ENQERE
Hevserok û hevberdevkên KCD, HDP, DBP û HDK’ê daxuyaniyeke hevpar li ser çalakiyên 1’ê sermawezê Roja Kobanî ya Cîhanê weşandin û gotin: “Kobanî li tevahiya cîhanê li dijî wehşet û êrîşkariya DAIŞ’ê bûye sembol. Mezinkirina piştgirî û piştevaniya ji bo Kobanî wê ji bo pêşîlêgirtin û şûndevegerandina DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê hest û fikrek hevpar bi xwe re bîne.”
Di daxuyaniya bi îmzeyên Hevserokên HDP-KCD-DBP û Hevberdevkên HDK’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hatîp Dîcle, Selma Irmak, Kamuran Yuksel, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu de wiha hate gotin: “Wekî li welatên din ên cîhanê, li Tirkiyeyê jî li şûna hikumet qedexe bike yan jî mudaxele bike bila rêzdarî nîşanî mafê demokratîk ên gel bide. Em dixwazin hikumet di çarçoveya qanûnan de bi awayekî pejinkar tevbigere û derfet bide ku çalakî di çarçoveyeke demokratîk de pêk bên.”
Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: “1’ê sermawezê wekî Roja Kobanî ya Cîhanê hate îlankirin. Li gelek welatan bi mîlyonan mirov wê li gelek welatên cîhanê bi çalakiyan li dijî wehşeta DAIŞ’ê piştgirî bidin Kobanî. Ji Almanya heta Îtalya, ji Hindistanê heta Ekvador, ji Spanya heta DYA’yê li hemû welatên cîhanê li sedan bajaran çalakiyên bi armanca xwedîderketin, piştevanî û piştgiriya ji bo Kobanî bêne lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi banga tevî xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, gelek akademîsyen, rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl 1’ê sermawezê wekî “Roja Kobanî ya Cîhanê” hatiye îlankirin.
Hate diyarkirin: “Wê çalakiyên di çarçoveya mafên demokratîk, piştevanî, ji tundiyê dûr, aştîxwaz, daxuyaniyên çapemeniyê, civîn û meşan de, li dijî barbarî û hovîtiya DAIŞ’ê bi yekdengî û di asta global de bên lidarxistin. Wê gelên me jî di çarçoveya van çalakiyên global ên li seranserên welatên cîhanê çalakiyên piştevaniyê li dar bixin û her wiha wê di çarçoveya mafên xwepêşandanên demokratîk û aştiyan de ji Tirkiyeyê peyamekê bişînin û deng bidin dengê bilind ê Kobanî."
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî li welatên din ên cîhanê, li Tirkiyeyê jî li şûna hikumet qedexe bike yan jî mudaxele bike bila rêzdarî nîşanî mafê demokratîk ên gel bide. Em dixwazin hikumet di çarçoveya qanûnan de bi awayekî hestiyar tevbigere û derfet bide ku çalakî di çarçoveyeke demokratîk de pêk bên. Kobanî li tevahiya cîhanê li dijî wehşet û êrîşkariya DAIŞ’ê bûye sembol. Mezinkirina piştgirî û piştevaniya ji bo Kobanê wê ji bo pêşîlêgirtin û şûndevegerandina DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê hest û fikrerek hevpar bi xwe re bîne. Em bawer dikin ku wê yên ku li Kobanî li ber xwe didin û yên ku destekê didin vê berxwedanê qezenc bikin.”


