logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Hefteya rûmetê: 20-25.09.2010

  • Dîrok: 19/09/2010

Çend xwezî

Ev hefteya bi rûmet, ya ku wê zarokên kurd bibin leheng û şahidên wê, dê gelek xwezî û bîranînan bi me re jî, em yên ku rojekê ji rojan zarokên kurd bûn, şiyar bike.
Di zarotiya me de, hefteyek tune bû, rojek ji rojên dibistanê tune bû ku, me sond nexwara ku em ne zarokên bavên xwe ne, ne yên diyên xwe ne û ne jî yên miletê xwe ne.
Rojek derbas nebû ku, jehra bişaftinê bernedan nav kûrahiya mejiyê me.
Rojek derbas nebû ku, bi me sirûdên ku zarokan ji çermên wan derdixînin û wan şîrheram dikin, nedan xwendin.
Yek roj, di zarotiya me ya wan dibistanên zarotîkuj de, paqij derbas nebû.
Niha jî, wê hefteyekê zarokên kurd li malên xwe bimînin, bêyî ku sirûdên kujerên bav û kalên xwe bixwînin, bêyî ku bi dengekî bilind derewan bikin û bêjin "Turk im çaliskanim“, bêyî ku kêfxweşiya xwe bînin zimên ku ew tirk in.
Xwezî dem bi paş de vegeriya û vê hefteyê, ez jî bibûma zarok. Bela mala me li Culemêrgê ba, li Geverê, li Nisêbînê, li Amedê, li Batmanê, li ku derê ba bila biba, xem nedikir. Xwezî rojekê ba jî, serê sibehê, li şûna çûna dibistanê, di bin bask û perên diya xwe de bimama û ji wan re bigota:
- Zimanê we serê we bixwe.
- Dewleta we serê we bixwe.
- Zagon û qanûnên we yên dijî xwezayê serê we bixwin.

Xwezî bi dilê wî zarokê ku rojekê be jî, vê kêfxweşiya mezin ya dijderketina zagonên dagirkeran bijî.
Xwezî min karibûya ku bibim xwedî wê şerefa mezin ku li hember zagonên dewleteke bê exlaq derkevim û ji bo zimanê dayika xwe, bibim zarokekî sûcdar.

Çend rastî

Hinek rastî hene ku li ber çavan in, lê herdem pêdiviya me bi bîrxistina wan rastiyan heye. Yek ji wan rastiyan ew e ku dagirkerî û têgihîştin nayên cem hev.

Dagirker fêm nake.
Ew bê mejî ye, bê aqil e, aqil û dagirkirin nikarin bên cem hev. Ji ber vê, dagirker nikarin ji mirov fêm bikin. Ji lew re, divê ku em li benda wê rojê nemînin ku ew ji me fêm bikin û bên dibistanan ji zarokên me re vekin, da ku wan fêrî zimanê wan bikin.

Dagirker kor e.
Ew nikare rengê mirov bibîne, hetanî ku wî rengî bipejirîne. Dema mirov tiştekî nebîne, ew ê çawa zanibe rengê çavan an rengên ala mirov çi ye.

Dagirker kerr e.
Ew bê guh e, yê bê guh dengê mirov nabihîze. Ne dengê êşê diçe wî, ne jî dengê straneke evînê.

Dagirker yek zimanî dizane.
Guh û çav û mejî bi yek navendê ve girêdayî ne. Ew her dem li yek dengî guhdarî dike, yek tiştî dibîne, ew jî reng û dengê hêza wî ye. Navenda mijarê hêz e. Wisa jî tenê ji zimanê hêzê fêm dike.

Ji 1984'an heta niha 2010'an, bîst û şeş sal ji şerekî dijwar, li ber çavên dagirkeran, kurd bi gewde bûn, bûn bi beden. Ji niha pê de jî divê giyan, "rih" bi vî bedenî ve bê û vegere jiyanê. Ew "rih", ew giyan, ziman e. Bi yek peyvê, ziman pîvana hebûn an nebûnê ye.
Ev rastî jî, yek ji wan e ku her kes dizane, wisa jî wê her dem pêdiviya me bi bîrxistina wê hebe.
Ev gava bi rûmet "hefteya boykotkirina dibistanên tirkan" ya ku bi biryara TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî) dest pê kir û şaxên xwe berdan nav xaka hêz, partî, rêxistin, malbat û kesên kurd ve, her çendî gaveke sembolîk be, lê dîsa jî cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Ji tirsa dagirkeran mirov dikare girîngiya vê gava cihê rêzê nas bike.

Çend spasdarî

Spas ji bo her dezgehê, her partiyê, her malbatê, her kesê ku rê li ber vê yekê vekir ku, hefteyekê tenê be jî, zarokên kurd, di jiyana xwe ya xwendekariyê de, bi rûmet bijîn.

helimyusiv@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Romana "Rojnivîska Spinoza" û binavkirin

  • 15 Berfanbar 2008

Gava min dest bi xwendina romana Şener Ozmen "Rojnivîska Spinoza" kir, yekser dema xortaniyê û salên xwendina zanîngehê hatin bîra min; ji ber ku atmosfera giştî ya...

Ji bo Ahmet Altan çend pirs*

  • 18 Kewçêr 2008

 Birêz Ahmet Altan,Ev helwesta we ya wêrek a li dijî çewtiyan û ronîkirina nîvrastiyan cihê rêzê ye, lê nizanim çima hûn herdem li pey...

Wêjeya ku di nav sînorên dewletên qedexekar de şîn tê

  • 10 Rêbendan 2011

Ez dixwazim wê hevoka ku wekî sernivîsa axaftina min a di vê panelê de hatiye destnîşankirin (kurdish writer in the diaspora: the perspective from Syria and Germany ), bi çend...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Du lîstik, du hakêm, du welat, du helwest

ad

‘Li Ber Sikratê’ William Faulkner bi kurdî derket

ad

Li Ewropayê herî hindik doktor li Tirkiyeyê ne

ad

214 nivîskarî bi navê 'Banga Netewî' daxuyaniyeke da

ad

Lîstikvan û derhênerê yekem fîlmê li fezayê vegeriyan

ad

Hevşaredarê Amedê Anli di civîna Şaredariyên Ewropayê de axivî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname