AMED
Li Amedê ji ber çalakiyên piştgiriya ji Kobanê re û qedexeya derketina kolanan, îro bi roj tevî ku qedexeya derketina kolanan hat rakirin jî dikan nehatin vekirin.
Hin bankayan jî bi rêya sms’yan ku peyam ji muşteriyên xwe re şandin diyar kirin ku şaxên bankayên wan navber danê xebatên xwe û wê karûbar li ser înternetê bê meşandin.
Li Amedê di bûyerên rû dan, hin şaxên bankayan li aliyê xwepêşandêran ve hatibûn şewitandin.
Her wiha li Amedê dibistan jî ketin betlaneyê. Heta biryareke din dê dibistan jî girtî bin.