Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li bajêr tora çûn û hatinê ya ewletir çêbike, li ser rê û xaçerêyan xebatên xêzkirina peyarê û tabelayê dimeşîne. Kayûmên ku tîpên kurdî yên wekî "Pêşî Peya", "Hêdî" yên bi kurdî jê bibiribûn, şaredariyê bi vê xebatê dîsa nivîsandin.
Midûriyeta Gihandinê xebatên xwe yên ji bo hat û çûneke bi ewletir a peya û wesayîtan li bulvar, kuçe û kolanan didomîne.
Ekîban xeta derbasbûna peyayan, îkonên "pêşî peya" û sembolên "hêdî" li Xaçerêya Çamlica ya Elezîzê û Xaçerêya Aram Tîgran a navçeya Baglarê nû kirin û bi kurdî û tirkî nivîsîn. Kayûmên kurdiya wan jê biribû, tenê tirkî lê kiribûn, şaredariyê di xebatê carek din her du lêkirin.
Çendek berê Şaredariya Batmanê jî heman nivîsa "Pêşî Peya" nivîsîbû.



