logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Çend gotinên dîplomatîk û ew qas!

  • Dîrok: 11/10/2020
Ji naveroka zimanê vê serdemê yê danûstendinên di navbera du hêz an du dewletan re zimanê dîplomatîk tê gotin.
Di rastiyê de ew zimanê li pêşberî çapemeniyê tê axaftin re zimanê dîplomatîk tê gotin; nexwe giş pê dizanin berî derkevin pêşberî çapemeniyê di paş deriyan de ji hev re bi çi zimanî bi çi gotinan diaxifîn!!!
Yanê ku li pêşberî kamereyan bi zimanê dîplomatîk ji raya giştî rastiyê veşêrin jî, lê her du aliyên danûstendinê dikin dizanin, hay jê hene, bi wî zimanê dîplomatîk kîjan ji yê din re dibêje çi!..
Û ji karê bo berjewendiya alîkî yan a her du aliyan tê kirin re jî karê dîplomasiyê tê gotin.
Ji ya bi pereyan tê kirin re jî lobî dibêjin.
Her çi be jî, dîplomasî yan zimanê gelekî gelekî dîplomatîk bo berjewendiya du seriyan e, ne hewceye dirust be, ne jî dîplomatîk be.
Çi ku her du alî jî dema li hemberî hev dîplomatîk tev bigerin li me nakeve em bêjin çima hûn dîplomatîk tev digerin çima bi dirustî tev nagerin.
Di nav kurdan de jî ew şêwe-rêbaz, yanê hêdî hêdî zimanê dîplomatîk bi cî dibe; berê ne wisa bû! Berê digotin; ‘gotina filan kesî li ser dêst e, rastî çi be wê dibêje’; 
Yan jî gotine, filan kes gotina xwe nade paş…
Lê belê, berevajî rastgotinê ev jî gotine; ‘ku devê te de xwîn jî hebe li cem filan kesî/ê tûyî erdê meke’  Û tiştekî me yî din jî hebû, digotin; ‘gotina filan î sened e’! 
Lê ew wextekê bû niha sened jî pere nake!…
Min got di nav me kurdan de jî êdî ew zimanê dîplomatîk bi cî dibe, bi cî dibe balam di cihên şaş de bi cî dibe!
Li cihê em zimanê dîplomatîk bi kar bînin pê dîplomasiyê bikin ji xwe re alîgiran peyda bikin, berjewendiyên xwe biparêzin em gotina rast û req dibêjin, gelekî tund diaxivin, bi serhişkiya xwe xelkê ji xwe bi dûr dixin,  lê belê li cihê em rastgo bin, rastiyê bibêjin da ew rastgotona me bibe rexneyeke baş û jê siûdwergirtinê da em bi wê rastgoyê hinekî bi pêş bikevin mixabin li wir em zimanê gelekî dîplomatîk bikar tînin, rastiyê nabêjin, xwe ker û lal dikin.
Yanê em rastiyê ji hev re nabêjin; mesela divê em li Ewropayê yan li cihek din ê cîhanê gelekî dîplomatîk tev bigerin, na em li wir rastiyê dibêjin, ne nerm in, gelekî tahl diaxivin, yan jî xwe pir mexdûr nîşan didin,  lê li cihê em dîplomatîk  neaxivin rastiyê bêjin (di nav xwe de) em gelekî gelekî  dîplomatîk tev digerin. Ecêb e! 
Mînak warê wêjeyê; li cihê divê rastgotin ango rexne hebe, li wir ji dewsa em rastiyê bêjin, ecêb e em li wir dîplomatîk diaxivin. 
Mînak, bila mînak jî ez bim da dilê kesî nemîne; ‘ku xwendibe jî ku nexwendibe jî, ku ecibandibe jî ku ne ecibandibe jî dostekî min ê nivîskar an xwendevanekî min, an nirxandevan’ (rêxnegirên me hê tune)  li rûyê min nabêje: “Welat min pirtûka te xwend lê min neeciband, an nebûye.” 
Çi dike? Gelekî dîplomatîk diaxive, “ser xêrê be, pîroz be” ew qas. 
Lê rexne, li gotineke din, belkî jî ecibandibe, na wê jî nabêje. Çi dike? Dîplomatîk diaxive…
Belkî ez jî wisa me, çi ku nabêjim filan kes bêvan kes dîplomatîk diaxive dinirxîne, xêr dibêjim em wisa ne, yanê ez jî…
Lê ya rast, dema cara yekê li rûyê min bêje Welat pirtûka te nebûye, dibe ez xwe bienirînim bêjim Cemîl Oguz jî qet ji berheman fam nake, lê cara diduyan Cemîl ê bi nirxandineke objektîf û wêjeyî wê pirtûka min binirxîne, ez ê jî êdî hînî rexneyan bibim, hîn bibim ji rexneyan siûdê jî werbigrim, pê re kumê xwe jî deynim ber xwe!.. 
Lê ka, lê çi! Qey dibêjî zimanê xwe gez kiriye!? Na îla dike dîplomatîk biaxive, da xwe ji berpirsyariya rastgotinê bide alî! Çi ku bilêvkirina rastiyê meriv dixe bin berpirsiyariyê jî… Bo wê em çi dikin? Li şûna ku divê em rastiyê bibêjin xwe bi rastgotin- rastgotin di heman demê de  piçekî rexne ye jî, em wê nakin lê dîplomatîk diaxivin. 
Yanê çi? Yanê min nedî, min nebihîst, nizanim; yanê ji min re çi…
Lê ya rast, em giş dizanin; ji pirtûkên filan romanûsî filan roman, ji ya filan çîroknûsî filan kitêb, ji ya filan helbestkarî filan şiêr baş e yan ne baş e, lê ji ber em ne kamil in, newêrek in, ne demokrat in û ne bi tolerans in ji dewsa em bêjin nebûye, yan jî bêjin helal be ji te re, em bes dibêjin; ‘filano bila pirtûka te ser xêrê be, pîroz be’ ew qas.
Yek jî, ji ber ku em giş dizanin em ê bersiva pirsa xwe bi camêrî, bi wêrekî negirin kes newêre ji kesî pirsa, ‘te pirtûka min eciband an na’ yê jî bike!
Lê her kes dizane çi çi ye, balam kes nabêje, naxwaze bêje!
Çi ku em gelek ji hev hez dikin! Kes naxwaze dilê kesî li xwe bihêle!
Sedemeke rastî negotinê ya din jî heye, ew jî problema minet û bêminetiyê ye!.. 
Û ev alî jî heye; qasî em ji rastgotinê direvin em ji bihîstina rastgotinê jî direvin, dibe em ji bihîstina rastiyan re jî ne amade ne!!! 
Baş e, dîplomatîk axivîn (ku wextekê digotin polîtîk axivîn e) rastî negotinê çi li me û li wêjeya me zêde dike-kiriye? Qet, tu tişt!!!
Bêjin heyra bêjin, da ew tûleyên gindoran ku kundiran didin bi mêjûyekî bi tirkî Tolstoy û Dostoyevskî xwendî pîvanên wêjeyî ji nivîskarên kurdî re daneyin.  
Dîsa gotinê bînim ser yên berê pir gotin gotine, gotine ‘yê rastiyê nebêje dirû ye’.
Yanê çendîn dewletan ji zimanê xwe yê dirû re gotibin dîplomatîk jî, lê yê wêjekaran divê ne ew ziman be. Wêjekar ji hev re nikarin dîplomatîk bin!.. 
Çi ku ew dîplomatîk axivîn qet ne samîmî ye, ne jidil e, ne dirustî ye.
Berovajî, rastgotin nîşana wêrekî, kamilî, pêşketin, xweşbînî û demokratîkbûyînê ye; rexne ye, bi nirx e…
Heyra! ji îngilîziyekî/ê re, ji amerîkiyekî/ê re, ji ûrisiyekî/ê re, ji tirkekî/ê re, ji ereb û farsekî/ê re dîplomatîk biaxive lê çima bi yê/a kurd re dîplomatîk diaxivî? 
Kes bi gotina rast namiriye heyra, bêje bila tahl be…
Hin Nivîsen Nivîskar

Bo kurdî baş e ku qereçî hene!

  • 14 Adar 2021

Kê anîne, kengê anîne nizanim, lê dibêm baş e ew hatine welatê min, ketine nav me; baş kirine, bi xêr hatine…Wê rojê nivîskar û berhevkar Zekî...

Hz Elî çawa bû xwedê?

  • 21 Adar 2021

Nûroja yên ji kurdbûna xwe re canecan in pîroz beTê zanîn berî olên xwedayê wan tev yek e, her netew, civakê xwedayên xwe hebûn; ên Gutiyan, Huriyan,...

Modernîte û sîmûlasyon!

  • 19 Berfanbar 2021

Medeniyet-şarîstanî; a jiyan û sazûmaniya civakî ya civakên ji alî çandî, dadî, bawerî, aborî, hunerî û estetîkî ve dişibin...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demîrtaş jî têde heyetek fireh a HDP'ê diçe Başûr

ad

'Antolojîyê Şîîranê Kirmanckî' veciya

ad

NAXWAZIM

ad

'Nivîsarên Farisiya Kevin Yên Dariyus' derket

ad

Pêşangeha Pirtûkan dest pê kir

ad

Li Erxenî 10 hezar dar hatin çandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname