logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

'Ez wisa nefikirîbûm'

  • Dîrok: 01/09/2016
- Alo cenabê we Madame Humbert e? 
- Belê keremke, 
- Madame, ev der Restoranta Pizzaland e, min vê êvarê ji we re pizzayekê şand we qebûl nekir, we dîsa ew li me vegerand, sedemê wê çi bû? 
Madame Humbert çi hat ber devê wê ji min re got. Anî bîra min ku di reklama me de nivîsiye ku pîzza di nîvsaetî de û bi awayekî germ digihîje destê mişterî. 
Min bi dengekî nizm û mehçûb jê xwest ku guh bide min. 
- Madame, ez we fêm dikim, ji we lêborim dixwazim, ka deqeyekê zehmet nebe, guh bide min, ez bi du gotinan rewşê îzah bikim. 
Dema we têlefon kir, herî kêm 7 siparîşên din di dorê de bûn, aşvanê me bi tevî du alikarên xwe, heta ku hevir derxistin vekirin, tiştên ku we xwestin li ser zêde kirin avêtin firinê 7 deqe bihurîn. Di 6 deqîqeyan de pijiya. Ev kir 13 deqe. Heta me xist cente, ketin rê, 16 deqe bihurîn. Cenabê we jî hay jê heye ku Şaredariya Cenevrê sîstemeke wisa ya trafikê sazkiriye ku hema bigire serê her sed metroyî lembeyên trafikê hene. Her lembeya sor bi qasî du deqeyan dajo! Dîsa jî vê şevê, di vê hewaya bi cemed de, Kuriyerê me li ser moto-sîkletê bê qeza û bê bela, bi tevî pîzzaya we ya bi buhayê 14 Frangî di 10 deqeyan de xwe gihand ber avahiya we. Koda deriyê we naxebite. Assansora we xirabe ye, Kuriyerê me pêyatî heta ku derket qata 6’an 35 deqe bihurîn. Em 7 xebatkarên restorantê, ji bo ev pîzzaya we ya ‘Napolîtana’ di wexta xwe de bigihîje mala we, seferber bûn. Di vê sermayê de ku mirov firinê jî li derve bihêle dibe cemed, em çawa karibin pîzzaya germ bigihînin ber destê we? Madame Humbert! Li beramberî ew qas keda me, we 14 firang hêjayê me nedît û we ew pîzza li me vegerand! Gotinên we yên ew qas tûj jî dera han. Lê dîsa jî canê we sax be!
- Aaa bibore, ez nizanim çi bibêjim. Dema min pîzza red kir, ez ew qas kûr nefikirîbûm. Niha ez gelek xemgîn im. Ger min zaniba mesele ew qas giran e, minê bi kêfxwesî qebûl kiriba. Ji ber gotinên min yên tûj ez ji we lêborînê dixwazim. Ha! ew meseleya lembeyên trafikê jî rast e,  Şaredariya me di çarçoveya  ‘paradigmaya ekolojik’ de bi zanebûn wisa dike ku şêniyên bajêr wesayîtên xwe yên ferdî kêm bikar bînin, û zêdetir navgînên transportê yên belediyê tercîh bikin. Bibore min navê we jî nepirsî! 
- Ez Dere, Monsieur Dere.  
- Monsieur Dere, ger hûn qayîl bin ez amade me pîzzaya xwe ya sar îşev dîsa ji we bigirim û buhayê wê qat bi qat bidim. 
- Madame Humbert îşev êdî çû, carekî din ezê siparîsa we bi xwe bînim.  
- Aaa ezê bi naskirina we kêfxweş bibim. Wê demê pêsniyazekê min li te heye Monsieur Dere. Dema te pîzzaya min anî dikarî yekê  jî ji bo xwe bînî û em şîvê bi hev re bixwin? 
-Ax Madame Humbert ax!
12.12 2006

Hin Nivîsen Nivîskar

Pêvajoyeke nû ya aştiyê mimkûn e gelo?

  • 22 Rezber 2021

Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêşî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya...

Bedewiya Hunera Bedew û Cengîz Xelîl Mehmûd

  • 11 Tebax 2017

Di her zimanî de ji xebata çêkirina resim re  dibêjin “Hunera bedew.”Dibe ku xitabê çavan dike lewma. Ji ber ku her cureyên hunerê  di eslê xwe de...

Wênekêşê înfaza Saîgonê çawa dibe dostê cellad?

  • 12 Rezber 2017

Ji şerê Viyetnamê,  yek ji wêneyên ku herî zêde di bîr û hişê mirovan de maye ew wêneyê ciwanê Viyetmamiye ye dema li nava kolana Saigonê...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bela Tarr merd

ad

Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

ad

Kîjan nivîskar û kî yê lê guhdarî bike?

ad

Dîroka kurdên belûcî bixwînin: 'Kurdgalnamek' derket

ad

Ji bo strana 56 salî klîb hat kişandin

ad

Dengbêj Gazin wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname