BRUKSEL
Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê û fîlozof jî di nav de bi banga bi hezaran kesî, roja 1'ê sermawezê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Li çar aliyên cîhanê komîte hatin avakirin û bi sedan meş hatin organîzekirin.
Ji Parîsê heta Berlînê û Romayê, ji wir jî heta welatên Skandînavya, Latîn Amerîka, Awûstûralya, Pakistan û Hindistanê, li çar aliyên cîhên ji bo 1'ê sermaweza 2014'an Roja Kobanî ya Cîhanê, xebateke berfireh tê meşandin. Nivîskar, rewşenbîr, xwediyên Nobelê, akademîsyen, fîlozof, dîroknas, rojnameger, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parlamenter jî di nav de bi hezaran kesî, ji bo Kobanî banga rabûna ser piyan kir.
BI HEZARAN GAZÎKIR
Di çar rojên destpêkê de 130 navdarên cîhanê mora xwe avêtin binê banga "Li dijî DAIŞ'ê sefeberiya ji bo Kobanî û mirovahiyê", ku bi însiyatîfa Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û "Peace Camping" ve hat organîzekirin. Li gorî Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn ku yek ji piştgirê vê bangê ye, hejmara gazîkiran gihaştiye bi hezaran kesî.
Tevî zanyarê ziman profesor Noam Chomsky, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Peres Esquivel ê ji Arjantînê, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Desmond Tutu yê ji Afrîka Başûr, Serokê Rêxistina Doktorên Cîhanê Michel Rolan gazîkiran destnîşan kir ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, seferberiya di asta global de, girîng e.
Xwediyên bangê dan xuyakirin ku koalîsyon di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi berpirsyariyên xwe ranabe, di serî de Tirkiye gelek endamên koalîsyonê desteka fînansî û leşkerî didin DAIŞ'ê.
Gazîkiran got: "Eger civaka navneteweyî dixwaze demokrasî reh berde nava xaka Rojhilata Navîn, divê piştgirî bide berxwedana kurdan a li Kobanî" û bi gotina, "Dem hatiye ji aktorên global re ev peyama mezin bê dayîn: Polîtîkayeke din pêkan e" bang li her kesî kirin ku di 1'ê sermawezê de dakevin kolanan."
LI ÇAR ALIYÊN CÎHANÊ MEŞ TÊN ORGANÎZEKIRIN
Adem Ûzûn ji bo ANF'ê axivî û diyar kir ku mirovên dîroka cîhanê ya bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê dest pê kir baş dizanin, bi taybetî miqayeseyên dîrokî dikin û hewl didin bi vî rengî Kobanî fêm bikin.
Ûzûn ragihand ku ji bo Kobanî, komkujiyên di salên 1930'î de di dema şerê li dijî faşîzmê de li Spanyayê hatin jiyîn, Srebrenîtsa, Rûanda û Helebçe mînak tên nîşandan û destnîşan kir ku ji ber civaka navneteweyî piştgiriyike aktîf nedane berxwedanan, ev komkujî rû dane.
Ûzûn nêzîkatiya aktorên civakî yên cîhana Rojava bi vî rengî anî ziman: "Li Kobanî û Şengalê li dijî kurdan hewldaneke komkujiyê heye. Divê pêşî li vê bê girtin. Berxwedana li wir şibandin berxwedana li Stalîngradê ya li dijî faşîzma Hîtler û danberhevek kirin. Bi vî rengî xwestin, xebata xwedîderketina li berxwedanê bidin destpêkirin. Ji bo vê jî hin dostan, yekser metnek amade kirin. Di nava çar rojan de ji kesayet û rewşenbîrên ku wekî wijdanê civakê tên dîtin, hat şandin, yekser îmze jî kirin. Di wê baweriyê de bûn, ku xwedîderketina li berxwedana Kobanî di heman demê de xwedîderketina li mirovahî, demokrasî û rûmetê ye."
Adem Ûzûn da zanîn ku bi bihîstina vê bangê re li herêmên cuda yên cîhanê, mirovên xwedî heman nêrînê însiyatîf girtin, bang kirin û meş organîze kirin. Ûzûn ji bo vê yekê jî Hindistan, Japonya, Pakistan, Ekvator, Perû, Arjantîn, Îtalya û Spanya ji bo vê mînak nîşan da.
KOBANÎ BÛ NÎŞANEYA BERXWEDANÊ YA SEDSALA 21'Ê
Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji organîzatoran bi dest xistine, li Hindistanê 6, li Îtalyayê 25, li Almanyayê 18 û li Fransayê jî wê 6 meş bên organîzekirin. Ev meş ji aliyê aktorên civakî yên cîhana rojava ve tên organîzekirin û banga tevlîbûneke girseyî li kurdan hat kirin.
Adem Ûzûn diyar kir ku berxwedana Kobanî wekî nîşaneya berxwedanê ya sedsala 21'ê tê nirxandin û destnîşan kir ku tevgerên aştiyê, berxwedana Kobanî wekî destpêka aştiyê dinirxînin. Ûzûn da xuyakirin ku li hemû meşan wê dowîzek bê hilgirtin ku li aliyekî wê nivîsa "Ji bo Aştiyê Kobanî biparêze" û li aliyê din jî "Piştgiriyê bide berxwedanê" nivîsandî be.
Ûzûn got ku li gel tevgerên aştiyê, çepgir berxwedana Kobanî weke têkoşîna li dijî faşîzmê, partiyên siyasî wekî têkoşîna demokrasiyê, rewşenbîr û nivîskar wekî têkoşîneke exlaqî-rûmetî dibînin û got: "Her kes di kesayetiya Kobanî de li hev dicivin. Kobanî dibe nîşaneya demokrasî, berxwedan û aştiyê ya mirovahiyê ya sedsala 21'ê."
NÊZÎKATIYA LI PKK'Ê WÊ BIGUHERE!
Ûzûn destnîşan kir ku Kobanî "hevsengî jî guherand" û got, "Kobanî her wiha bû miqnatîzek ku hemû derdora ber bi xwe ve dikişîne. Mîna forûmeke ku hêzên cuda di bin sîwanekê de dicivîne." Ûzûn diyar kir ku ne tenê çepgir, hawirdorparêz, mihafezekar, dêr, saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî jî bûn hevparê vê bangê.
Ûzûn da xuyakirin ku gelên kevin ên Rojhilata Navîn ereb, ermen, asûr û fars jî piştgirî didin û got: "Em kurd jî heta ji destê me bê em ê piştgirî bidin. Bi rêya komîteyên piştevaniyê û komîteyên rêxistinbûyînê, em bang li gelê xwe dikin ku tevlî meşan bibe."
Ûzûn destnîşan kir ku ev seferberiya global wê bibe sedema ku nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li PKK'ê jî biguhere.