logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Camêr kilîta mala xwe da min

  • Dîrok: 20/09/2016
Wî camêrî cardin têlefon kir. Vaye cara duyem li ber deriyê wî me. Camêr derî vekir. Ew bêhna genî êdî zêde ne xema min bû. Xwarina wî xwestibû li ser destê min e. Min gote wî:
- Êvar baş.
- Êvar baş, ax, bibore min tu dayî rawestandin li ber derî?
- Na tiştek nabe Monsieur.  
- Cara berê ne tu buyî, te anî?
- Belê ez bûm Monsieur,  
- De ka li ser piyan nemîne, keremke were hundir, heta ez pereyê te bidim te.
Camêr pakêt ji destê min girt, derî vekirî hişt û çû pere bîne. 
Ronahiya hundir gelek kêm bû.
Wî dîsa deng li min kir,  
- Keremke were hundir, ez pereyê hûr nabînim.  
Ez ji karê xwe dereg mabûm, lê çavên min li hundir in. Digel  wê bêhna xerîb, min dev û pozê xwe nixumand û ketim hundir. Her der tije rojnameyên kevin li hev ser hev komkirîbûm.Tev bi tirkî bûn. Min xwe nêzê refa pirtûkan kir, piraniya wan tirkî bûn. Li ser maseyê tije rûpelên nivîsandî bûn. Bi hezaran rûpel tev destnivîs bûn. Eger tirk be çima navekî Ewropî bikar tîne? Çima ew qas bela wela dijiya.  
Ji salonê deng hat;
- Bibore min tu dereng xistî, vaye ez hatim.
Pere di destan de bi kulekî hat. Lingê wî yê rastê mîna ku seqet be.
Bi bişirînî pereyê di destê xwe de bi tevî qismekî bexşîş dirêjî min kir û min pişt dayê derketim.   
Di mala wî de her tişt bi tirkî bû lê navê wî Gonzales bû! 
Ew şeva min bi belavkirina pizzayê derbas bû.  
Dawiya şevê Hîva telefon kir, pirsî ka gelo piştî kar ez dikarim biçim nexweşxaneyê, cîhê lê dixebite, wê bigirim û  biçin derekî bi hev re wext derbas bikin... Carnan dema bêhna min teng dibe,  xwe davêjin cem wê. Ev demek e em gelek nêzî hev bûne. Berê bi çendek anî bîra min ku li vî bajarî jiyan gelek buha ye û dil kir ku em her du dikarin derbasî daîreyekê bibin û bi hev re bijîn. Lê ez ditirsim dema em di eynî xaniyekî de bijîn, dibe ku hevaltiya me xira bibe. Ez naxwazin wê winda bikim. 
Hîva di derheqê jiyana min de pir tişt nizane. Belkî jî dizane, lê ji min wisa tê ku nizane. Min tenê carekê jê re behs kiribû; heta ku hatime vî welatî, li gund li cem kalik û dapîra xwe  mame. Min dê û bavê xwe nedîtine, ez hê zarok bûme ew mirine. Piştre xalê min bi tevî malbata xwe dema koçî Ewropayê kirine, ez jî wekî kurê xwe nîşandame û bi xwe re anime vî welatî. Ji aliyê bavê min, tu kes li holê tune, ne bav bixwe, ne birayên wî ne xwişk ne jî dê û bavên wan. Rêça jiyana wan xuya nake. Heta niha tu caran behsa aliyê bav nehatiye kirin.  
Hîva jî dizane ku di çîroka jiyana min de seqetiyeke heye, lê nade der. Xwezî min jî rastî zaniba. Bi salan min kir û nekir xalê min tu agahiyeke teze li vê çîroka efsûnî zêde nekir. Her carî rûyê wî tirş dibû, xemgîn dibû, pişta xwe dida min. Şik, nezanîn û nakokiyên di hişê min de  her roj mejiyê min dikojin. Tim û tim ez heman pirsan ji xwe dikim û tim û tim eynî texmînan dikim. Ez êdî kerixîm, westiyam ji derewên ku ji xwe re dikim. Rewşa ez tê de me dişibînim  marekî pişt şikestî, li erdê kaş û berkaş dibe, ne dikare pêşde biçe ne jî dikare vegere cîhê jê hatiye. Rojeke ezê derkevim pêşberî xalê xwe û berdêla wê çi dibe bila bibe, ezê çîroka rastîn a jiyana xwe jê hîm bibim. Êdî sebra min nemaye, ew roj ne dûr e. 
 Sibê bi roj tu karê min tune ye, Hîva jî tenê êvaran li nexweşxaneyê kar dike. Ew jî bi roj vala ye. Diyar e emê dîsa heta derengiya şevê bi hev re bin. 
Ez gihîştim pêşiya nexweşxaneyê, Hîva jî tam ji derî derdiket. Min bala xwe dayê Monsieur Gonzales! Ew kesê ku berî 2 saetan min jê re mirîşka sorkirî biribû, bi tena wê pijameya xwe,  ji ambûlansê peya kirin, birin nexwesxaneyê. 
Min îsaret da Hîva û ez çûm cem Monsieur Gonzales.  
- Monsieur Gonzales! Ev çi hal e, çi qewimî?  
- Ez nexweş im, normal e, carnan tê serê min.
- Ez hêvidarim ne ji ber mirîşka min a sorkirî be!
Bi devlikenî bersiv da: 
- Na na, mereq neke, min ew xwar, gelek xweş bû. 
- Monsieur Gonzales, ez ne xeribê van deran im, bêje min ka ez çi dikarim bikim ji bo we. 
- Gelek sipas, ez ji zû ve mişteriyê Restoranta we me. Hûn zikê min têr dikin, ma ne bes e! 
- Tistek nabe, ger alikariyeke hewce bike, her gav tu dikarî ji min re bibêjî. 
- Tu bawer î? Ez te aciz nekim?
- Na na kerem bike.
- Ricayeke min heye, eger wexta te hebe, baweriya min bi we heye, ez mifteya xaniyê xwe bidim te, li odeya paşî min çenteyeke sor amade kiribû, têde pêdiviyên min ên nexweşxaneyê hene, zehmet nebe, karibî biçî ji min re bînî, ez dê kêfxweş bibim. Xuyaye ewê bi qasî çend rojan min bernedin. 
- Ne xem e, ezê bi kêfxweşî bînim, ji xwe nêz e, ezê peyatî herim û werim. 
Ji bêrika xwe, rahişt cizdanê mifteyan, dirêjî min kir.
Hîva li derve li benda min bû.
Me berê xwe da mala mişterî.
Heta ku min jê re qala rojname û pirtûkên bi tirkî nekiribû Hiva qebûl nedikir derkeve jor.
Me derî vekir, çiqas lembe hebûn me vekirin. 
Hîva mat mabû. Her tiştî bala wê dikişand. 
Min ew tenê hişt, ez derbasî odeya paşî bûm, min çenteyê sor peyda kir û ez vegeriyam ber devê derî. Min firq kir ku Hîva ketiye nava destnivisên camêr û bi mereq dixwîne, wan tevlihev dike.
- Te çawa dît, bi qasî ku min ji te re behs kir heye? 
Bala wê ne li ser min bû, dengê min nediçûyê. 
- Hîva! De hadî em derkevin! 
Hîva li ber maseya mişterî, di nava kelecanê de xwe nêzikê min kir, sûretên min xist nava her du destê xwe, li nav çavên min nêrî, helkehelka wê bû, got: 
- Binêre mesele gelek cidî ye, ez pêşniyazeke li te bikim. 
Tu hema vî çenteyî bibe nexweşxaneyê, bi tevî kilîta wî teslim bike, dîsa were vê derê. Ez ji mal dernakevim heta tu werî.
Çi bû ya ku Hîva ew qas xistibû kelecanê?  

Hin Nivîsen Nivîskar

RÛREŞIYA KURDAN

  • 24 Gulan 2021

Li vê dinê yek ji tiştên ku herî zêde min diêşîne xizanî ye. Ji kerema xwe re bila kes nebêje "ya muhîm jiyana bi rûmet e." Cîhê ku...

Roja aştiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?

  • 31 Tebax 2018

Aştî, aramî, lihevhatin...Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe...

Diyaloga min û Serayê

  • 14 Adar 2024

Vê şevê atmosfereke ecêb heye; kesek tune li kuçeyan, her kes li mala xwe ye.  Hêdî hêdî lembe jî ditefin li kolanên ser rêya min.Ji atolyeya resimê...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2016: Di înternetê de herî zêde ev şîfre hatin bikaranîn

ad

PEN'ê Xelata Helbestê dan Bariş Pîrhasan

ad

Klîba Hefteyê: Ji dengê Bavê Selah 'Dewrêşê Evdî'

ad

Kanala Hîzbullahê dê bi kurdî weşanê bike

ad

Pirtûkên kurdî diçin Çûkûrovayê

ad

Gule bera yekemîn derhênera afganistanê dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname