Tu xelatekî bo me ji payizên bihûrî
Ji hingura helbestê, ji berbanga evînê
Berken bereh
Sedsala bîstemîn ji bo neteweya kurd qirneke berxwedêr û bi berhemên neteweyî tije ye. Li her çar alî welêt, di vê qirnê de hişyarbûneke berbiçav pêk hat û ji bo rizgarî û desthilatdariya xwe li hember zordestan berxwedaneke zor dijwar da.
Bi vê berxwedanê re helbet wêjeya kurdî jî bi pêş ket. Gelek rewşenbîr û têkoşerên kurd bi berxwedana gelêrî re pênûsa xwe bi kar anîn û berhemine hêja afirandin û wêjeya kurdî bi pêş xistin. Bêguman Osman Sebrî yek ji wan kesan e ku hem bi pênûsa xwe û hem jî bi têkoşeriya xwe cihekî gewre di dîroka kurdan de ji xwe re ava kiriye.
Ger em tenê helbestvaniya Osman Sebrî ji xwe re bikin mijar û li ser afirandinên wî binivîsînin, bêguman em ê bibin sedema kêmasiyeke mezin. Lewra Osman Sebrî di heman demê de, bi qasî helbestvanî û afrîneriya xwe di qada têkoşeriya kurdan de jî xwedî cihekî pîroz e. Cemal Sureya dibêje; "jiyana şaîr parçeyek ji ya helbestvaniya wî ye." Arîf Damar, hê ji wî wêdetir diajo û dibêje ku; "Divê mirov tenê nebe govanê dema xwe, di heman demê de divê mirov sûcdarekî/ê dema xwe be." Li ser van gotinan ez dikarim bibêjim ku jiyana apo Osman Sebrî bi qasî berhemên wî girîng e. Lewra çelengî, bedewî û nirxa helbestekê tenê ne bi form û naveroka helbestê ve girêdayî ye, di heman demê de ka heta çi radeyê bûye bersiv û encama hemû têkiliyan; çi civakî û çi estetîkî.
Wêjevanî û berhemdariya Osman Sebrî bi awayekî serkeftî di gotarên wî de dixuye; di gelek gotar û pêşgotinên wî de mirov rastî bedewî û çelengiyê tê û bi hêza gotinê dihise.
Di helbestên xwe de tevî teşe û şêwaza klasîk, deriyê helbesta nûjen jî vekir. Em dikarin bibêjin ku ji alî şêwaz û teşeya nûjeniyê ve Osman Sebrî ligel Qedrîcan, pêşengên vî cureyî helbestê ne. Helbestên xwe yên bi şêwaza klasîk axleb bi heft û heştbangî nivîsandin. Carinan bi duybetî jî helbestên xwe ristine. Gelek fabl jî nivîsandin. Lê her çi qas teşe klasîk be jî naverok nûjen e;
"Jiyîn xweş e bi xurtî
Li Kurdistan bi kurdan
Bav û biran çi bikim
Hemû min tê bi derdan"
Gorbihuşt, însanekî gelek hişyar, zana, dûrbîn, hunermend û welatparêz bû. Tim û tim dixwest ku kurd hemû nakokiyên xwe ji holê rakin û tifaqa xwe çêbikin da bigihîjin meqsed û mirada xwe. Dermanê vî karî jî pêşniyaz dikir ku pir bixwînin:
"Derba li me tu zanî
Rim nîn e giş nezanî
Xopan kirin kurdanî
Ev tiral û nezanan."
Wî tu carî ne di têkoşeriya xwe de û ne jî di berhemdariya xwe de gazinc ji halê xwe nekir. Berevajî wê, her tim xwest û got ku divê ew ji her kesî bêhtir biêşe;
"divê ez wan bikêşim,
ne her wekî hevalan
hîn zêdetir biêşim..."
Ji bo girîngiya zimên jî digot; "Ger tu bixwazî welatparêziya yekî nas bikî, lê mêze bike çi qas bendewarê zimanê xwe ye."
Hawarê xweş ava kir
Dilê kurdan pê şa kir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir"
Osman Sebrî di warê helbestê de pir serkeftî bû. Rê û rêbazên vegotineke manîdar û serkeftî baş dizanibû. A herî girîng, di hemû hêmayên wî de bêhna xweş a folklor û kultura kurdî tê. Li hêla din hemû helbestên wî ku dema mirov dîroka nivîsandina wan dinihêre, mirov baş pê dihise ku rasterast ji hest, dilîn û êşên ku jiyaye hatine pê. Ev pêzanîn dike ku helbestên wî bandoreke xweş li ser rihê mirov bike.
Helbestên wî bi ya min di sê qonaxan re derbas bûne. A yekemîn ku ew bi xwe bi hemû hêza xwe tev li xebata siyasî bûye, helbestên wî jî yên îdeolojîk û siyasî ne; a duyem li ser evîndariyê ne ku ev cure helbest jî dikeve wê qonaxê ku kurd li seranserî welêt di nav bêdengiyeke xeternak de ne û di navbera Apê Osman Sebrî û hevalên wî ne xweş e; a sêyem ku helbestên xwe li ser nevî û nas û dostên xwe nivîsandine.
Ger ji alî mijar ve mirov helbestên Osman Sebrî dabeş bike, mirov dibîne ku helbestên wekî sirûd(marş), çîrok, pastoral, evîndarî, pesindayîn, hûrdarî, rexnekirin... û gelek celebên din in. Dîsa Osman Sebrî yekemîn kes e ku rûdan û qewimînên sirûştî şibandiye liv û livbaziya însanan;
"zozan têne guhartin zû
mîna cilên bûkên di nû"
Di helbestên xwe de gelek caran peyvên bajarê ku lê hatiye dinê, ango yên herêmkî bi kar aniye û li ser derdora gundê ku lê hatiye dinê (Narincê) û xweşikî û delaliya wê nivîsandine. Di helbestên xwe de îstîare, şibandin, danberhevkirin, şayesandin bi hostatî bi kar aniye;
"me dît kapa bextê me
du mîr hatin bi xweşî" (îstîare)
"Erdê ko wê tê geşt e
bo min dêra miqeddes. (şibandin)
Hêjayî Hind û çîn e
Di rex wê de yek nefes." (danberhevkirin-mubalexe)
"
Me pesnê wê ne qesd e.
Nîn e şirînzimanî.
Ew rewşa şeng û oflaz,
Çavmat dihêle Xanî.
Heke Feqî bidîta
Dê dest li ber bihesta
Melê bi sed kul û derd
Wê lêva xwe bigesta
Ew jî ji bo me pir dît
Felekê kir, neyarî
Rahişt milê me avêt
Nav girava Sent-Marî" (mubalexe)
ZOZAN
Zozanên me bilind in
Tev bi zevî û gund in
Di wan hene avên sar
Tev devî û rêl û dar
Raxerê wan gulçîçek
Firende tê lek bi lek" (şayesandin)
Her wiha, helbesta wî ya bi navê "Bahoz", nimûneyeke xurt e ji bo helbesta me ya modern û nûjen. Hem bi naverok û hem jî ji alî teşeya xwe ve.
Osman Sebrî di tevahiya jiyana xwe de mîna Cegerxwîn xwest ku gelê xwe hişyar bike, êş û jana gelê xwe anî zimên, riya rizgarî û jiyaneke bi rûmet û bextewar şanî wan da. Ne tenê zilm û zora mêtingeran, her wisa neheqî û necamêriya axa, beg û şêxan jî anî zimên û ji bo gundî, reben, belengaz û jarên welatê xwe têkoşa. Di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê "Apo" de poetîka xwe wiha destnîşan dike; "helbest û çîrok tenê bi rê û rêbazên hişyarbûn û berxwedanê dikare pêşengiya gelê xwe bike û wan bo têkoşînê rake ser piyan."
Osman Sebrî her çi qas li binxetê be jî, wî her tim têkiliya xwe bi welatparêz û têkoşerên kurd ên bakur re daniye. Dema li Stenbol nemir Edîp Karahan bi navê Dicle-Firat rojnameyekê derdixe (1962) Osman Sebrî vê helbestê ji wan re verê dike;
"Min hêvî heye Dîcle-Firat barê me rake
Di warê ziman li rojhilat xelkê me şa ke
Zimanê me yê paşdemayî çîçkî bide pêş,
Va ye bo wî spasên xwe ez dikim pêşkêş."
Berî ku nivîsa xwe bi dawî bînim bi rêzdarî serê li ber giyana Apo Osman Sebrî ditewînim û nivîsa wî ya bi awayekî edebî hatiye nivîsandin û pend û şîretek e, divê mîna guharê tim di guhê me de be li jêr rêz dikim;
Parastin û geşkirina xwendin û nivîsandina Kurdî li ser milên her kurdekî dilsoz û welatparêz e, bi taybetî xwendayên me, çunkî ziman rolekê girîng di jiyana her netewekî de dimîne/ dihêle/, zimanê me jî gelekî li paş maye û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin. Hingê em qenciyê li xwe dikin, bîrberek dibêjit: (ku tu bixwazî bizanibî kesekî çend xizmeta miletê xwe kiriye, binêre ku wî çi qasî xizmeta zimanê xwe kiriye...)
Daxwaza min ji hemî xortên kurd ew e ku çavên xwe vekin, dost û dijminên xwe ji hev nas bikin û destên xwe bidin hev bo rizgariya gel û welatê xwe.
* Mirovê gelparêz gereke van sê tiştan bi duristî biparêze:
1- Canê gelê xwe
2- Malê gelê xwe
3- Namûsa gelê xwe
Her kesê destê xwe dirêjî yekê ji vana bike ew dibe rûreşê gelê xwe û xortên kurd gereke dostaniya wan neke.
*Tu caran miletek hemî weka hev nafikirin û her hindeka bawerî bi ramanekê heye, vêca gereke her kes azad be di bîr û baweriyên xwe da çunkî kes bi zorê weka mirovî nafikirêt, ez bi ramana xwe û tu bi ramana xwe, lê em birayê hev in, nabe em şerê hev bikin ji ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî dixebitin.
*Ziman, zimanê me gişka ne?! Ne yê yekî, an yê didiwan e, gava ku ji bo zimanê xwe bixebitin qenciyê bi xwe dikin, lê heyfa yê ku heya niha bi zimên mijûl dibin gelekî kêm in.
*Gelek ji xortên me çavên xwe berdane nivîsandina helbestan, ev ne tiştekî hêja ye. Divê nivîsên rastesere bêne nivîsîn. Belê helbest tiştekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye. Divê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne, lê nizanin, hemû ji min re helbestan çêdikin.
*Em miletekî bêziman in, a niha pir xortên me hene xwenda ne, bi Erebî jî xweş dizanin, dibêjin:(Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin), lê naxwazin hînî zimanê xwe bibin û ez dê çawa ji wan bawer bikim?!
Berhemên wî:
1- Dîwana Helbestan "Apo" 1979'an de Hemreş Reşo li Ewropayê çap kir.
2- Dîwana helbestan "Bahoz" û çend nivîsên din.
3- Pirtûka Lêkolînê. Li ser ziman û rêzimanê kurdî
4- Alfabeya kurdî ya ku ji alî Mîr Celadet Bedirxan ve hatibû sazandin û pejirandin.
5- Çar Leheng-Şanoyî
6- Derdên me
Jêderkên vê gotarê:
1-Antolojiya Helbestvanên kurd-Pelesor yayınları Stenbol 1992
2-Jînenîgariya min-Cegerxwîn-weşanên APEC Stockholm 1995
3-Rojnamegeriya Kurdî-Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Öz-Ge yayınları-Ankara 1992
4-Dîroka Wêjeya Kurdî -Feqî Huseyn Sağniç- weşanên Enstitûya Kurdî, Stenbol 2002
5-Kovara Nivîs a Înternetî-Hejmar 15
6-Kovara Tirej a Înternetî
7-Kovara Dîcle Ya Înternetî
8-Azadiya Welat-hejmar 234
9-Evrensel Gazetesi-15.10.2002
10-Newroz, kovara Înternetî-hejmar 46
11-Konê Reş-Apo Osman Sebrî (7ê Gelawêj, 2005-malpera Amude)
12-Kovara Hêvî –1990
13-Dîwana Osman Sebrî, Weşanên Apecê, Stockholm 1998
Nîşe: Ji bo parastina reseniya wê, min dest neda nivîsara Osman Sebrî.
OSMAN SEBRÎ
Tu xelatekî bo me ji payizên bihûrî
Ji hingura helbestê, ji berbanga evînê
Bi hêminî dinizilî etlasa jiyanê
Hêviyên dahatûyê te li me didin hîs kirin
Kurê birîndarî yê nifşa xwe
Dilê te ji hingiva kilaman
Êş in te dibişirînin ji serpêhatiya hezarî salan.
(Dê bidome)
Beşên din ên vê rêzeyê:
- Dîroka helbesta kurdî-X: Qonaxa Hawarê: Cegerxwîn
- Dîroka helbesta kurdî-IX
Qonaxa Hawarê
- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî
Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


