Diyarname
Romana nivîskar Helîm Yûsiv "Tirsa Bê Diran" li erebî hate wergerandin û weşandin. Romana ku ji aliyê Fewaz Ebdî ve hate wergerandin li Îmaratê ji aliyê Weşanên Noon ve hate weşandin.
Romana nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv a bi navê "Tirsa Bê Diran" di sala 2006'an de yekem car hatibû weşandin û paşê ji aliyê Rahmi Batur ve ji bo tirkî jî hatibû weşandin.
Yûsiv dibêje, "Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji we re bêje li wê çargoşeya di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de. Lêkolînerê ku bixwaze tirsê,ji nêzîkayî nas bike û bizanibe çi ye, bera berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê bûye û lê pîr bûye. Ez li welatekî weha çêbûme ku roj lê bi tirs hiltê, weha jî bi tirseke mezintir diçe ava. Sibehan, xelk bi tirs taştêya xwe dixwin, da ku dest bi jiyana xwe ya rojane bikin. Ji her tiştî ditirsin û diwestin. Em bêyî xwesteka xwe bûn zarokên tirsê..." û di romanê de li ser axa tirsê dide dû tirsê. Tirsê li wir zeft dike, li hember tirsê serî hil dide. Lehengên wî dibin Mûsa, Telîso, dibin Simko, Qado, dibin Şêrîn, Tûtino...
Yûsiv hubrê pênûsa xwe bi ser serhildana Rojava de dike, serhildana tirsê pêktîne û tevî karakterên xwe, tevî dîrokzanê xwe pêşkêşî xwendevan dike.
"Tirsa Bê Diran" piştî "Sobarto" duyemîn romana Yûsiv e. Piştî "Tirsa Bê Diran" Yûsiv romaneke din jî bi navê "Gava ku masî tî dibin" nivîsandibû.
Li gor agahiyên li ber destên me Yûsiv niha li ser romana xwe ya nû dixebite û îhtîmal e romana wî ya nû vê payîzê derkeve.


