logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Herûwer Salveger

  • Dîrok: 30/10/2008

 

Her sal 29’ê vê heyvê salvegera damezrandina Komarê ye.
Her sal vê rojê, ba be bahoz be, qir be qelan be…heta heta ji ezman kevir jî bibarin; tevî serokomar: hûr û pizûr, kizîr û wezîr, fermanber û fermandar ‘ferza seredanê’ pêk tînin, serê xwe li ber mozoleyê diçimînin, li deftera Anit Kabîrê sipasî û şabaşiyên xwe diyarî nemir Mustafa Kemalê kalê tirkan dikin, û bi dû rêûresma leşkerî, xwepêşandana balafirên şer; teperepa potînên reş de dibelişin stiran û  srûdan…û êvarî jî şahî li Koşkê bi Resepsiyona Komarê ya ku Serokomar mazûvantiyê wê dike, bi dawî dibe

Vê carê, ‘bîr kisim medya’* fitneyî û fesadî nekir; ‘roja pîroz’ nekir bi qurbana turbana jina Serokomar Hayrûnisa xanim.

Min bi baldarî temaşe kir, da bizanim kî tê, kî nayê…

Leşker ‘serê biskê’ bûn, mîna her carê.
Û parlamenter ‘qeremaça’; malê erdê.
Bi dû re serokwezîr, serokmeclîs, endamên Meclisa Bala…
Û bi dû re kesên  di devê serkaniyên dewletê de rûniştî:
Serokên dadgehên bilind, rektor, profesor, û hûnermend û nivîskarên navdar…

Îsal di lîsteya mêvanan de navê Orhan Pamuk jî hebû.
Wekî ku navê Yaşar Kemal bi ber guhên min ket!
Sezen Aksu jî vexwendî bû, hatibû gelo?
Nizanim, min çiqasî çavên xwe lê gerandin, bi ber çavên min neket!

Lê…
Di nava ew qas Cumhûriyetçî û zewatên dewletê de ‘kurdçiyekî’ bala min kişand: Sirri Sakik.
Birayê Parmaksiz Zekî.
Birayê şêrê şêran Şemo!
Şemoyê ku niha wekî berxikê milayîm, helîm û selîm di Girtîgeha Amedê de rojê dispêre rojan!

Hinek çi bikin jî bi xwe dixin. Yanî li xwe diguncînin. Yanî tişta ku dikin û xwe li hev tînin.
Û ji hinekan re jî - qey qird e- li hev tê.

Ji lewre, pêşiyekî mîna min li hemberî rûdanekê heyirî, ji yê li rex xwe pirsiye: Birako, ji jêhatinê, ji lêhatinê
Yê li kêlekê li qelavîska rûniştî, bêyî ku mirûsê bike û bihizire gotiye, ‘Lêhatin ji jêhatinê çêtir e’!

Bi min jî çêtir e.

Wekî ku Osman Sebrî gotî, ji qirdê me re carêkê ‘kabê’ me dumîr bihata!

Lê kaaaa!
Em… û wî qirdî!
Em… û wê tel’ê!
Em… û wî şensî?

Şensê nivîskaran û yê qumarbazan dişibihe hev!
Ne bi temamî be jî, hebekî, heyran!
Qumarçî dibêje ev dest nebe, desteke din.
Nivîskar jî dibêje ev berhem nebe yeke din.

Rastî li vir, henek li hêla din; dema ku min bi baldarî li pişikdarên li resepsiyonê temaşe kir, dilê min pêşî bi min, paşê bi du kesan şewitî: Sirri Sakik û Ufuk Uras…
Lê piştî ku min bi çavên serê dît û bi guhên xwe bihîst ku Sirri efendî diranê xwe qiç dike û ji yên li dora xwe re dibêje, ‘Komara me pîroz be’; hema min jî di cih de pê li bişkoka ‘mute’ kir.

De ka hûn bibêjin, ma min ne qenc û xweş kir?

Û ji vir pêşniyazek:
Sirrî Sakik, îro nebe sibe beyana Fermandarê Hêzên Bejayî bixwîne:
‘Di têkoşîna 25 salên derbasbûyî ya li hemberî terorîstan de me li dor 50 hezar layangirên vê hezê kuştine!
Ev e serfiraziya me!’

85’emîn salvegera damezrandina Komarê li te jî pîroz be, birêz Sakik!

29/10/08

*Beşeke çapemenî

arjenari99@yahoo.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li şiveriyên çiyayekî…

  • 24 Avrêl 2010

ji bo Gernûs: Şengul Ogur li hezê digerim bi dilekî mişt heznebînim, bi ser ve nebim jî ezez ê ji dû venegerim…li hezê digerim, hezeke wisa:safî,...

Rojnûska Serhildana Şêx

  • 28 Pûşper 2008

  Ji rojnûskêRojek eDi xewna xwe de min dît: Li ser hespekî gewr ê boz Xortekî esmer ê di tenga Elî Rizayê xwe de bûm.Li perê kaniyek ji van...

H. N. H.

  • 21 Adar 2008

Bi dû her qirrê, qelanê de mirovahiya ji kirin û kiryarên xwe fihêtkar bi navê bajarekî, bi wêneyekî ku di wê kêliyê vedibêje, bi kevalekî...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Shakira straneke îslamî saz dike

ad

Li DYA'yê du peyker hatin rakirin

ad

'Elîfbêtk' bi 'Xweha' xwe hat

ad

Çend rojnamegerên kurd berendamên şaredariyan in?

ad

Xelatên Pêşbaziya Qala Aştiyê Bike hatin belavkirin

ad

Piştî 15 salan mirov vegere bajarê xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname