Diyarname
Li Dêrsimê, Şaredarê Bajaroka Akpazarê Ali Aydin îro ji AKP'ê îstîfa kir.
Şaredarê Akpazara Mazgîra Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku wî ji partiya xwe îstîfa kiriye. Di daxuyaniyê de wisa hate gotin: "Ji ber ku di gera xwe ya Turcelî (Dêrsim) de serokwezîr û serokê partiya me dem ji bo guhdarîkirina pirsgirêkên me veneqetandiye ez ji AKP'ê îstîfa dikim, dixwazim endamtiya min jî bê jêbirin."
Li gor agahiyan Şaredar Aydin daxwaznameya îstîfaya xwe ragihandiya Serokatiya AKP'ê ya Navçeya Mazgîr û Navenda Giştiyê.
NOTEK: Şaredar Aydin roja 25'ê mehê îstîfaya xwe da, roja 26'ê mehê tevî Serokê AKP'ê yê Dêrsimê derket pêşberî çapemeniyê û ragihand ku ew vegeriyaye partiya xwe.
Em çi bêjin: Bila li hev pîroz bin.


