logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Hêviyên ji roman û romanûsan û bîrxistinên belawela

  • Dîrok: 26/10/2019
1
Heke meriv li jêderk û geşedanên romanê bifikire, pênaseya romanê bi bîr bixe ê gelek bersivên pirsên bikevin vê nivîsê werin dayîn. 
Roman wekî berhema bajarîbûnê, bi kurtî, tê derbirîn û her takekes derdixe pêş me. Ku meriv li rewşa bajarîbûna kurdî û bajarên kurdî binihêre pê re mijarên cuda û yên lezgîn têne pêş. Tablo wisa ye, ji alî pîşesazî, bajarîbûnê ve arîşe hene. Dîsa jî nivîskar û rewşenbîrên kurd xwe li karekî zehmet û bi mijûlahî digirin romanan lê dikin. Li vir, rewşeke ecêb dertê ew jî ew e; nivîskar an jî rewşenbîr li dinyayê belav bûne, di nav jiyaneke modern û bajarî de dijîn lê kurdî bi wê jiyanê re têra xwe ne hevnas e û heta gelek nivîskar jî di nav jiyana rojane de bes bi kurdî najîn!
Rewşên wisa bi tevî ratsiyên dîtir, me dibin wê tabloyê ku hê di gava pêşî ya romanûsiyê de alozî, arîşe û astengî hene ku em serê xwe pê re biêşînin.
2
Tabloya gelemperî ya astengî û arîşeyan ne ji wan tabloyan e ku meriv lê binihêre û biçe; di civakên totalîter de, di welatên ku desthilatî bi hemî hêza xwe ketibe nava jiyan û ziman, li welatên wisa qalib, elimîn bi hukum in, kes û girseyên ji wê atmosferê aciz, exlebe li Rojhilata Navîn, di dewsa xwe li xeyalên jiyana modern bigirin, di dewsa bi pey demokrasiyê, azadiyê bikevin, (kesên kêmzêde xwe wekî takekes dibînin jî di nav de) xwe li jiyana kevnare û berhemên wê jiyanê digirin… 
Sebebê ku, li vê erdnîgariyê mirov bi axîn û oxîn bêriya zarokaniyê dikin muhîm in ew rewş bi tenê ne nostaljî û rastiyên dewrên jiyana mirov in, jiyana ku tê de dijî jiyaneke ziwa, bêreng, bi êş û azar e ji lewre hewl dide xwe bispêre ciyekî, warekî…
3
Hêviyên ji romanan  têne kirin li gorî rewşên hatî bibîrxistin şikil digirin, bi gelemperî û bi kurtî ew tê hêvîkirin ku roman bi qalib, bi şêwaz, bi reng û dengê xwe bişibe berhemên çanda devkî! Ne bajar, ne aloziyên bajarîbûn û takekesiyê, ne detay û sêwirînên li ser bergehên romanê şikil digirin bes nakeve rojeva romanûsiya kurdî…
Rewşeke wisa balkêş e ku girseya xwendevanan bi gelemperî ji rewşenbîran tê pê. Ew rewşenbîr wexta bi tirkî romanan dixwînin arîşeyan najîn û haydarî edebiyat û romanûsiyê ne, xwendevanên jêhatî û baş in heman kes wexta romanên kurdî dixwînin her tişt diguhere; di romanên kurdî de xwe li qalib, durişme, ajîte û êşa afîşekirî digirin, her ku meriv karibe bêje ji têkiliya wan û ziman e jî, lê difikirim sebebeke dîtir ya muhîm heye ew jî ew e ku di qada kultur û edebî de reşenbîriya kurd di nav biyanîbûneke sotînerde ye çimkî wexta romanên bi zimanên biyanî dixwîne bi çavekî rexnegirî dixwîne, bi çand û kultura wî welatî re rû bi rû dibe, hem bi xwe pêş ve diçe hem jî dibe sebeb pirs û pêşkeftin di wî zimanî de biqewimin (exlebe erebî û tirkî). Ew rewşenbîr û xwendevan ne amade ye bi çavê rexneyî  li çand û kultura kurdî binihêre, wê taqet û hêviyê bi xwe re nabîne ku kedê bide çand kultur û edebiyata xwe wisa ku mirov xwe dispêrin hincetekê ew jî ew e ku tê gotin, kurd û kurdî di warê edebiyat û romanûsiyê de hê di destpêkê de ne, ew nêzikahî, wekî ji hêmanên realîteyê be tiştek îfade dike wexta dibe hincet rewşeke din dertê meydanê!
Zîneta li jiyanê, qewimînên di jiyanê de, rewşa civakî û ji sebebên dîtir xwendevanên kurdî jî her bi hêviya “qalib-romanan in”!
4
Li coxrafya ku hê jî dêw û fîgûr û lehengên xeybane bi hukum in, li coxrafya ku di dewsa mirov û girse li benda hişek rewşen û ronî bin her li bendê bimînin ê rojekê yek were û wan xilas bike di berhema bajarîbûnê de jî yanî di romanûsiyê de jî beriya romanê bifikirin li “romanûs” miqate ne bê ka çiqas dikare bi ziman û şêwaza dêw û fîgurên arkaîk tevdigere! Wisa ku ew “fîgûr-romanûs” li hêlekê postê rexnegir û nivîskarê modern li xwe dike û pêşkêşî dinya derî romanûsiya kurdî dike li alî din jî derman enjekteyê wî rehê xwendevaniya kurdî dike ji wî rehî, ajîte, hestiyariya merivan kor dike ne bi wê hewlê ye ku aliyê entelektuelî yê romanûsiyê were rojevê çi wext hin xwendevan wan rastiyan bi xwendinên xwe tînin rojevê ew kes qalibên rewşên siyasî û rewşa kurdan a siyasî tînin rojevê pê re jî “gotinên mêrane” dikin bê çiqas mêr in û dikarin serî bi siyasetê re bikişînin, ya trajîk komîk ew e ku ew xwe li edebiyata polîtîk îdeolojîk nagirin lê di meriyetê de her gotina wan her rexneya wan di wî warî de ye, ji xwe re nakin kar da bi meh û salan serê xwe bi romansûyiyê re , bi romanûsiya li dinyayê tê kirin bi wê romanûsiyê re biêşînin!
Tam li vir têkiliya romanê û neteweyê xwe dide der pê re jî  pirsa rewşenbîriya kurd ya ku ji alî îdeolojîk ve her di jiyanê de cî daye xwe, rabêjên xwe sazkirine ji alî ziman û neteweyî ve ji alî gengêşiyên nivîskî ve hê nû şax dide çimkî rabêjin dîndar, siyasetmedar û rewşenbîriyê (çi mihefezekar çi jî lîberal, çepgir… bin) ew kelem in nahêlin roman bi cî û warê xwe werin rojevê, werin gengêşîn çimkî ne amade ne bi rabêjên xwe re rû bi rû bin!*
5
Çi bû sebeba vê nivîsê? Mi paragrafeke wisa dabû hişê xwe ku ê mi ew di medya civakî de parve bikira:
Kulîlkdankekê bifikirin. Exlebe xwendevanên vê demê yên kurmancî  li bendê ye tu hew kulîlkekê têxî wî kulîlkdankekê heta mimkûn be bila ew kulîlk ji cîwarê welatê wî be û gerek tu li ber serê xwendevan rûnê, jê re bilorînî an jî bi ziman û şêwaza berhemên devkî her xîtabî hestê wî bikî.  
Heya ji destê min hat min hewl da ez kulîlk û gulên cuda têxim wê kulîlkdankê ku carna axa  xeyalî têxim binê wan gul û kulîlkan lê her gul û kulîlk bi navê xwe bi çîrokên xwe cuda bin, bi sêwirîn bin wisa ku xwendevan her jiyana diherike jî ji bîr neke li wê jî bifikire. Hewl didim bi xwendevan re bi ser rêyekê bikevim ku ew rê her carî çîroka gul û kulîlkekê bîne pêşiya me lê dawiya dawî ew gul û kulîlkên kulîlkdankekê ne, bi rengê xwe bi dengê xwe. Helbet zor e jî çimkî wexta ew taqet bi min re tunebe ku ez karibim wê axa xeyalî  bi awayek xweş û hevgirtî, wekî hev li binê gul û kulîlkan raxim ê arîşe derên di berhemê de.
Ji alî şêwaz û teknîkî ve, lê haydar im ku romanên wisa bi gelek kesan “giran” tê, peyva giran a hin xwedevanan e lê hêviya min ew e ku serê xwe pê re biêşînin, her carê li kulîk û gulekê bifikirin temam meriv dikare hew gulekê jî bike diyarî, meriv dikare wext û xwendina xwe hewl li gul an jî kulîlkekê bibuhurîne lê çima em  ji qevdek gulûkulîlkan an jî ji gul û kulîlkên di kulîkdankekê de acizî dikin?
 Bi awayek Armonîkaya Hêşîn  jî yek ji sebebên vê nivîsê ye. Romaneke ku mijara wê li ser huner, rewşa bajarvanî, hin rewşên polîtîk şax dabe û ji fîgurên ji warên bejahiyê, ji fîgurên ji tarîxa nêz ya polîtîk, ji laîkiya sert û qeyranên geşedanên modernîzmê were pê û wekî ceribîn, zimanê sert yê modernîzmê bijartibe û pirsekê arasteyî me bike bê ka çend dilê me hene û her “dil” an pêşkêşî me bike ew roman ka bibe xwedî çîrokeke çawa ê di serî de ji bo romanûsê xwe jî bibe sebebê mereqeke piçûk!
*Helbet ji nedîtî ve nayêm, ne reşbîn im û tam li vir divê meriv Mehmed Uzun bi bîr bîne ku ji alî entelektueliyê ve serê xwe bi edebîyatê re, bi romanûsiyê re gelek êşand. Dîsa Haşim Ahmedzade, Îbrahîm Seydo Aydogan, Helim Yûsiv serê xwe bi romanûsiya kurdî re êşandine û her wiha gelek kesên dîtir jî bi mishef û tezên xwe romanûsiya kurdî-kurmancî nivîsîne anîne rojevê. Hewla min ew e bi bîr bixim ji alî akademîk, lêkolînerî ve meriv çiqas jêhatî û serkeftî be jî wexta têkiliya merivan û kurdî qels be meriv nikare romanûsî û detayên romanekê bi dest bixe û meriv dikeve nava xefik û qalibên rojane ji lewre hin tez û mishef, nivîsên derheq romanûsiya kurdî de ji wê hêlê ve biarîşe ne ku divê meriv bi bîr bixe û ew jî dibin sebeb hin ji ber her xwe dubare bikin, hin gengêşî bêyî parsû û bêyî detay bimînin…

Hin Nivîsen Nivîskar

Hêrsek evîndarî

  • 06 Berfanbar 2009

Di siyaset, civaknasî û zanistê de daliqandin wateyek xwe heye. Ez dixwazim şopa ku daliqandin li edebiyatê dihêle bi bîr bixim; li ku ew qewimîn pêk were dibe şopek û li...

Guhên Mîdas

  • 21 Berfanbar 2008

 Dixwazim  çîrçîroka guhên Mîdas bi bîr bixim. Çîroka watedar û mixabin bi hezaran mîtos hê nebûne pariya zimanê me. Em wan efsane,...

“Arjen” û Arjen Arî

  • 03 Sermawez 2019

Di 30 meha kewçêrê de Arjen(!) hate bibîranîn. Bi wê minasebetê ez ê bîranînekê parve bikim û ez jî wî 'ji milkê dil"...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bakirhan: Bila herêm wekî 'herêma afetê' bê qebûlkirin

ad

Li ser "Roja Ziman" sê gotûbêj

ad

‘LiteraKurd Mala Wêjeyê’ vedibe

ad

Name ji bo piştgiriya Şivan Perwer

ad

Her tişte ji bo pereyan e, kurdî jî

ad

Fîlmên ’Kîjan Mafên Mirovan?’ li benda temaşevan in

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname