Sîdar Jîr
Ji dema Plato heta niha têkiliya wêje û bîrdoziyê bûye mijareke sereke a nîqaş û rexneya wêjeyî. Di nava vê nîqaşê de du nêrîn dertên pêşberî me. Yek jê wêjeyê bi bîrdoziyê ve girê dide û ya din jî wêjeyê raste rast bi bîrdoziyê ve dinirxîne.
Li gorî dîtina yekem, wêje bi tu awayî ne dirûvekî bîrdoziyê ye, berovajiya wê yekê wêje panjahra bîrdoziya hişk e.
Lê bêguman ku nivîskarek bixwaze derbarê bîrdoziyekê de binivîse, wekî ku çawa di babeteke din de dinivîse û azad e, di nivîsandina derbarê bîrdoziyekê de jî wisa ye. Di qada wêjeyî de berhemên gelekî giranbiha ku derbarê bîrdoziyan û utopyayê de hatine afirandin hene. Ji nava van berheman, romana Georg Orwell a bi navê “Çewlika Heywanan” hemû desthilatdariyê bi rexneya komunîsteyê, bi awayekî satîrîk ve dinirxine.
Di vir de mesele û handîkapa li pêş nivîskaran ew e ku ji kîjan aliyî ve mêzînê giran bike ji aliyê din ve lawaz dibe. Ya girîng ew e ku di afirandinê de mirov bikaribe wê hevsengiyê pêk bîne û biparêze. Ji ber ku wêje û bîrdozî her çiqasî heta radeyekê bi hev re di têkiliyeke dualî de xuya bikin jî, du tiştên di bingeha xwe de ji hev cihê ne. Ji ber ku armancên bîrdozî û wêjeyê ji hev cuda ne. Ne li pey heman armancê ne. Armanca bîrdoziyê “guherandin” e, lê armanca wêjeyê afirandina berhemên estetîk e, geşkirin û firehkirina asoya me ye.
Jixwe dema ku em bala xwe didin mijara wêje û bîrdoziyê em diçin heta serdema Plato. Nîqaşa wêje û bîrdoziyê ji wê demê ve ye heye. Di ji nû ve avakirian bîrdoziya dewletê de Plato hewl daye ku helbestkaran derveyî dewleta xwe ya îdeal bihêle. Di wir de ya ku Plato xwestiye ne ku bîrdoziyeke helbestkaran nîn e û nikarin tiştê ku Plato dixwaze pêk bînin. Meseleya Plato ew e ku dizane, helbestkar afirandina berhemên wêjeyî di ser gelek tiştan re digirin.
Ji bo wêjeya birdoziye jî ku Terry Eagleton di “Teoriya Wêjeyê” de bi berfirehî li ser sekiniye, dibêje; Gelekî bêwate ye ku em wekî du tiştên cihê ku dikare bi hev re di têkiliyê de bin qala “Wêje û bîrdozî”yê bikin. Wêje bi wateya xwe ya ku em werdigirin bîrdozî ye. Têkiliyeke wêjeyî ya gelekî xurt a bi pirsgirêk û kêşeyên desthilatdariyê re ji nêz ve eleqedar dibe heye. Wekî mînak jî pêşveçûna xebatên wêjeya îngilîzan a piştî ku dêr bandora xwe winda dike nîşan dide. Yanî piştî ku di nîvê serdema Victoriyayê de Dêr wê bandora xwe ya kevneşopî û bi awayê bîrdozî winda dike, xebatên wêjeyî geştir dibe.
Bi vê mînakê Eagleton angaşta xwe ya ku “wêje bi wateya xwe ya ku em werdigirin bîrdozî ye” piştrast dike.
Wekî encam ku em li ser van her du dîtinên ku yek bîrdoziyê xwedî rista guherînê û wêjeyê wekî afirandina berhemên estetîk e, geşkirin û firehkirina asoya me ye dibîne û dîtina din jî dibêje “wêje bi wateya xwe ya ku em werdigirin bîrdozî ye” hûr bibin, em dikarin bi hêsanî vê encamê derxin; Di wêjeyê de çarçoveyeke bîrdozî bêguman girîng e, lê ew ê ne riyek û fikreke gelekî baş be ku mirov berhemên wêjeyî tenê di wê çarçoveyê de hilde dêst.
Di vir de nêzîktêdayîna Marks û Engels jî ku çawa nêzî Balzac ê ku katolîkekî hişk e dibin, ku wî parêzvaniya arostakrasiyê dikir. Yanî rastiya ku berhemên wêjeyî di sînorên bîrdoziya xwe de, di nava xwe de dihewîne, bi venêrîneke dîrokî û civakî wê bihêle ku bîra me ya dîrokî jî xurtir û zindîtir bike. Yanî dema ku berhemeke wêjeyî hat ber dest jî divê bi wî awayî lê were nihêrin. Di hevîrê her berhemekê de havênê bîrdoziyekê kêm zêde heye û bîrdozî jî xwedî hêlên xwe yên estetîk in. Lewma jî ya girîng divê di dema mêzînê de wêjekar li mêzînê miqate be û bikaribe wê hevsengiyê pêk bîne û biparêze. Ne ku pênûsa xwe bi ser halê hişk ê bîrdoziya xwe de bişkîne û ne jî bîrdoziya xwe ji bo “estetîkê” îlegalîze bike.
Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin
***
Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- WÊJE Û KODÊN CIVAKÊ
- BERPIRSIYARIYA WÊJEKARAN


