logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Çend notên dawiyê yên li ser serdana welêt

  • Dîrok: 15/11/2009

Min di nivîsa derbasbûyî de* di derbarê serdana xwe ya welêt de behsa çavdêriyên xwe yên li ser cihên dîrokî, rojeva siyasî, eleqeya ji bo zimanê kurdî û meyla xwendina rojnameyan çend not nivîsandibûn. Bi vê nivîsa duyemîn û ya dawiyê jî ezê cih bidim rewşa hawîrdorparêziyê, trafîk, meyla temaşekirina qenalên tv’yan û herî dawî jî tişta li Stenbolê herî bala min kişandî:

Hawîrdorparêzî û xweza
- Çikandina avê li Kurdistanê bûye pirsgirêkeke sereke. Bi taybetî li gundan ev pirsgirêk ji gelek hêlan ve xwe nîşan dide. Bîr çikiyane, ji kaniyan av naherike û seqlan zûwa bûne. Ji ber vê yekê gundî êdî sîstema sontajê bi kar tînin. Lê belê digel vê yekê jî min li tu welatan nedîtiye ku wekî li Bakur av berhode were bikaranîn. Pembû bi ava sontajê têne avdan. Mislixên lewaboyan bi hêncetên cure vekirî têne hiştin û mirov li gelek cihan pêrgî wê yekê tê ku av beradayî tê berdan. Li gor çavdêriya min dema mirov xerckirina berhoda ya avê miqayeseyî ya li Ewropayê bike, wê mirov bi hesanî bibîne ku kurd ji ewropiyan bêhtir avê xerc dikin.

-  Kêmçandin û heta astekî neyîna daran xwe li hemû deverên welêt nîşan dide. Çanda darçandinê hê di nava gel de zêde neafiriye. Lê belê li gor salên berê bi taybetî li bajar û gundan şênayî xwe rû dide. Her çiqas mebesta çandina van daran ‘xweşikbûn’ û ‘fêkî’ jî be, rengên gelek gundan hatiye guhertin.

- Li welêt hemû dever wekî ‘qada çopê’ tê bikaranîn. Di destên kî de çi hebe, diavêje wî cihê ku li wir e ango tê re derbas dibe. Mirov li ber qeraxên avan û li ser kuçeyan pêrgî dîmenên nexweş yên tije çop û jibermamiyan tê. Di vî warî de ji bo têgihîştina hawîrdoreke paqij, pêwîstî bi kar û xebatên ber bi çav yên birêveberiyên herêmî heye.

Trafîk
- Li gelek bajarên kurdan mirov pêrgî plakeyên otomobîlan yên ku li ser bajarên tirkan hatine tomarkirin tê. Vê yekê herî zêde li Cizîrê bala min kişand. Ez piştre têgihîştim ku sedema vê tercîhê siyaset ango tirsa krîmînalîzekirina kurdan e. Kurd ji bo li bajarên tirkan bi riya plakeya otomobîla wan neyê fêmkirin ku ew ji herêmên kurdan e, vê rêbazê bikartînin. Ji ber li gor tecrûbeyên kesên ez bi wan re axaftim, hebûna bikaranîna plakeyên bajarên kurdan li herêmên tirkan dibin sedema rûdanên cuda yên krîmînalîzekirinê.

- Li Bakur û bi giştî li Tirkiyeyê di warê trafîkê de du tişt bala mirovan dikişînin; Ya yekemîn bêrêgeziya ajotina otomobîlan û ya duwemîn jî bikaranîna berhode ya kornelên otomobîlan.

Tv
- Min hem li cihên kar û hem jî li malan gelek cran dêhn didayê ka bi taybetî kîjan kanalên tv’yên zêde têne temaşekirin. Li gor çavdêriya min di rêza yekemîn de Roj TV û MMC bûn. Dû re Denge Tv û nû pey wan re kanalên tirkan dihatin temaşekirin. Her wiha digel vê yekê jî balkêş e ku rêzefîlmê bi navê “Kurtlar Vadisi” li herêmê gelek tê temaşekirin.

Stenbol
- Min çend rojên xwe yên dawî li Stenbolê bûrandin. Li Stenbolê pirbûna kurdan zêde bala mirovan dikişîne. Ji kargeh û cihên herî luks bigirin heta kargeh û cihên ku diyar dibe yên xizanan e, mirov pêrgî kurdan tê. Ji bilî vê yekê, wekî min li Stenbolê dengên diyalogên bi kurdî kir, li Amedê ew qas min dengên axaftina bi kurdî nekir. Mirov li her derî û ji her pîşeyî pêrgî kurdan tê. Gelo hejmara kurdên li Stenbolê dijîn çiqas e? Bêguman îstatîstîkên di vê der barê de nîn in lê belê çavdêriya min kirî ew bû ku hejmara kurdên li Stenbolê ji hejmara şêniyên gelek dewletên li cîhanê heyî bêhtir e.

*Notên li ser serdana welêt

zekiozmen@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji gereke li Îzmîrê çend portreyên kurd

  • 04 Tîrmeh 2011

Ji Basmaneya Îzmîrê em bi texsiyê diçin Alsancakê û em dixwazin li ser kuçeya Kibris Şehitligi ber bi Kordonê re li ber behrê re herin Saat Kulesiyê. Em ji wir...

'Dinya tiroviro bûye'

  • 02 Rezber 2016

Cîranekî min ê pîr heye. Bi gopalê dimeşe. Navê wî Xelîl e, ez jêre dibêjim Xalê Xelîl. Wextekî gelekî dirêj e ew ji aliyê...

Hûn jî nameyekî binivîsin

  • 02 Kewçêr 2011

Ji ber teknolojiya pêşketî ev bi salan e min ji bilî ji hevalekî re, qet nameyên adetî  yên bi dest nenivîsîne. Ev li dor du salan e ku ez û hevalekî di...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşî îngilîzî hîn bibe, dûre were

ad

Jiyana Michael Jackson dibe fîlm

ad

Li Şaneşînê vê mehê

ad

'Mirove Salê' Obama ye

ad

Roja 7'ê pûşperê ez dengê xwe didim HDP'ê!

ad

Gruba Vate kombiyayişê xwu yê 40'inan viraşt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname