Diyarname
Di maça yekem a nîvfînalê ya di Lîga Şampiyonan de li mala Liverpool'ê maça Liverpool û Chelsea bi 1-1 bi dawî bû.
Ji bo derbasbûna fînalê maça yekem a di navbera Liverpool û Chelsea de duh êvarê maç hate lîstin. Di deqîqela 43'yan de ji Liverpool Kuyt got avêt û beşa yekem bi 1-0 a serketina Liverpoolê derbas bû. Chelseaya ku di çarîkfînalê de tîma Tirkiyeyê Fenerbahçe têk biribû di deqîqeya 90+4'an de bi Riise bersiva Liverpoolê da û wekhevî saz kir. Maç bi 1-1 bi dawî bû. Maça duyem a di navbera Liverpool û Chelsea vê carê dê li mala Chelsea li dar bikeve û bi vê skorê jî Chelsea avantaj bi dest xist.
Maça din a Lîga Şampiyonan a nîvfînalê dê di navbera Barcelona û Manchester United de îşev saet 21.45'an de li dar bikeve. Li Tirkiyeyê maç di Star TV de tê nîşandayîn.


