Hin peyv hene carnan dibin benîşt, nema bi kotek û daran ji ziman yan jî ji cihê lê tên bi karanîn derdikevin. Îro di medyaya kurdî de bi dehan peyv hene ku yan ji zimanekî din, bi taybetî jî ji erebî, hatine, yan jî şaş tên bi kar anîn.
Ez dixwazim destpêkê ji wan gotinên ku hem şaş, hem jî biyanî ne çend nimûneyan bidim.
Bêje rojane, bi taybetî kurdên bakur, vê peyvê bi kartînin, ÎNTÎXAR...erebî ye, lê tirk jî bi kar tînin, ew bi xwe ÎNTÎHAR e, wekî ku tê bêjî ,rast bikar bîne, yan ji kurdiya wê.
TECAWIZ. Bi erebî ye. Wateya wê sedî sed ev e: “Derbaskirin” dema ku dibêjin, “jineke tecawiz kirin” di bin geha xwe de tu wate jê re namîne. Lê di kurdî de ew wiha ye “destavêtin”.
QETILKIRIN. Bi erebî ye. Di kurdî de wateya wê sedî sed “kuştin e” lê çima ne kuştin, çima qetil?
MEKANÊN QEDÎM. Wateya wê sedî sed “cihên kevin” e, lê dikare wekî “warên kevin, şûnên kevin û gelekên din” bi kar bê.
Hê gelek hene, lê min tenê ev çend peyv gotin, ku berpirsiyarên wan yên sereke kesên di çapemeniyê de karê radekteyê dikin in.
Ez ne li dij im ku peyv û navên ji zimanê din bi kar bên, ya pêwîst, rêziman e, lê divê rast û li şûna xwe bên bikaranîn. Berî niha jî min gotibû ku te H kir X, û K kir Q, nayê wê wateyê ku tu bi kurdî diaxivî.
Belê ev karê çapemeniyê ye.
Di eniya hunerê de jî şaşiyên wiha hene ku dîsa çapemenî jê re berpirsiyar e.
Ji dengbêjan re, em dibêjin ‘Hunermend’, ji bîrawiran re em dibêjin ‘rewşenbîr’, lê ya herî malxerabûn ku bi dehên caran li ser hatiye nivîsandin, peyva ‘Hozan’ e.
Bi devoka behdînî ku mijareke din a gotûbêjê ye, ew ji helbaestan re dibêjin ‘Hozan’, “min hûzanek nû heye”, yanî helbesteke min a nuh heye...
Li bakur jî, kê ku stra, berî navê wî ‘Hozan’ dinivisînin, gelek stranbêjên me, dema xwe didin naskirin dibêjin ez hozan filankes...
Baş e ‘Hozan’ tê çi wate yê? Ez li gorî ku tirkan kiriye ‘Ozan’ nabêjim, ji ber ku ez li ser peyva kurdî, di zimanê kurdî de dibêjim.
Bê guman we ev nav bihîstine, Hoşeng, Hoşiyar...
Ev peyv jî; Şeng...Şiyar.
Ho tê wateya ‘Pir’, gelkî, yanî pirşeng e, pir şiyar e û her wiha.
Hozan jî tê wateya, gelekî zana, pir zana.
Ew kesên ku mirov ji gotinên wan sûdeke mezin werdigere, bi gotinên wan mirovan hinî tiştekî nuh dikin, riyekê şanî mirovan dikin, di gelek hêla jiyanê de xwedî berhem û hêz in.
Lê ku em xwe mecbûrî bi karaninina vî navî, di aliyê hunerê de bibînin, şermeke mezin e ku em ji stranbêjekê/î re bêjin ‘Hozan’; wê demê em neheqiyeke mezin li Xanî, Cizîrî, Feqî û gelek kesên din dikin.
Heya ku stranbêjek bibe ‘Hozan’, divê pêşî bibe Bîrawir, pişt re bibe hunermend, pişt re bibe helbestvan, ku karibe, êdî berî ku ew ji xwe re bêjin, emê ji wan re bêjin ‘Hozan’, yana wê ew Ozan bimînin, ew jî di zimanê me de gotineke wiha tune ye, lewra jî ne derdê me ye.
hekimsefkan@hotmail.com


