Berî her tiştî: Derdê min ne ew e ez dersê bidim, ez bawerim pêdiviya kesî bi dersê jî nîn e.
***
Du bûyer, du rojnameger...
***
Rojnameger divê karê xwe bike. Li xweşa wî/ê biçe jî neçe jî divê rastiyê bibêje.
Rojnameger ger aliyekê meseleyê vebêje, aliyê din piştgih bike ev nabe rojnamegerî, dibe tişteke din; alîgirtin, berevajîkirin, xapandina xwendevan û hwd.
Di rewşeke wisa bêedaletî xwe dide der.
Rojnameger bi nivîs û nûçeyên xwe divê rastiyê şanî xwendevanên xwe bide ne ku aliyeke bûyerê vebêje û aliyê din piştguh bike. (Ev yek ji bo nivîskaran jî derbas dibe. Kes ger hem nivîskar hem edîtorê weşanekî be divê zêdetir li ser vê xalê bisekine.)
Hûn mînak bixwazin, em mînakek bidin:
Em bibêjin kesek bi navê Şêrgo, li bajarekî kurdan, em bibêjin li Şirnexê ger 33 heb daran bibire, ev bi xwe sedema lêpirsînekê ye ka çima wî dar birîn?
Di bûyereke wisa de li Tirkiyeyê tişteke normal e çapemeniya serdestan vê bûyerê berevajî bike, tiştên rast û ne rast têkilhev bike, serê mirovan tevlihev bike. Rojnamegeriya serdestan vê yekê, berevajîkirina bûyeran hinekî jî wekî karê xwe dibînin.
Ger çapemeniya serdestan tişteke wisa berevajî bike ez aciz nabim. Lê dema edîtorê malpereke kurdan rabe ji ber nûçeyên vê çapemeniyê şiroveyên yek alî bike, ew bixwe dê bikeve nava şaşiyê, dê xwendevanên xwe, yanê kurdan şaş agahdar bike... Tam di kêliyeke wisa de ezê aciz bibim. Ji ber ku çapemeniya gelekî neynika wî gelî ye.
Wê rojê yek ji edîtor û nivîskarê malpereke kurdan wisa kir. Nav ne hewce ye ez bidim. Yên ku hinekî dişopînin miheqeq dizanin ez qala kî dikim.
Helbet dikare şirove bike, lê dema wekî gotina çapemeniya serdestan tenê li aliyeke birîna van daran binêre, wê çaxê dê niyeta wî jî derê holê, dê ew bixwe vê carê di cihê çapemeniya serdestan de serê kurdan tevlihev bike. Di rewşeke wisa de çi pêdivî bi çapemeniya serdestan dimîne?..
Wekî me got helbet mafê wî kesî ye bûyerê binirxîne, lê dema birîna 33 daran nirxand, di heman demê de kesê ku ew darî birîne divê ji wî jî bipirse ka wî çima wisa kir, çiwa ew dar birîn?
Bi ser de jî, ger kesê ew dar birîne gotibe, "Fermo bila li ser bûyerê lêkolîneke bê kirin, bila rastî derên holê" û xwediyê nivîsê, yanê edîtorê malpereke bêyî cih bide van agahiyan tenê aliyeke nirxandinê bide, wê çaxê bêedaletî ji zû de dest pê kiriye.
Dar mînak e.
Mesele dibe kuştina mirovan be, dibe diziyekê be, yan bûyereke din. Çi dibe bila bibe, ger hinekî em dixwazin raya giştî ya kurdan bibe xwediyê agahiyên rast, divê em serê kurdan tevlihev nekin, rastî çi be wê bibêjin, dîtina her du aliyan bînin ziman.
Rastî ji bo her kesî ye. Edalet jî.
Dema ev yek ji dest biçin, wey li halê me.
***
Belê edîtorekî malpereke kurdan nivîseke nivîsî û ez bi xwe li ser navê rojnamegeriya kurdî aciz bûm. Min şerm kir. Min şerm kir ku hevalên me çawa bi zimanê çapemeniya serdestan diaxivin.
***
Mînaka din a li ser rojamegeriyê jî ji dinyayê ye:
Helbet we di televîzyonan de dîtiye, yan jî we bihîstiye; li Iraqê rojnamegerî bi navê El Zeyd rabû pêlava xwe bi ser Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê George W. Buhs de weşand.
Dema dîmen hatin weşandin min dît ku hema bibêje her kes bi bûyerê keniya, hinan piştgirî da wî rojnamegerî.
Lê bûyer bixwe tişteke şaş e.
Hûn jê hez bikin an nekin, alî we be yan nebe, mafê tu rojnamegerî nîn e tişteke wisa bike.
Dema rojnamegerekî/e di dema daxuyaniya çapemeniyê de kirineke wisa bike ew ne rojnameger e êdî. Ew ji rojnamegerî wêdetir tişteke din e: Ew êdî mîlîtan e, ew êrîşkar e... Welhasil her tişt e, lê ne rojnameger e.
Ger rojnamegerekî/e bixwaze şer bike helbet dikare dev ji karê xwe berde û here qada şer. Lê tişteke wisa li ser navê rojnamegerî ne rast e. Min bi xwe rast nedît. Min wekî şermeke dît ev bûyer.
***
Bi ya min ev her du bûyer jî tişteke li rojnamegerî nakin, jê zêdetir tiştan jê dibin.
Ez vê jî bibêjim ji dinyayê wêdetir rojnamegeriya kurdan min eleqedar dike, bêyî ez çavên xwe li dinyayê bigirim.
Dema tişteke şaş dibe di nav çapemeniya me de ez bi xwe şerm dikim, ji ber ku ev şaşî xwe bera dilê gelê me dide, serê wan şêlo dike, tevlihev dike...
Her hêviya min e; Em bi pênûsa xwe xizmeteke baştir ji bo gelê xwe bikin.


