logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

'Bedirxan' careke din derket

Romana nivîskar Îlhamî Sîdar "Bedirxan/Efsaneyeke Cudî" bi çapa xwe ya sêyemîn li ber destê xwendevanan e.

  • Dîrok: 06/11/2014
  • Beş: Berhem

Diyarname

Romana nivîskar Îlhamî Sîdar "Bedirxan/Efsaneyeke Cudî" bi çapa xwe ya sêyemîn li ber destê xwendevanan e.

Bedirxanî di nav dîroka kurdan de xwedî ciheke girîng e. Mîr Bedirxan yek ji wan kesan e ku dîroka Bedirxaniyan hema bibêje bi wî dest pê dike. Serhildana Bedirxan jî di nav dîrok û serhildanên kurdan de ciheke girîng digire. Ev serhildan ji bo nivîskar Îlhamî Sîdar bûbû mijara romanê. Sîdar berî ku dest bi nivîsîna bi kurdî bike nivîs û pirtûkênr xwe bi tirkî dinivîsand. Wî ev roman jî bi tirkî bi navê "Bedirhan/Bir Cudi Efsanesi" (Bedirxan/Efsaneyeke Cud) nivîsandibû û roman ji Weşanên Aram derketibû. Îlhamî Sîdar paşê jî ji nav dîroka kurdan mijarên girîng kirin roman lê romana herî bal kişand dîsa ev Bedirxan bû. Niha roman bi çapa xwe ya 3'yemîn li ber destên xwendevanan e ku çapa wê ya nû ji Weşanên Îthakî derketiye. Pirtûkên Sîdar ji niha û pêde wê ji Weşanên Îthakî derên.

 

Îlhamî Sîdar di vê romana xwe de digel dimenên siyasî, çandî û civakî ya kurdan ya sedsala 19’emîn di nav trajediya demê de cih dide evîneke dilsoj ya di nav xortekî kurd û keçeke keldanî de jî.

Mîr Bedirxan gava biryar dide Kurdistaneke serbixwe ava bike û bi vê mebestê dikeve tevgerê, hemû dewletên cihanê ji bo bibine asteng sixûrê xwe dişînin xaka Kurdistanê û dest bi têwerdanê dikin, ta ku gelên bi hezar salan in bi hev re dijîn dikevin qirika hev, kurdên misliman û êzîdî û keldanî giş pev dikevin û dawiyê bi hezar dek û dolabên dewletên mêtinger ên wek îngilîz û fransizan û bi xiyaneta xayînan serhildana Mîr Bedirxan têk diçe. Di encamê de ne tenê xeyala Kurdistana serbixwe têk diçe, her wiha hêvî û xeyalên gelan ên ku bi hezar salan in di nav aştî û aramiyekê de nav hev de dijîn jî têk diçe.

Romana Bedirxan wê serhildanê û rewşa wê demê careke din radixe ber xwendevanan. Heta niha bi bi tirkî du pirtûkên helbestan (Sozlerin Yalazında, Alişkin Huzunler) û çar romanên (Bir Cudi Söylencesi, Melekler de Olur, Dagli, Başka Gokyuzu) Sîdar derketine. Her wiha du heb jî romanên wî yên bi kurdî (Tehma Xweliyê, Jan) derketine. Herî dawî pirtûka Sîdar bi navê “Sadakat” bi tirkî derket.

Niha romaneke din a Sîdar ya bi kurdî li ber çapê ye ku mijara wê jî li ser Melayê Cizîrî ye.

- Bedirxan/Bir Cudi Soylencesi - Îlhamî Sîdar / 405 rûpel / Weşanxaneya İthakî / Stenbol


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hilberîn çênebe wê xela rabe!

ad

Rêveberiya nû ya ÎHD'a Amedê hat hilbijartin

ad

Ji Ar-Da Janxwar sê helbest

ad

Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê

ad

Xebatkarên Roj TV'yê li ber deriyê KE û PE çalakî li darxistin

ad

Romanek nû ‘Methiyeyek Bo Şeytan’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname