Diyarname
Nexweşiyeke bi navhe “Demans” heye ku bi bîra mirov re eleqedar e. Û du girtiyên bi vê nexweşiyê ketine hene: Serfermandarê 2’yemîn ê Artêşa Tirkiyeyê Çevîk Bîr. Û siyasetmedara kurd Aysel Tugluk.
BÎR BERDAN
Çevîk Bîrê ku di “Doza 28’ê Reşemiyê” de cezayê muebetê lê hatiye birîn nexweş ketiye. Parêzerên wî 15’ê meha pûşperê, yanê meh û nîv berê serî li dozgeriyê dan û gotin ku bi nexweşiya demansê ketiye, divê bê berdan. Îro biryara berdana wî hat dayîn.
TUGLUK BERNEDAN
Siyasetmedara kurd, Hevseroka KCD’ê ya berê Aysel Tugluk ji meha reşemiya 2021’ê ve bi nexweşiya demansê ketiye. Lijneya Tiba Edlî (ATK) serîlêdanên parêzeran 3 caran red kir. ATK’ya ku serîlêdana parêzerên Bîr bi lezgînî nirxand, bersiva erê da, ligel ku Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê gotiye Tugluk bi nexweşiya demansê ketiye jî vê ATK’ê daxwaza berdana Tuglukê red kir.
Vê mînakê edaleta li Tirkiyeyê careke din bi awayekî zelal xwe nîşan da…


