Helbet ez dizanim ev sernavekî dirêj e. Lê dema mijar dirêj e, tişteke normal e sernav jî dirêj be.
Mesele ev e: Erd erdê kurdan e. Mayîn ê dewletê ne. Yê ku dixwaze wan derxe û bibe xwedî wî erdî jî dewleta Îsraîl e.
Bifikirin li ser erdê kurdan, dewlet radibe mayînan diçine, bi dewleteke din re li hev dike ji bo derxistina wan mayînan û wê erdî pêşkêşî wê dewletê dike bêyî ku haya xwediyê erdî pê bixe, yan ji wî bipirse.
Niha di meclisê de pêşnûmayeke ji 6 xalan pêkhatî heye. Ev pêşnûma li ser mayînên ku di nav erdeke mezin de hatine çikandin e.
Li gor pêşnûmayê li ser erdên ku di nav sînorê Hatay, Kîlîs, Entab, Riha, Merdîn û Şirnexê de 617 hezar mayîn hene. Ji ber van mayînan ew erd nayê bikaranîn, bejî sekiniye.
Erd 350 metre fireh û 510 kîlometre dirêj e. Meclisa Tirkiyeyê di sala 2003'yan de Peymana Ottowa qebûl kiribû û li gor vê peymanê divê heta 2014'an ev mayîn ji erd bêne derxistin û ew erd bê paqijkirin.
Niha ev erd dê kî paqij bike (dewlet, yan şîrketên taybet ku hikumet dê kar bispêre wan), ev erd dê kî bajo, kî bikar bîne?
Li gor pêşnûmayê Îsraîl dê erd paqij bike û ji bo 44 salan erd bajo, yan jî li gor dilê xwe bikar bîne.
Li ser vê nîqaş derket û partiyên li meclisê li hev nekirine. AKP ji ber ku xwedî pêşnûmaye, dixwaze ev pêşnûmaya ji 6 xalan bi meclisê bide erêkirin. CHP û MHP li dijî vê derdikevin û dixwazin ka fikra artêşê di vir de çi ye.
DTP jî dixwaze ev erd bê paqij kirin û ji bo gundiyan bê pêşkêşkirin.
Bi ya min jî tiştê rastir ev e.
Helbet ji aliyê hiqûqî ve ez ne hakimê meseleyê me. Lê pêşniyara min ev e ku ji bilî DTP'ê gelê li wê derdorê, yên ku erdê wan li ber vê erdê mayînkiriye xwedî li vir derê, serî li saziyên fermî bide, bikeve dû heq û hiqûqa xwe... Yan jî kesên ev erd yê wan be derkevin holê û bikaribin xwedî lê derên.
Ji bilî vê, ez dixwazim balê bikişînim ser xaleke din: Li Tirkiyeyê, di nav tirkan de neteweperestiyeke xurt ji bo erd/axê heye.
Her gotin li ser lêvan e, "Em welatê xwe nadin parçekirin", "Em nahêlin kes welatê me parçe bike".
Mesela DTP dê rabe "xweseriya Demokratîk" bixwaze, digel ku ev ne parçekirin e jî dê rabin dij vê derkevin û gotina jiberkirî, ya her gav bilêv bikin û unîterbûna dewleta xwe bînin ziman.
Lê li ser sînor, erdeke dirêj, erdeke bi bereket pêşkêşî welatekî dikin, bêyî ku dîsa qala parçenekirina welatê xwe bikin.
Tê gotin ku ev der 216 hezar kîlometre kare ye.
Min di wikipeidayê li para Kibrisê ya beşa Tirkan nêrî 3.241 kîlometre kareye. Yanê para ku niha dixwazin teslîmê Îsraîlê bikin ji nîvê Kibrisê zêdetir e.
Helbet hûn dizanin, ji bo Kibrisê şereke mezin li hemberî dinyayê dan, lê erdê ku yê gundiyên hemwelatiyê vê dewletê ne tu şerî nadin, bi ser de jî bêyî xema wan be difroşin welatek din ji bo 44 salan.
Pirs ev e: Berî ku ev der bê mayînkirin ev erd ê kî bû?
Bersiva pirsê dê vê nîşanî me bide: Ev erd ê kî bû, wê çaxê piştî paqijkirina erd divê ev erd bidin xwediyê wê. Xwediyê vî erdî jî kurdên me ne, gundiyên wê der û dorê ne.
Helbet rawestandina çekan tişteke girîng e, lê pirsgirêka kurd ne tenê rawestandina çekan e. Ev bi xwe jî pirsgirêkeke kurd e, bi vê pirsgirêkê ve girêdayî ye. Ger hûn dibêjin te çawa têkilî girê danî, vaye ji we re mînakek: Ger ew qas erd li ser sînorê navbera Tirkiye û Bulgaristanê yan Yewnanistanê ba, dewletê dê bikariba bi rehetî li ser vî erdî bazar bikira, ev erd bifirota Bulgaristan an Yewnanistanê?..
***
Têbiniyeke: Hevalê me Helîm Yûsiv maileke şandiye "Van rojan Diyarname sist bûye, nûçe/nivîsên wê kêm bûne, her hal karê te zêde ye?..."
Mem Mîrxan jî li ser MSN'ê gotineke nêzî vê got.
Bi kurtahî ez bibêjim:
- Hevalê me Zekî Ozmen li ser kurdên Almanyayê pirtûkeke baş amade kiriye. Bêyî ez destûrê jê bigirim, li vir ez eşkere dikim ku dê pirtûk îsal derê. Ez niha wê dixwînim, piştî kurtedemeke emê bişînin weşanxaneyeke ji bo çapê.
- Beşa Sînemayê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê dê DVD'ya fîlmê xwe Bahoz'ê bi jêrnivîsa 5 zimanan derxe; ji bo amadekiriya kurdiya wê alîkarî ji min xwestin, ez li ser dixebitim.
- Pêre karê min ê rojane, û Diyarname...
Tevî sipasiya van hevalan ku min hişyar dikin, ez vê bibêjim: Piştî çend rojan dê karê min hinek siviktir bibe. Emê dest bi dosya û nîqaşan bidin.


