Berî bi çend rojan di rojnameyekê de şanogeran bang li nivîskarên kurd dikirin ku tekstên şanoyê lêbikin.Ew digazirin ku tu tekst li ber destê wan nîn e. Taybetiya tekstên şanoyê ya herî girîng afirandina karekteran e. Baş e, em dikarin bibêjin problema pexşanên bi kurdî ya herî mezin jî ev e. Heya di çîrok û romanê de kesayetî û “tîp” neyên afirandin ne gengaz e tekstên şanoyê jî bêne nivisîn…
Ger em li dîrokê û berhemên zargotinî binêrin heya demekê li gorî mercên wan deman şexsiyet hatine afirandin. Memê Alan ji vê hêlê ve mînaka herî dîyar e. Pîrê wêjeya nivîskî Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de her karekter li gorî jiyana ku wî hêvî kiriye bi dê û bav kiriye. Ji kosegelî heya lîstikên din… Gel heya demekê karekter afirandine.
Bi dû re, heya niha jî, bi gelemperî em nikarin navê şexsiyetên di berheman de hatine afirandin û nehatibin ji bîr kirin rêz bikin. Taybetiya berhemên wêjeyî ya herî girîng ev e. Di berhemên wêjeyî ên cîhanê de gelek caran şexsiyetek bi tenê bûye sedem ku berhem bibe berhemeke mayînde.
Çend sedem jê ev in; piştî demekê xeyalên me xesiya ne. Em destbirî mane. Ziman nehatiye bikaranîn. Em ji jiyanê xeyidîne. Çandeke hêvîşikestî xwe daye der. Kes xwedî dilên bi birîn û hişê ne azad bûn. Dîsa ji sedemên ramyarî, derûnî û sosyolojîk em hew bi ‘xwe’ re mijûl bûn. Bi berdewamî me dixwest em behsa xwe bikin. Wekî Rênas jî destnîşan kiribû her kes ji bilî hewlên karekteran biafirînin di berhemên xwe de xwe nivisîn.. Her ku gelek berhem bi hêviya kes û civakeke azad hatin nivisîn jî nivîskaran di serî de azadiya karekterên xwe ji dest wergirtin.
Dîsa xaleke girîng e ger hûn li berhemên bi kurdî hûr bibin hûn dê bibînin hemî xeyal xeyalên zaroktiyê ne. Di bernameyan de jî kes hew behsa xeyalên zaroktiya xwe dikin lewre kesên kurd piştî zaroktiyê xeyalên xwe wenda dikin. Ger xeyalên we xesiyan hûn nikarin jiyaneke nû xeyal bikin, di nav jiyana hûn hêvî dikin de kesan bi cî bikin. Ev bi hiş û dilê we, bi nêziktêdayîna we ya li jiyanê ve jî girêdayî ye. Hûn jiyaneke dî xeyal nekin wê çaxê hûn neçar dibînin kesên di nav jiyana heyî de hilbijêrin. Ev rasterast ne xeletî ye. Lê wextê hûn li karekterên bi vî awayî dinihêrin jî tu hêviyek, gotineke hatibe afirandin an jî estetîzekirin nabînin. Taybetiya nivîskar û berhemê jî li vir xwe dide der; çi hûn ji nav jiyana heyî hilbijêrin çi jî hûn li gorî jiyana hêvî dikin karekter biafirînin gere hûn bi hostatiyek û honaziyek têkiliyên xwe û şexsiyetan sererast bikin. We ew afirandibe jî tu mafê we li ser wan nîn e. Hûn gelek bi ser şexsiyetan ve biçin û xwe bijîn wê berhema we bibe “serpêhatiyeke” beloq! An jî bê hay hûn dê bibin kujer!
Ma ne di civaka me de hê jî karesetên bi vî awayî têne jiyîn; ji ber ku bav e (!), an jî êl û eşîr in xwe xwedî lawikên donzdeh salî dibînin, demançe didin dest wan an xwişka wan an jî xaltîk û meta wan bi wan didin kuştin! Ev taybetiya kesên rojhilat e jî di heman demê de; bê hay însan gelek caran alav e! Ev jî gotina “dilê reş” bi bîra me tîne! (Sedem bi hezaran in lê ev rastiyek e jî!) Di serî de gere êdî hewesa “xwedîbûnê” bi me re nemîne. Em ne xwedî keseke dî ne! Bi dû re ger xençera we hebe di nav dilê reş de bilebitînin da ku ew parçeyê dilê me yê dî ku ji dilê çûçikeke çolê naziktir e hilbiavêje.
Dîrok: 01.10.2006 Saet: 00:36 Yê/a ku şandiye: editor


