Diyarname
Hunermenda bi eslê xwe kolombiyayî Shakira straneke li ser ola Îslamî amade dike.
Hunermenda DYA'yî ya bi eslê xwe kolombiyayî Shakira "ji bo kedek li aştiya dinyayê bike ji bo nîşan bide ku Îslam ola hezkirinê ye" straneke amade dike. Shakira stranê dê tevî hunermendê DYA'yî yê bi eslê xwe misirî Dania Youseff amade bike û gotinên stranên dê bi îngilîzî û erebî bin. Gotinên stranê jî aîdê Mimemmed Seîd ê Misrî ye.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa Shakira hate pêşkêş kirin stran dê bike ku li hemberî dîtina Rojava Ereban terorîst dibîne têbikoşe.
Strana ku dê heta dawiya salê amade be, dê li Yekîtiya Emîriya Ereban jî jêre klîbeke bê kişandin.
Tê gotin ku ji ber kokê Shakira digihîje Libnanê jî ev stran qebûl kiriye. Dania Yossef ku ortaxê projeyê ye dê di meha rezberê de albuma xwe derxe.
Shakira Isabeh Mebarak Ripoll di 2'yê reşemiya 1977'an de li Baranquillaya Kolombiyayê hatiye dinê û bi eslê xwe Lubnanî ye, lê niha hemwelatiyê Amerîkayê ye. Ew di nav cîhana hunerê de wekî hunermendeke amerîkî ya ji Kolombiya bi eslê xwe Libnanî tê nasîn.
Ew muzîka pop, latin, rock saz dike, stranbêj e, gotinên stranan dinivîse, reqsvan e, lîstikvan e û derhênera klîban e. Wekî amûrên muzîkê jî li gîtar, armonîka û baterî dide.


