logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Edaleta Başûr, piştgirên Bakur

  • Dîrok: 26/08/2021
Werin em di vê nivîsê de bi ser çend notan re çend pirsan bikin, bikevin dû edaletê yan jî bêedaletiyê... Meseleya me bila Bafil, Şêx Cengî û PDK'yiyên Bakur be.
Bûyer roja 08.07.2021'ê di navbera Hevserokên YNK'ê Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî de derket. Şêx Cengî ji bo ziyan zêde nebe ji Hevserokatî îstîfa kir û xwest Polîtburoya YNK'ê meseleyê bigire dest. Paşê sûcdarkirin û tiştên din hatin.
Rojên din ji Lahûr Şêx Cengî xwestin welat terk bike, wî got ez naçim. Gotin doz lê vebûye û gelek tiştên in.
Roja 25.08.2021’ê hat gotin ku Polîtburoya YNK'ê biryar daye ku Lahûr Şêx Cengî di nava 72 saetan de Herêma Kurdistanê terk bike û heta hilbijartina Iraqê (roja 10.10.2021'ê dê li dar bikeve) venegere.
BIRYARA YNK'Ê YE YAN A DADGEHÊ YE?
Hin dibêjin dadgehê biryareke wisa girtiye. Niha pirs tên:
- Ger Polîtburoya YNK'ê daxwaza derketina Lahûr Şêx Cengî dike divê diyar bike ku sûcê wî çi ye? Ji ber çi siyasetmedarekî ji welatê xwe tê qewirandin?
- Ger dadgehê biryareke wisa dabe divê dadgeh eşkere bike çima biryareke wisa? Ma ev karê dadgehê ye? Ger sûcekî Şêx Cengî hebe divê dadgeh wî bidarizîne û cezayê lê bibire. Ha cezayê pereyan, ha ya hepsê... Mafê dadgehê tune ye biryara derketina derveyî welat bide. Ger sûcek wî hebe dadgeh mecbûr e wî bidarizîne, ger sûcek wî tune be dadgeh nikare tiştek bike û divê eşkere bike ku kesek bê sûc çawa ji welatê wî tê qewirandin…
BIRYAR HIKUMETÊ ELEQEDAR DIKE
Biryar YNK’ê jî dabe, dadgehê jî dabe, ev biryar Rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî eleqedar dike.
1- Hemwelatiyekî/e ji rêzê jî dema bê xwestin ji welat bê qewirandin divê hikumet xwedî li wî/ê hemwelatî derkeve. Dernekeve wê çaxê tiliya hikumetê jî têde heye.
2- Lahûr Şêx Cengî ne hemwelatiyekî ji rêzê ye, siyasetmedarekî payebilind e jî. Loma divê Hikumeta Herêma Kurdistanê dest biavêje meseleyê. Ji ber ku hikumet berpirsê hemû herêmê ye. Ya diduyan cîgerê serokwezîr (Qubad Talabanî) ji heman herêmê, heman partiyê ye û ew jî mecbûr e gavan biavêje, hikumetê bixe nava tevgerê.
3- Ger hikumet bibêje "Tu karê min pê tune" wê çaxê ew ne tu hikumet e. Li welatekî siyasetmaderî mezin ji welat bê qewirandin hikumeta wî welatî nikare bêdeng be. Ger hikumet alî bigire wê çaxê ew hikumet ne adil e. Ger hikumet bibêje ev meseleya dadgehê ye, wê çaxê divê ligel berpirsê giştî yê Dadgehên Kurdistanê kî be biaxive û meseleyê zelal bike.
BAFIL Û PDK'YIYÊN ME
Mesele wisa diyar e ku di navbera Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî de ye û meseleyeke şexsî ye. Lê di heman demê de meseleya fikrî ye ku Bafil fikrekî, Lahûr fikrekî din diparêze.
Di bûyera Kerkûkê de, di hin bûyerên din de Bafil wekî sûcdar hat dîtin. Piraniya PDK'yiyên Bakur ji bo Bafil Talabanî digotin "Wî Kerkûk firot, ew îxanetkar e". Niha jî ev PDK'yiyên Bakur piştgiriya Bafil dikin li hemberî Şêx Cengî.
Ger Bafil îxanetkar bû hûn çima niha piştgiriya wî dikin û dixwazin îxanetkarekî bibe serokê duyemîn partiya mezin? Ger îxanetkarekî bû we çima heta niha nedarizand? Niha çi fêdeya we di wî de heye ku hûn piştgiriya wî dikin? Gelo tiştekî baş e îxanetkarekî bibe serokê partiya mezin a duyemîn a welat? 
Pirsek din ji PDK’yiyên Bakur; Mesela, Rêveberiya Xweser a Rojava yek ji siyasetmedarê partiyeke ji Rojava biqewirîne hûnê bêjin çi?
HERÊMA KURDISTANÊ DÊ ÇAWA BE?
Di gelek bûyeran de heta niha pratîka Hikumeta Herêma Kurdistanê, helwesta Dadgehên Herêma Kurdistanê hat nîqaş kirin û rexnekirin. Di vê bûyerê de jî her du (heta îro ku ev nivîs hat nivîsîn) ne xwedî pratîkek rast in. Li ber çavên wan, li ben çavên hemû dinyayê siyasetmedarekî ji welatê xwe tê qewirandin, biryareke wisa tê girtin lê her du sazî (hikumet û dadgeh) bêdeng in. Ku her du jî divê xwedî helwest bin.
Ev mînak ne meseleya Bafil û Şêx Cengî tenê ye, meseleya Herêma Kurdistanê bi xwe ye, meseleya edaleta Herêma Kurdistanê bi xwe ye. Meseleya hemû kurdan e.
Ger mesele li gor edaletê neyê çareserkirin ne Hikumeta Herêma Kurdistanê, ne jî Dadgehên Herêma Kurdistanê dê bikaribe bibêje em adil in. Ev mesele mînak e ji bo dinyayê hikumetek û dadgeha welatek çiqas adil in yan na jî…
Rojek paşê, du roj paşê dê çi biqewime em nizanin. Lê em dizanin ku dîrok her tiştî tomar dike. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji min re gotibû 'Em wekhev in'

  • 20 Berfanbar 2019

Berî em bibêjin ev ji ku derket, em pêşî hin gotinan bibêjin:Kurd çima xwe wekhev nabînin û çima xwe û serdestên xwe wekhev nabînin? Çima...

Çend kesî pere ji bo Amed Sporê şand?

  • 09 Gulan 2017

Ezê pêşî vê bipirsim: "Hûn çima alîkariya Amed Sporê nakin? û wisa bidomînim:Hema bibêje her kurd, kurdên ku ji sporê hez nakin jî ji Amed...

Emê li Batmanê bin

  • 04 Rezber 2008

 Roja 10'ê mehê, saet di navbera 13-18'an de emê li Batmanê bin. Li ber Mala Gel a Musa Anter emê bên cem hev.Ji bo xwe emê bên cem hev, ji bo zimanê xwe. Emê di...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Stenbolê û hin bajarên din jî Newroz qedexe kirin

ad

Birêz Serokwezîr kurd asîmile ne yan entegre ne?*

ad

Ji siyaseta kurd biryara greva birçîbûnê: Tenê muxatab Ocalan e

ad

Agahiyên li ser xwepêşandanên Başûr

ad

Em wî bibîr tînin

ad

Meaşê Ersîn Duzen û şirovekarên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname