Got: Ez dixwazim bi te re razêm.
Şaş bû. Wekî ku bêje ‘Çi?’ lê nêrî. Belê şaş fêm nekiribû, dixwest tenê ji bo carekê pêre razê. Ew qas. Ev gotin...
Keçikek por dirêj, çav biken, dilnazik; dema hat ber zilam, pêşî pirsî;
- Bejna te çend e?
- Li dor 1.82’yan.
- Tu biaqil î?
- Herhal ji hinan zêdetir im.
- Devê te bêhn dide?
- Qet bêhn nade, tiştek min a wisa nîn e.
- Tu qet nexweş neketî?
- ... (Serê xwe di wateya 'na' de dihejîne)
- Wê çaxê tu mikemel î... Gelo wisa ye?
- Ev pirs kêmîneke?
- Na, ne wisa.
- Ê...
- Ez van dipirsim, ji ber ku ez dixwazim tu min bi heml bikî.
- Bes e, temam (Û zilam dixwaze biçe).
- Bise, ji kerema xwe re bise.
Bi vê gotinê re jinik baz dide diçe, gavek paşê mêrê wê pêreye, û tê:
- Ev mêrê min Michael, ew jî nabêje na. Sê sal in, em dixwazin zarokek me çêbibe, lê nabe. Michael dema zarok bû nexweşiyeke derbas kiriye loma. Pêdiviya me bi bavekî biyolojîk heye. Em dikarin ji vê navçeyê jî yekî bibînin, lê bê bihîstin dê baş nebe. Lê tu, lê tu tenê ji bo carinan posteyê bînî tuyê werî.
Dema min ev sehne temaşe ez şaş bûm, min nezanî çi bibêjim û ev sehne min çend caran temaşe kir, her carê careke din min şaşwaz dikir. Ji bo vê sehneyê ez çûm, min fîlm kirî.
Di fîlmê “The Postmen (Postager / Nameger)” de bû ev sehne, bûyer di sala 2013’yan de derbas dibe. Bêşik fîlm di heman demê propagandayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike, lê ew aliyê fîlm ne mijara me ye.
Bifikirin, jineke, ji mêrê xwe hez dike, pir hez dike, mêr jî bi vî awayî, lê ji wan re zarok nabe, ji bo zarokek wan çêbibe, bi kesekî re mecbûr e razê û wî kesî hildibijêre.
Çawa jineke dikare bi kesekî din re ji bo vê yekê razê?
Hestên çawa ne?
Ji bo bibe dayik hemû tiştî dide ber çavên xwe?
Û mêr, mêrekî çawa ye ku destûrê dide jina xwe ku bi biyaniyekî re razê?
Hestên mêr xurt in an ên jinê?
Di dema biryareke wisa de mêrî zêde zor kişandiye gelo yan jinê?
Gelo çawa jinê dixwest bibe dê, mêr jî bi heman hestan dixwest bibe bav?
Hestên kîjanê xurtir bûn?
Û gelek pirsên bi vî rengî di serê min re derbas bûn...
Bifikirin, zilam dê jina ku her şev pêre radizê, tîna hev li hev belav kiribûn, dê di wê şevê de bibîne ku jina wî ji nav cihê wî derket, derî vekir, xwe bera derve da, bayekî hênik li porê jinê da, ew bayê hênik hat xwe li laşê zilam jî xist, tevzik li laş ketin, hejiya...
Û zilam xeyal kir, gaveke din jina wî di hembêza yekî din de...
Tam di wê demê de gelo ji wan yek poşman bû?
Mêr got, “Xwezî me wisa nekira?”, jin poşman bû “ku çawa ez di hembêza yekî din de me?”
Ev xeyal hebin jî nebin jî biryar hatiye dayîn û dê pêk bê.
Postager di bin ronahiya mûmê (findê) de li nameyan dinêre, bi çîziniyeke biçûk derî vedibe, jinik dikeve hûndir.
Berdewama wê êdî ne hewceye ez bêjim.
Sehneyeke gelek dijwar.
Fîlm di sala 1998’an de li Tirkiyeyê ket vîzyonê. Hema bêje 4-5 sal in ez dixwazim nivîseke wisa li ser vê sehneyê binivîsim.
Bêşik ez dizanim min nikarî giraniya wê sehneyê bînim ziman, bi min wisa tê. Lê min her dixwest nivîseke wisa binivîsim.
Piştî ku Diyarname vebû, her hefte min xwest binivîsim, lê her carê tişteke din, pirsgirêkek din hat ev quncik dagir kir. Vê hefteyê min nexwest tiştek dagir bike û min nivîs avêt vir.
Hin sahneyên bi vî rengî hene di hin fîlman de û gelek tesîr li min kirine.
Bi dûstûra we carinan ezê bihêlim ku sehneyên wisa bila vê quncikê dagir bikin.
Kunye:
The Postman
Cure. Bîlîm Kurgu/Macera/Dram
Derhêner: Kevin Costner
Senaryo: Brian Helgeland, Eric Rojth, David Brin (Pirtûk)
Lîstikvan: Kevin Costner, Will Patton, olivia Williams, James Russo
Mawe: 177 deqîqe


