Gulê Algunerhan
Di dema avabûna xwe de xwe weke xizmetkarên Kurdan lanse kiribûn. Dema nû dest bi weşana xwe kirin xwestin bi motîfên Kurdî berê Kurdan bidin ekranên xwe. Lê belê ev maskeya wan pir zêde li ber xwe neda. Kurd di demeke kin de dîtin ku ev ne xizmete, berovacî bi zimanê Kurdî neyartiya wan dike. Yên herî zêde êrişî destkeftî û serkeftina gelê Kurd dike û wan weke binketin e nîşan dide ev saziya bêbext e.
Rûreş tv dixwaze çi bike?
Rûdaw, bi navê xwe yê din Rûreş tv ya ku dûrî exlaq û wijdanan 24 seat neyartiya qewmê xwe dike xizmeta kî dike?
Jixwe yekser piştî şoreşa Rojava ev kanal hat vekirin û xwest xwe weke kanaleke Kurdî ku hemû beşên Kurdistanê dihewîne nîşan bide. Lê belê paşê bi awayekî vekirî dev avêt şoreşa Rojava. Ji çeteyên DAIŞ’ê re dibêje ‘çekdar’ lê ji bo şervanên azadiyê ku ji bo parastina axa xwe bi awayekî fedaî li ber xwe didin re jî dibêje ‘çekdar’. Di eslê xwe de di bin navê nûçe û informasyonê de, antî propagandayek bê exlaq û bêbext dimeşîne. Hemû kesên ji bo dijminahiya Kurdan sond xwarine li cem wan in. Dîsa kesên qaşo di bin navê partiyên Kurd de tevdigerin û ji bo Kurdan kevirek jî neavetine li cem wan in. Bi her awayî xûya dike ku ev yek plan û projeya Tirkiyê ye û Rûdaw jî perçeyek ji vê planê ye. Ji bo dezanformasyon û reşkirina tevgera azadiya Kurd 24 saetan bê navber li ser kar e.
Jixwe di demên dawî de germahî û sempatiya wan a ji bo DAIŞ’ê derketibû holê. Di berxwedana Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de jî ji bo berxwedana hêzên hevpar a Kurd weke binketin nîşan bidin ya ji destê wan hat kirin. Dîsa ji 15’ê îlonê ve çeteyên ku li Şengal, Mexmûr, Kerkûk, Cezaa û Rebîa têkçûn vê carê cardin giranî dan Kobanê. Ev zêdetirî 5 roj in li Kobanê şerê man û nemanê tê meşandin. Ji bilî Şervanên YPG’ê û YPJ’ê kal û pîr jî berê xwe dan çeperan, lê belê Rûdaw bi nûçeyên xwe yên bê wijdan weke ku mizgîniyê bide, Kobanê xist destê DAIŞ’ê. Armanc pir vekirî û zelal e. Dixwaze hêvî û berxwedana Kurdan bişkîne. Ku bixwaze berxwedana Kurdan bişkîne wê demê ew tê wê manê, ku dixwaze DAIŞ bi serkeve. Eger ne wisa be çima ewqas bêbextî û antî propagandaya Kurdan dike? Çima berxwedana Kurdan nabîne lê nûçeyên Amerîka, Tirkiye û hêzên din weke nûçeyên lezgîn diweşîne? Yanî mirov dikare heya sibê neyartiya wan a li hemberî Kurdan rêz bike, lê belê maskeya wan ketiye lewma êdî herkes dijminahiya wan dibîne. Yên nebînin, weke wan in. Ji ber ku hertişt zelal, eşkere û vekiriye. Ji ber vê dijminahiya xwe ya hemberî yêkîtî û tifaqa Kurdan wê di dîroka ragihandinê weke çilkek reş û tarî cîhê xwe bigrin. Emrê wê saziya şerê taybet jî zêde ne dirêj e. Ji ber di Tirkî de dibêjin mûma derewînan heya saeta xewê ye. Mûma Rûdawê jî hindik maye vemire…
Gotinek pêşiyan heye dibêje; xwedê meriv şaş neke, şaş kir faş neke, faş jî kir di erdê re kaş neke…
Rûdaw, şaş bû, faş bû û di demek nêz de wê di erdê re kaş bibe…
@GulêAlgunerhan
ji kurdistan24.org


