Îro roj farsiya bi hunera xwe, ku xwe wekî eynika rojhilatê dibîne, gorî Fîrdewsî gotî, di sedsala 11’an de dema li ber mirinê bûye Fîrdewsî ew ji mirinê xelas kiriye!
Tirkiya bi lobiyên siyasî, dîplomatîk heya nobelê çûyî di sala 1861'ê de bûye zimanê perwerdehiyê!
Farsên ku piştî sasaniyan li hemberî ereb û tirkan nekarîn desthilata xwe biparêzin, piştî sedsala dehan bi metnên zerdeştiyên sasanî xwe gihandin hişekî neteweyî…
Tirkên ku bi hespên xwe hatin li ser erdê farsan bêhnek dan xwe, ji wir bi rêvekirina kurdan derbasî Anatoliyê bûn, ji tuneyiyê çandek, zimanek; ji ya ermenan, ereban, rûman, romayiyan, kurdan û ji yên din ji bo xwe welatek ava kirin..!
A ereban piştî ku desthilata ola wan ket destê tirkan, çireya wan jî lûz bû; îro li cîhana hunerî, wêjeyî, hizrî kî behsa ereban bike-dike!..
Bi metnên zerdeştiyên sasanî farsan her çi tiştê kurd, belûcî û peştûman ê baş hebe kirin ên xwe; dibêjin nûnera huner-wêje-hirza rojhilat ez im, bi tirkan re qayîşkêşanê de ne!
Tirkên ku bi yên kurd, fars, ereb, ermen, aşûr, rûm û romayiyan ku dest danîne ser, dibêjin cîhana rojhilat a huner-wêje û hizrî di eynika me de xuya ne…
Farsan a xwe li ser a sasaniyan ava kiriye û çîroka tirkan li ser a îslamê û piştî sedsala dehan serboriya wan a hatina van deran ava bûye…
Pîrê Rûbayiyan Baba Tahirê Hemedaniyê ku pêncî salî berî Hayam jiyayî ye, lê cîhan Omerê Hayam dinase, çiku dewletek wî derxe pêş heye!..
Tirkan dest danîn ser hemû berhemên ên din, îro aboriya wan li ser bazarkirina wan desteserkirinan e; bi tenê du milet heyranên van in, ereb û hin kurd! (hin kurd bi deh salan beriya vê bi hezaran km dûrî tirkan çûne, lê diyar e (ê) tirkanî xweş e, mêjû û kesayetiyek çawa xistine bedena wan kurdan, ku bi hezaran km dûr ve û piştî bi dehan salan jî cîhanê û rojevê bi çavê tirkan dibînin, bi zimanê tirkan kesayetiya xwe ya destdirêjî lê hatî kirin nîşan didin)
Li ser vî erdî, çîroka farsan naçe beriya sasaniyan, ya tirkan hinekî li ser mîrateya îslamê rûniştin e, ya din piştî sedsala dehan wêdetir naçe…
Lê ya kurdan? Ji ya farsan jî dûrtir diçe ji ya tirkan jî resentir e; ji hûrî, mîtanî, med, piştî wê di nav ya ahamenî, part, sasaniyan de, heta nav a ereb-îslamê de jî heye; bi desthilatdar an belawela dîrokeke ji ya wan şiyantir heye; huner her wisa, wêje her wisa…
Li rojhilata navrastê tu netew tune ne ku qasî kurdan têkîlî bi fars, ereb û tirkan re danîbin! Loma erdnîgariya kurd lê ne di heman demê de erdnîgariya rojhilata navrast e jî!..
Helbet mesele hebûna dewletê ye û yek jî hişmendî ye; tirk îro roj bo ziman, huner û wêjeya xwe ji derveyî tirkan gelek kesên ne tirk wekî hemal dixebitînin; gelek kurd hene bo navê wan li Beyogluyê were bihîstin bo wêje û hunera tirkan qûnê li xwe diqetînin; xizmetguzarên huner-wêjeya tirkan dikin, cerdevanên asîmlesyonê ne! Di nav farsan de jî wisa ye…
Hem bo dirav hem bo îmajê li ser ên me û yên din rûniştine, dixwin dixwin naqede…
Ê me, berde kesekî ne kurd bo huner wêjeya xwe xebitandinê, em hê nikarin di hêma û metna xwe ya li Kurdistanê derbas dibe de yekî/ê ne kurd bikin parçeyekî huner û metna xwe; di nav çend metna me ya wêjeyî de bi çavê kurdan an bi çavê yekî/ê fars, tirk, ereb, ermen û rojavayî em-ew hene?!
Rojhilat nîvê ronahî û tarîtiya cîhanê ye, rojhilat nebe rojava nabe; ne bi çav û hişê oryantelistan bi çav û hişekî xwecî… Erê dewletek kurd tune, lê hişmendî?
Tevî nebûna dewlet-derfetan astengek be jî, lê hişmendî bêyî wan jî çêdibe!
Heke hunermend wêjekarê kurd karibe xwe wekî yekî/ê rojhilatî û cîhanî bibîne; di çarçoveya ku siyasiyan diyar kiriye, ya êdî bûye cihê helandin, herandin û xeniqandin û cûcemayîna afirandin û honandina huner-wêjeya kurd de derê wê karibe têkîliyê bi lêzêdekirinên kurdan ên li mirovahiyê bike, wê karibe huner û wêjeyeke ku temsîlkariya rojhilatê dike, bi armanc û angaşta nûnerê huner û wêjeya rojhilatê ez im derkeve holê.
Kurd û Kurdistan netew û welatê dest pê nebûyî (bakir) ye; siberoj ku ji Hollywoodê hatin fîlmê vê neteweyê û vî welatî çêkirin, ku oryantelistekî hat romana me nivîsî! Her hal em bi çavê xelkê ji xwe hez dikin, hînî xwe dîtinê bûne?!...
Di vir de pirsgirêk ne nebûna dewlet-derfet, xwende û kiriyaran e, mesele aso, ast, berhem û hişmendiye…
Yan em ê behsa êl, mesheb, herêm, partiya xwe bikin wiha qambihost bimînin (ew ê di nav a xwe de bi hevokekê behsa cûce mayîna me bikin) an em ê behsa para xwe ya di pêkhatina şaristaniya rojhilatê de bikin; a xwe, ya tîr, kûr, rengîn û dîrokî bi xwe nîşanî cîhanê bidin!
Bi çav berdana asta fars û tirkan cihê em lê ne berçav e(!) Nabe hunermend-wêjekarê kurd bi ast-huner wêjeya bejî ya fars û tirkan re bikeve qayişkêşanê! Divê çavê me li tevahî rojhilat û rojavayê (cîhanê) be. Bawerim wê hêngê em ê hê zêdetir cihê kurd û Kurdistanê yê di nav nexşeya‘cîhanê’ de bibînin û pê şanaz bin!..


