Roja 10'ê mehê, saet di navbera 13-18'an de emê li Batmanê bin. Li ber Mala Gel a Musa Anter emê bên cem hev.
Ji bo xwe emê bên cem hev, ji bo zimanê xwe. Emê di mîtînga ziman de bên cem hev, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixwazin.
Helbet dê mîtîng têrê neke. Dibe ku qet ne çare be jî, lê em bi der û dora xwe, bi dinyayê didin zanîn ku em ji bo zimanê xwe jî mîtîngan li dar dixin.
Gotina Şengul Ogur a bi rengê "Di 10.06.2008'an de li Geverê mîtînga, 'Edî bes e, em zimanê xwe dixwazin' hate lidarxistin. Gelo wê rojê, li Geverê çend rojnameyên kurdî hatin kirîn, çend kovar û pirtûkên bi zimanê kurdî hatin kirîn." (1) di bîra me de ye. Gotineke xweşik e jî. Lê dîsa jî emê bên cem hev.
Di mîtîngê de emê bi hev re bi kurdî biaxivin, kesên ku bi kurdî nizanibin emê nehêlin derkevin ser dikê û biaxivin, û emê guh nedin kesên wisa jî.
Em dixwazim gotineke li ser TZPKurdî jî bikim: Heta niha di nav kurdan de gelek plan û proje hatine sazkirin, gelek komele û sazî hatine avakirin. Bi awayekî eşkere divê ez bibêjim ku herî zêde ev meseleya TZPKurdî bala min kişandiye û ez jê kêfxweş bûme. Helbet min di nav de cih negirtiye, ji ber ku kareke min a din heye, lê di destpêkê de jî û niha jî bi nivîs û nûçeyên xwe, carinan jî bi fikrên xwe heta ez dikarim ez xwe li ber wan hîs dikim.
TZPKurdî du salên xwe li dû xwe hiştin. Di destpêkê de gotibûn 'Me armance ku bigihîjin sedhezaran' û îro divê armanca wan ew be ku bi mîlyonan rakin ser piyan.
Bi min wisa tê ku divê TZPKurdî hinek din xurt be. Hinek din bi xurtî tev bigere.
Divê em tesîra xebata TZPKurdî hinekî din di nava jiyanê de hîs bikin. Ne bi sloganan, belkî ne bi mîtîngan jî, belkî bi xebata pratîktir em bikaribin di nav jiyanê de hîs bikin. Mînak divê em li Amedê tesîra wê hîs bikin...
Ne tenê li nava saziyan û di nav derdora welatparêz de... Li her derê divê em hîs bikin.
Mînak peynîrfiroşekî li Amedê jî divê haya wî ji TZPKurdî hebe û bi kurdî peynîrê xwe bifroşe.
Qedayîfçêrekî jî...
Belê dîsa wekî gotina destpêkê; Em tevî TZPKurdî di 10'ê mehê de li Batmanê ne, di rojên din de jî li cihên din. (2)
1- 31.08.2008, Diyarname
2- Daxwaza zimanê zikmakî wê dakeve qadan


