Cemil Oguz
Lêkolîner Mahmut Akyurekli qala karaktera Serhildana Şêx Seîd, cihê cil, amûr û çekê Şêx Seîd û qala Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê kir.
Lêkolîner Mahmut Akyurekli ji Çewligê ye. Wî di sala 1985'an de li ser Dêrsimê teza xwe amade kiriye, lê rastî zehmetiyan hatiye. Ji wê rojê de dest ji karê lêkolînerî berdaye û dest bi ticaretê kiriye. Di sala 2010'an bi pêşniyara hin hevalên wî careke din vegeriyaye ser karê xwe yê lêkolîneriyê. Di vê navberê de jî ew li gelek gund, navçe û bajarên Bakur geriyaye, cihên bûyer lê qewimîne dîtiye, not girtine û ji bo xebata xwe kiriye bingeh. Di vê çarçoveyê de pêşî pirtûka wî "Şark İstiklal Mahkemeleri (Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê) 1925-1927" (Kitapyayinevi, 2013) derketiye. Niha jî pirtûka wî "Şark İstiklal Mahkemeleri Kararlari" (Biryarên Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê) wekî du cild ji Weşanên Nûbiharê (2014) derket.
Kovara Kurt Tarihi ku mehê gotûbêjek li ser dîroka kurdan li dar dixe, vê carê di vê çarçoveyê de ligel Weşanên Nûbiharê ev xebata xwe li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî êvara 1'ê adarê li dar xist. Di gotûbêja ku hîndekar û edîtorê Kovara Kurt Tarihi Mesut Yegen bi rê ve bir de lêkolîner Mahmut Akyurekli li ser Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê, Serhildaha Şêx Seîd axivî. Piştî gotûbêjê jî bi Akyurekli re fersend çêbû ku em sohbetek bikin.
Vane agahiyên ku Akyurekli ser wê serdemê dan me:
- Di dîrokzaniyê de du cure hene, yek jê dîrokzaniya li ser bihîstinê, ya din li ser belgeyan. Yê min dîrokzaniya bi belge ye. Ez her tiştê li ser biaxivim bi belge diaxivim.
- Di sala 1985'an de min li ser Dêrsimê teza xwe çêkir. Bi Dêrsimê Kurdistan terbiye kirin. Ji bo dersê bidin Kurdistanê Dêrsim tercih kirin.
- Dadgehên Îstîklalê yekemîn dadgehên rejimê ne. Pêşî ji bo darizandina leşkerên li leşkeriyê reviyane, ji ber ku wan salan gelek leşker ji leşkeriyê direviyan hatiye çêkirin. Armanc ew bû ku pêşî li firariyan bigire.
- "Dadgehên Îstîklalê" dadgehên CEKA yên Bolşevîk û Dadgehên Îhtîlalê yên Fransiz ji xwe re wekî mînak girtine.
- Piştî van dadgehan rola xwe lîst ev dadgeh careke din hatin darizandin û navê wan kirin "Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê". 4'ê adara 1925'an de avakirina wan hate erêkirin û 7'ê adarê de dest bi kar kirin.
Bi roj didarizandin, bi şev îdam dikirin
- Heyeta dadgehê 12'ê avrêla 1920'î de digihîje Amedê û yekemîn darizandina xwe roja 16'ê avrêla 1920'î de dike û wekî kesên yekemîn jî Şêx Eyûbê Sîweregî û Dr. Fûad didarizînin û biryara îdamê didin. Heman rojê ew tên îdamkirin.
- Taybetiya van dadgehan ew e ku çi biryarê birin ew e, qebûlnekirin tune ye. Ji meclisê destûr girtiye, çi biryarê bidin heman rojî tînin cih. Dadgeh bi roj îdamê dide, bi şev kesên îdamxwarî têne îdamkirin.
- Dadgehên ku heta 1927'an dom kirin bi giştî 435 kes îdam kirin. Dibêjin 'bi hezaran kes îdam kiri', na. Van dadgehan bi awayekî fermî 435 kes îdam kirin. Ji bilî van dadgehan ku ev dadgehên sivîl bûn, dadgehên leşkerî hebûn bi navê "Divan-i Harb-i Orfi". Van dadgehan leşker didarizandin û hema li wir didan ber guleyan. Hejmareke teqez li ser kesên di van dadgehan de hatine kuştin tune ye, lê dikare bê gotin ku hezaran kes wisa hatine kuştin.
Belgeyên dadgehan li Arşîva Meclisê ne
- Berê li nav kurdan dizî hebû, dizî wekî mêrakiyek dihat vegotin. Min jî ev agahiyên li ser Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê ji arşîva Meclisa Tirkiyeyê dizîn. Ev biryar hemû yên li ser van dadgehan di arşîva meclisê de hene. Yên biryarên li ser Dêrsimê ne li meclisê, di arşîva TSK'ê (Hêzên Leşkerî yên Tirk) de ne.
- Ji gotinên şahidan, heta agahiyên lêgerîna li ser Şêx Seîd û leşkerên din, heta nameyên Şêx Seîd, belgeyên dadgehê bi çiwalan belge hene.
Cil û tifingê Şêx Seîd li muzeyê ne
- (Yurekli foto nîşanî me dide û dibêje) Cil û bergên Şêx Seîd, tifingê wî Henry Mantini, kuma wî, hemû li Muzeya Etnografya ya Enqereyê ne.
- Dema darizandina Şêx Seîd dikişînin kamerayê jî. Ew bobîn/makare jî hene. Ew niha li Zanîngeha Marmara ne, li benda restorekirinê ne, lê nakin. Rojek dibe ku ev dîmenên Şêx Seîd jî derkevin holê.
Li Elezîzê Dêra Ermenan
- Wê demê gelek kes têne girtin, cih namîne wan bixinê. Li Elezîzê Dêra Ermenan hene. Dora 300 kesî wekî masiyan biavêjin ser hev, dikin wir. Av tuneye, paqijî nîn e. Li wir ji nexweşiyê, ji tîfoyê li dor 70 kesî dimirin. Hesen Xeyriyê Dêrsimê jî li vir tê girtin.
Karakterê Serhildana Şêx Seîd çi ye?
- Ez ne wekî 'Serhildan', wekî "Hedîseya Şêx Seîd" bi nav dikim. Wê demê meclis biryarekî distîne, ji çapemeniyê dixwaze ku li hundirê Tirkiyeyê wekî "tevgereke serhildana kurdan" nîşan bidin ku, eşîr û şêxên din piştgirî nedin Şêx Seîd. Ji bo derveyî Tirkiyeyê jî vê serhildanê dixwaze wekî "serhildana tevgereke îslamî" nîşan bidin ku ji derveyî Tirkiyeyê piştgirî neyê. Yanê hem li derve, hem li hundir bê piştgirî dihêle.
- Şêx Seîd di dadgehê de ji bo tevgera xwe dibêje, "Ev ne tevgereke Kurdistanî ye." Ev belge heye di destê min de. Belge wê dibêje, lê fikra min ev e: Hedîseya Şêx Seîd karakterê wê "tevgereke karekter îslamî, hedîseyeke kurdî"
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Kovara Kurt Tarîhî îdîayeke gelek mezin avêt holê



