Mekan bîr in; di bîrê de li hêlekê parçeyên jiyana însan yên xweş li hêla din êş, jan, trajedî û çavkaniyên trawmayan. Mekanê ku di heman demê de “kod” e çerçewa bi bîranînên baş re di derhişê me de bibe xeml bi wî awayî ji alî êş û trawmayan re jî mekan hikum li mirov dike û dev jê bernade.
Ger ku takekes ji vê hêlê ve mekanê rabirduyê deşîfre neke îhtîmal e ku ew mekan bi têkiliyeke şîzofrenîk re hikum li mirov bike.
Di “Hurcahil”* de hinek jî mesele ev bû; piştî karekter bi mekanê zarokatiya xwe re bi tesadifan re rû bi rû dibe dibîne ku ew “warê pîroz” yê zarokatiya wî ku hîç dev jê bernedaye ne tu ci ye, kevir û kîn kor e!
Mekan di heman demê de bîr in; bi edebiyat û hunerê wextê tê deşîfrekirin li hêlekê gul jê dipişkivin (mixabin ev ji bo me kurdan gelek kêm e) li alî din deriyê derd û kulan tê vekirin, hewa bi nav bîrê dikeve, hinek be jî bêhna xweş pê dikeve.
***
CÎTÎ
Warê peyvê: Varto-Înaq
Peyv di mehna “parçede” tê bikaranîn; “cîtiyek goşt”, “Tu canê min cîtî cîtî bikî jî ez bi ya xwe me”
“Cîtiyek penîr.” Me got di mehna parçede ye li bi gelemperî wê mehnê nade der, em nikarin bêjin cîtiyek qumaş, cîtiyek nan, cîtiyek bacan…
Pariyek nan, pariyek erd, pariyek bacan, parçê pîvazê, parçeyek qumaş…
***
Niha li Vartoyê me, bi pel û pincarê ketime; kereng, kerengên dardarik, siping, mendik, sîrim, so, gûlik, karî, gezgezik, silmastik, kuvkarik ew pelûpincar û tamatî ne ku min îsal têra dil xwe xwarin…
Helbet, sibehê saet di çar-pênc,şeş û carna di heftan de bi çolê dikevim beden bi min sivik dibe her dixwazim bimeşim. Ji her derî ve giha, gul û çîçeg, pel û pincar bêhna xwe bi ser însan dixin.
Xwezî hew qas bûya; mixabin, aniha ,Kurdistan bi tenê ne ev e. .. Ev nivîs bila biqede!
***
*Nûçe û nivîsên li ser HURCAHIL:


