logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Dema pirsan e: Huner û wêjeya kurd çi diyarî cîhanê kiriye?

  • Dîrok: 23/02/2014
Civak dikarin bi xwarin, bi cil û berg, bi siwariya hespê û bi mêrxasî, bi çiya û şervaniya xwe ve jî di qeydên çend gerokan de cî bigrin û ji aliyê çend zanîngeh, lêkolîner, hêzên nepenî-sîxûrî û saziyên civakî-komikî ve bêne nasîn (gelo, li cîhanê nasîna me kurdan ew qas e!?) . 
Dewlet bi sê navgînan karê dîplomasiyê (berjewendiyên xwe) dimeşînin; “bi siyasetê, bi aboriyê, bi hêzê-çekê”. Lê gel? Gel bi çi navgînan karê dîplomasiya sempatî-empatî, danasîna xwe (ku gelên din bi hez û dilxwezî nêzî wan dibin, bêhtir hev dinasin, ji hev hez dikin) dimeşînin!? Di encama dîplomasiya dewletan de berjewendî, lê di encama dîplomasiya gelan de bes sempatî, dildayîn, aştî û hez heye. 
Ka em bi hev re bala xwe bidinê, hin civakan di vê derbarê de çi cehwer diyarî cîhanê kirine? Mînak; Avusturyayiyan Mozart mûzîkjen, almanan Beethoven mûzîkjen, spanyolan Pîcasso wênesaz, cihûyan Modiglianî wênesaz, Kafka nivîskar, fransizan Renoîr wênesaz, Baudelaire helbestkar, rusan Dostoyevskî romanivîs, Gorkî romanivîs, şîlîliyan Pablo Narûda helbestkar, tirkan Nazim Hîkmet helbestkar, Orhan Pamûk romanivîs, filistîniyan Mahmûd Derwêş helbestkar, arjantîniyan Borges helbestkar, libnaniyan Amîn Maaloûf romanivîs, Xelîl Cîbran wênesaz, helbestkar û fîlozof, pakistaniyan Tarik Elî nivîskar û entelektuel, yewnaniyan Plato, Sokrates û Arîsto hizirvan-felsefevan û Homeros helbestkar, îngilîzan Shakespeare helbestkar û nivîskarê şanoyê, erebên Basrayê Cahiz helbestkar, farisan Omer Xeyam helbestkar, Elî Şerîatî nivîskar, civaknas û hizirvan, hindûyan Selman Rûştî nivîskar û romanivîs û hwd. Mirov dikare gelek gelan û navên hunermendan li lîsteyê zêde bike, lê divêm ewqas bes e. Her çiqas ew navên li jor aîdî netew-gelê xwe bin jî, lê wan bi berhemên xwe nasnameyeke cîhanî bi dest xistine. Ji lew, ku ew çiqas ên neteweya xwe bin ewqas jî yên cîhanê ne û dibêjim, qey em hemfikirin, ku ew ew qas jî yên kurdan in. Ango, ew navên li jor her yek jê diyariyê neteweya xwe ne ji bo hemû cîhanê. 

Pirs ev e; lê… lê ka yê/a kurdan! Ka kurdan çi nav û berhem diyarî cîhanê kirine!?...
Wekî helbestkar, romanivîs, şanoger, çîroknivîs, wênesaz, muzîkjen, sînemager, felsefevan, civaknas û hizirvan… ka em li qada huner û wêjeyê çend navên, ku ji bo ispat û meşrûyeta nasnameyekê ku ev demeke di devê me gişan de bûne benîşt jî bilêv bikin; Uryan, Herîrî, Feqî, Cizîrî, Xanî, Mestûre, Koyî, Cegerxwîn, O. Sebrî, M. Şêxo, Meyremxan, E. Şan, Uzun, Tîgran, Arjen û Bêkes… bêguman, ev lîste jî dikare dirêjtir bibe… Tikaya min e, bila bêhedî neyê fêhmkirin, gotina min ne ji kesayetî, huner û berhema wan re ye!... 
Li aliyê din, eger ji kîjan kurdê xwende, wêje û hunerhez bipirsî dê tevê çîroka wan a jiyanê wê navên wan hunermendên cîhanî, Pîcasso, Shakespeare, Narûda, Nazim, Dostoyevskî û yên din  ên di lîsteya yekem de ji ber bijmêre. Lê belê, eger em navekî ji ew ên kurd ji spanyol, ji rus, ji tirk, ji yewnan, ji erebekî/ê bipirsin, gelo dê çi bersivê bide me!. Yan jî, ew ê li me nepirsin: kurdan an jî hunermendekî/ê kurd çi berhem diyarî cîhanê kiriye? Yan jî dê nebêje, ‘gelo kurd kî ne’!? 
Eger ku kiribûya… li cihekî cîhanê kesekî, komikekê, civakekê, dewletekê  ji wan navên ên ji me, ku yek bi hunera wî/wê binasiyana, dibêjim li cîhanê dê îmajê kurdan ji yê niha cihêtir nebûya qey!. Li welatekî rojava strandina stranbêjekî/ê kurd, li eywaneke hunerî daliqandina kevalê şêwekarekî/ê kurd, di rêwresimekê de xwendina helbesteke kurdî, di pêşbirkeke Nobelî de navpêdana romaneke kurd…   
‘Dibêm nêr e dibê bidoşe’
Dibe hinin bêjin, şertên me û wan civakan ne wekî hev in. Neteweya kurd tim di nav şer de bûye û welatê kurdan di bin dagirkeriyê, parçekirinê de bûye û, û ji loma... 
Pirs..! Erê hinekî pirsa nebûna dewletekê ye, lê, ma dewleta Mahmûd Derwêşê filistînî hebû? Naxêr, ew ne bersiveke têr û di cî de ye, (eger ku bibêjî, ku bibêjin, bi hevkariya îslamîstan û feodalan tevî Rojhilata Navîn, li Kurdîstanê di nav kurdan de jî huner û wêjeyê derb xwariye û ji lew, ew ‘huner û wêje’ nebûye çiraya ronî ya şevên tarî li vê xakê, ez ê bêjim amena, tespîtek-destnîşankirinek rast e)   
Eger we xwendibe, ku teqez we xwendiye, çîroka wan navên ku nasnameya cîhanê bi dest xistine, ma di dema wan de civak û welatê wan ê kîjanî ji ya civaka kurd û ji welatê kurdan pirtir di nav aramî û şertên baş de bû? 
Heyf! Ji ew ên jîr, zîrek re, ku dê bûbûna beşek afirînerên vî gelî, ku hestiyê her yekî/ê di çaleke vê xakê de ye… Ku wan bizaniya, ku ji wan re bihata gotin huner çeka herî mezin e… Û heyf,  ji wan pereyên ku di mîhrîcanên lolo û lêlê’yê de hatin-têne xerc kirin… ku ji wan ciwanan yekî/ê Mem û Zîn wergeranda îngîlîzî, ku yekê Mela wergeranda fransî, ku hinan Uryan wergerandana rusî û bi çend qiruşên ji wan festîvalên lolo û lêlê’yê, ku ew berhem bidana çapê û li wan welatan bihatana belavkirin, ma tevî îmaja me, dê  di dîplomasiya doza aştî û azadiyê de, kurd dê hê zêdetir nebûna xwedî dost û nas û avantajan?. Û pê re, bêguman dê asta huner û hunermendên me, estetîk û dîsîplîna civaka me jî wê ciyawaz bûya, lêêê… eger ku afirandina hunera-berhema gerdûnê bi xwe fedakirina hunermend diafire, qey ew ên me xwe fedayî hunerê-berhemê nekiribûn, jiyana xwe di riya afirandina huner û wêjeyê de terxan nekiribûn? Qey wan li dijî civakê, pergalê, desthilatê û ehlaqê wan bi hunerê serî hilnedan, kirasê li bejna kevneşopiyê hatî fesilandin veneçirandin!. Ji lew, pirs e, honeka ku bes‘di riya işqê, xwedê û welêt de’ teşe girtiye bi honeka gerdûnî re çiqas li hev tê, li hev dike!?  
Li aliyê din, eger ew ên ku bi salan e li Ewropayê û li welatên rojava wekî nivîskar û hunermendên kurd ku jiyana pênaberiyê dijîn, eger ku yekî/ê ji wan karibûya dostaniyeke bi derhêner, wênesaz, nivîskar, hunermendekî/ê cîhanî re girê bida, qey wê ji bo huner û hunermendên kurd nebûya delîveyeke nasînê, sînor borînê û deriyekî dîplomasiya hunera me?.  Hingê dê ji me re bûbûya derfet, da em têbigihîjin, ka huner û wêjeya me çiqas hunereke gerdûnî-cîhanî ye, lê heyf ku...!
Heke bêjim berhem ne hêjayî wê ye Xanî dê di gorê de çêran ji min re bike, heke bêjim hunermend ne ew hunermendê ku nasnameya cîhanî bixe berîka xwe ye, dê Uryan û Mela xwe bienirînin. Biborin, heke bêjim ev mêjî-hiş ne tu mêjî-hiş e… Na! nabêjim, nikarim bêjim!
Lê belê, dikarim bêjim, tiştek kêm e, em ji tiştekî bêpar in! Ji lew, ne civaka min, ne hunermendê min û ne jî berhema wan tiştek diyarî cîhanê kiriye-kirine!!! Ma ne ji vê ye, xelkên alemê me bi mohra li ser paseporta welatê lê hatî û bi nasnameyeke din dinasin…  

                                                                                                 

Hin Nivîsen Nivîskar

Bo kurdî baş e ku qereçî hene!

  • 14 Adar 2021

Kê anîne, kengê anîne nizanim, lê dibêm baş e ew hatine welatê min, ketine nav me; baş kirine, bi xêr hatine…Wê rojê nivîskar û berhevkar Zekî...

Şopên giyanên têkilîhev bûyî

  • 17 Gulan 2017

Dema meriv bi baldarî lê dinêre, ku pisîkek çêlika xwe dimêjîne, jê hez dike, yan wê hînî jiyanê û jiyînê dike; ecêb e, liv...

Meseleya wijdanê!

  • 01 Sermawez 2014

Her çiqas ku nivîskarê başûrî Ahmet Muxtar Caf ev serenav kiribe navê pirtûka xwe û mijar bi awayekî wêjeyî vegotibe jî, lê belê meseleya...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ciwan: Heta bi encam bibe emê li vir bin

ad

Li ser gûzên Hewramanê belgefîlmekî hat kişandin

ad

Li 24'emîn mêrî digere!

ad

YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir

ad

Amerîka, Fransa û Sûriyeyê bi hev re li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyanî da

ad

Berendamên Xelatên Muzikê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname