logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

HAWARA BOTAN

  • Dîrok: 09/11/2011

Par di destpêka salê de Mîrza Ronî haya min pê xist ku ew dixwazin li navenda Herêma Botanê li bajarê Cizîrê kovarekî derînin. Armanca wan a sereke ew bû ku hem bi taybetî di kovarê de cih bidin nivîskarên ji Botanê û hem jî naverokê bi “Nivîsên Botanî” bixemilînin. Biryara nav jî dabûn: “Birca Belek”. Hejmara yekemîn a Birca Belek wê di Newroza par de derbiketa...
Digel ku bi vê armancê têkilî bi gelek nivîskarên ji Botanê yên li herêmê û yên li derveyî herêmê dijiyan hatibû danîn û bi vê armancê jî ji bo hejmara yekemîn a kovarê gelek nivîs hatibûn rêkirin jî, ji ber hinek sedemên teknîkî kovara Birca Belek derneket û mesele wekî qediyayî dixuya.
Dem di ser re derbas bû û di havîna îsal de dîsa ez ji Mîrza pê hesiyam ku ew û hinek ciwanên din ên dilsozên zimanê kurdî, dubare di nava haziriyên deranîna kovareke di heman çarçoveyê de ne. Ji bo navê kovarê li ser navê “Hawara Botan” li hev kiribûn. Ne tenê kovar, dê qafeyeke bi navê “Hawar- qafe & pirtûk” jî vekiriba. Dê li qafeyê hem pirtûk bifirota û hem jî digel cihê rûniştinê, dê bi bernameyên cuda xizmeta pêşvebirina wêje û nivîskariya kurdî bikira.
Ev xeyal li Cizîrê di 15’ê rezberê de pêk hat; Hem yekemîn hejmara kovara “Hawara Botan” derket û hem jî “Hawar – qafe & pirtûk” vebû. Lê belê Mîrza Ronî bi xwe şeva pêşiya kovar bigihê Cizîrê bi îdîaya endamiya KCK’ê hat girtin û ne hejmara yekemîn a kovarê dît û ne jî vekirina qafeya wêjeyê...
Di serdana xwe ya van rojan a Cizîrê de ez çend caran çûm Hawarê û eleqeyeke baş ya ciwanan ji bo wê derê hebû. Yên bên, dixwazin li wir rûnin û yan li berheman binêrin...
Lê li vir ez dixwazim rexneyeke birêveberên Hawarê jî ji bo weşangerên kurd rabigihînim. Birêveberên Hawarê bêyî ku lîsteyeke pirtûkan binivîsin, pirtûk ji weşanxaneyan xwestine. Piraniya weşanxaneyan jî bêyî ku heqê pirtûkan bistînin ji wan re pirtûk rêkirine û dema pirtûk werin firotin dê heqê wan ji weşanxaneyan re rêkin. Lê belê digel bilêvkirina vê qenciya weşanxaneyan û dîsa bilêvkirina ecemîbûna xwe ya kar jî, giliya wan ya ku di warê nerêkirina pirtûkên di rojevê de ji bo wan hebû... 
Di warê eleqeya kovarê de jî; Li piraniya mal û kargehên li Cizîrê ez çûmê hejmara yekemîn a Hawara Botanê hebû..
Niha jî dilsozên vî karî yên ciwan ên mîna Bager, Ceng, Fatîh, Hesen, Mehmûd û Mesut digel ku di rojên derbasbûyî de hejmara yekemîn a kovara Hawara Botan ji hêla dozgeriyê ve hatibe berhevkirin jî, amadekariyên hejmara duyemîn a kovarê dikin...
Di dawiya vê nivîsê de ez dixwazim bang li nivîskar û weşangerên kurd bikim ku hem li kovara Hawara Botan xwedî derkevin û hem jî ji bo Hawar – pirtûk & qafeyê alîkariya xwe berdewam bikin...
Û gotina min a herî dawî jî, ku rêya we bi Cizîrê ket, mîsoger serekî li Hawarê bidin û van ciwanên dilsoz nas bikin... 

zekiozmen@hotmail.com

***

Nûçeyên eleqedar:

- Kovara Hawara Botan hat berhevkirin

- ‘Hawara Botan’ê derket lê edîtorê wê li hundir e

Hin Nivîsen Nivîskar

Haydar xoce

  • 20 Berfanbar 2021

Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de bi hîndekarê xwe yê zanîngehê Stefan Gaitanitis re ji bo hospîtasyonê çûbûm bajarê Munchenê....

Kurdên Bodrûmê

  • 05 Gulan 2011

Min dîtina aliyê deryaya Spî ya Tirkiyeyê ji mêj ve meraq dikir û van rojan delfeta min çêbû ku çend rojekî li wan aliyan bin. Bi taybetî li bajarê...

Kurd li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê ji ya xwe nayên xwarê!

  • 28 Sermawez 2019

Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan nîvê meha derbasbûyî li dar ket. Lê belê ji ber êrîşa li ser Rojava ev pêşangeh zêde nekete rojeva medyaya kurdan....

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mizgîniya Birca Belek

ad

Di '!F İstanbul' de sohbetên ligel derhêneran

ad

Vaye Sembola Efrînê

ad

‘Peyam’a sêyemîn derket

ad

Wêneyê rojê: Dayik

ad

'Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?' tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname