jiyana rojane ya li gundê Avdarê dest pê dike: Di sehera sibehê de dengê dîkan, zirîna keran, ewte ewta kûçikan û dengê mele Boyar têkelî hev dibin û em pê dihesin ku jiyanek kevneşopî ya rojane li gundê Avdarê dest pê dike. Meleyê gund Boyar gelek ji karê xwe yê yeknesak bi gazin e. Jiyana di navbera mizgeft û malê de bêhntengiyê lê çêdike û wekî çare karê mizgeftê radestî lawê xwe yê mezin dike û carinan ji gund bi dûr dikeve. Ji bilî Avdarê gundekî din jî heye ku navê xwe Saranê ye, ji bîst malî pêk tê û Leheng Axa xwediyê wî ye. Romanivîs taybetiyên Leheng Axa wisa rêz kiriye ku mirov bibêje ax xwezila axayek wekî Leheng Axa xwediyê gundê me jî bûya: Leheng Axa xêr û bêra zeviyan ji nîvî zêdetir li gundiyan belav dike, merivek aştîxwaz e, kîn û rik pêre tune ye, li gund xwedî pirtûkxaneyekê ye, weqfek bi navê “Weqfa Kaşan Begê” ava kiriye û bi saya vê weqfê lêçûnên nexweşan dabîn dike û pê re jî hin zarokên di xwendinê de jîr û zanaye dişîne Awustiryayê bajarê Viyenayê… Û bêyî pirsa “gelo bi rastî di dîrokê de axayê me yê xwedî pirtûkxane hebûn an na?” mirov nikare vê beşê derbas bike. Pirsa “ger  axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane hebûna dê halê me yê îroj ev bûya?” tê bîra mirov. Mixabin ku ev axayê xwedî xisletên pak li hesabê deshilatdarê welatê Tarê nayê û fermana kuştina wî tê dayîn. Û di herka romanê de em dibînin ku dikeve kemîna leşkerên bajarê Tarê û tevî Halo yê rewşenbîr ku ji Viyaneyê ji bo rêzekonferansan  hatibû bajarê Tarê tên kuştin…

Di herka romanê de em dibînin ku stêrka “Çayxaneya Aramo” ku li bajarê Tarê ye diçirûse. Ev çayxane dibe navenda geşedanên girîng. Hin mirovên jîr û zana, rewşenbîrên ku zaroktiya wan li welatê Tarê derbas bûye, bi egerên cihê cihê xwe gihan dine welatên wekî Ewropa û Amerîkayê, piştî xwendina xwe kuta dikin û dibin xwedî erk û payeyên bilind, bi vexwendin û pêşengiya Leheng Axa vedigerin welatê xwe û li bajarê Tarê rêze konferansan derheqê mijarên cur bi cur de pêşkêşî milet dikin. Li vî mekanî çalakiya pêşkêşkirina gotaran balkêş e. Di vir de romanivîs bala me dikişîne ser wê rewşê ku rewşenbîrên zarokatiya xwe li welatê Tarê derbas kirine, piştî demekê li welatên dereke xwendine û bûne xwedî gelek agahiyan, lê li welatê Tarê cihê ku lê bûne mêvan ne ewqas azad in. Ji ber ku her yek li odeyek hatiye ezimandin û qisedana bi hev re an derbaskirina demê ya bi hev re mîna ku qedexe be dixuye. Xala din jî ew e ku romanivîs şêwazeke mîzahî bi kar aniye û rewşenbîrên gotarên xwe pêşkeş dikin wekî xwe bi xwe pesnê xwe didin û xwe jîr û zana derdixin pêş, ravî me dide. Mînaka vê yekê vegotina Pêzan Perîşanî ye ku derheqê “qederê” de qise dike: “Bi kurtî, heger ne ji daxwaza min ya bi îsrar bûya, ez ê yan li gund mabûma û îroj bavê deh-duwazdeh kur û qîzên perîşan bûma, yan jî bûbûma esrarkêşekî, yan tew “oxlanciyekî”, û heye ku îroj mirî, yan girtî bûma. Lê na, min qedera xwe du cara, ji du caran zêdetir bêguman, guhert û bi serbilindî dikarim xwe wek rewşenbîrekî gelê xwe bi nav bikim.” (Rûp. 43). Li vir uslûbek mîzahî bikar aniye û rewş û rola nivîskarên me di awêneya bajarê Tarê de raxistiye ber çavan ku beyî xwendekar an gel wan wekî rewşenbîr bi nav bikin, ew bi xwe dilezînin û rewşenbîriya xwe îlan dikin…

Li gel van geşedanên li bajarê Tarê em dibînin ku li gundên nêzîkî Tarê jî hin pirsgirêk diqewimin. Jiyana axatiyê hêj berdewam e. Hin erd û gund ji Kaşan Begê gihîştiye kurê wî Leheng Axayî. Nakokiyên di navbera gundiyan de dibe sedem ku li gundê Bêçarê ji du malbatên rikeberê hevdu, du mirov bên kuştin û şîn û dengê zêmaran li asîmanê derdorê konê xwe vegire. Û mirovên wekî axa, mele û şêx di nav de bi bandor in vê bûyera xwînî çareser dikin û malbatan li hev tînin. Lê lihevanîna malbatan rayedarên dewletê zivêr dike û li pey vê planek ji bo kuştina Leheng Axa û Mele Boyar çêdikin û di derengiya şevê de li serê riyê kemînê datînin, Leheng Axayî dikujin û vê bûyerê jî vedişêrin û dikin stûyê “Rêxistina Serdarê Tarî.” Divê em li vir vê bibêjin ku Soreklî dema bûyerên welatê Tarê radigihîne me, di nav de qala şerê dewletê û “Rêxistina Serdarê Tarî” dike, em dizanin bêyî nav û dîrokê bide qala kîjan salan û kîjan rêxistinê dike. Ji vir û pê ve tama hingivîn ya ji romanê tê, cihê xwe dide tama hingivê xwê bi ser de hatî reşandin. Ji ber ku tevgera gelê kurd bi navandineke qet mirov napejirîne bi nav kiriye û mîna ku li hemberî hemû şêx, mele û axayan be, daye nasîn. Lê ev jî rastiyek e ku sînorê edebiyatê bi qasî ku em texeyul nakin berfireh e, tenê bi şertê ku rastî neyê veşartin û bûyer neyên berevajî kirin… 

Her çiqasî romanivîs di destpêka romanê de destnîşan dike ku cih û bûyer hemû xeyalî ne jî, mirov di herka romanê de têdigihîje ku “Welatê Tarê” Kurdistan bi xwe ye û pirsgirêkên li gund û bajarên wê tên jiyîn bi hemû dîmenên xwe rastiya welatê me yê wextekê radixe ber çavan: Pergala axatiyê, reva ji welat (penaberî), nakokiyên di nava gundiyan de û pevçûnên wan ku bi kuştinan bi dawî dibe, zilm û zora desthilatiya mêtinger ku mirovan bêçare dihêle, şerê azadiyê, rexistinên tundrew ên olî ku jiyanê li mirovan teng dike, toreya zewicandina keçikan ya bê dilê wan -di kesayetiya Lorînê de dixuye, ku bi serîhildana Lorînê re pêk nayê û paşê bi dilê xwe bi Pîran re dizewice û dibe sedem ku Pîran ji Almanyayê vegere welatê xwe- hemû bi hev ve girêdayî hatiye vegotin ku di rastiya xwe de her yek dikare bibe mijara romaneke xweser…

Ber bi dawiya romana “Veger”ê de em dibînin ku xeyalê Leheng Axa –di esasê xwe de xewn û xeyalên nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî bi xwe ye ku welatekî di dahatûyê de dixwaze bibîne îdealîze kiriye- hêdî hêdî pêk tê. Welatê Tarê bi saya mirovên xwedî vîn, têkoşer û rewşenbîr ji talanbûn û wêranbûnê xelas dibe; zanîngeh lê çêdibe, akademîsyên li ser hawirdorê,  li ser felsefeyê, li ser jin û zarokan agahiyên dorfireh didin niştecihan û bi vê perwerdehiyê ve Tar li navê xwe yê qedîm vedigere, ji nû ve dibe “War,” warê evînê û her der êdî Baxçeyê Ronahiyê ye ku her mirovê bixwaze dikare tîbûna nezanîna xwe ya derheqê her babatê jiyanê de bişkênîne. Lê dema mirov li rastiya halê heyî yê welat vedigere dengê hewar û qêrîna li çiyayê Şengalê û bêdengî û bêwijdaniya dinyaya hevçerx dîmenek mijanî ya bi jan diyarî me dike…

 

firatt_muratt@hotmail.com         

 

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar

- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poşmanî

- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar

 - Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me

- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî 

- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’

- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê

- "Dilya û Zalar" - 2

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz    

  


Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Elçî: Min azadiya xwe ya ramanê bikar anî

ad

Hrant

ad

Ji Enstîtuya Stockholmê 6 pirtûk û çalakiyek

ad

2017: Li Tirkiyeyê albumên herî zêde hatine firotin

ad

Lauren Sanchez kî ye?

ad

Agahiyên cîhana sanal

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname