logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Sed salê carekê!

  • Dîrok: 28/03/2016
Dema meriv li ber kompîtur rûdine û dixwaze nivîsekê lêbike, ji ber bûyerên li ser vê xakê diqewimin, ku ji serê nivîsê heya binê wê diajoyî dinêrî qewmîneke nû rû da, nivîsa te li ser mijarekê nivîsî ji dema rojekê jî kintir, belkî di kêliyekê de hikmê xwe winda  kir.
Yanê kêliyek heta kêliya din bûyereke din qewmîneke din di xwe de dihêwirîne û nivîsa te nivîsî bi rojaneya xwe ve bi rojeva xwe ve pûç û vala ma.
Ji mêj ve dixwazim li ser vê babetê binivîsim, lê belê, wekî hûn dijîn, dizanin û haya me tevan jê heye li xaka em lê dijîn, li vê erdnîgariya pir fireh û pir rengîn û pir neçar (!) tiştên lê diqewimin her kêlî bi trajediyekê, êşekê û sosretekê nedî-nebîstî pêşkeşî me dike. 
Ji loma jî, min bi dehan serenav lê kirin û kêliyek din min ew jê bir û berê xwe da yeka din, lê…?
Meriv divê jê re navekî bibîne, ji tiştên li vê axê çê dibin, rû didin, serobin bûnên em dijîn re navek divê; gelo em bêjin ‘sed salê carekê’ nebe navekî rastir?  
Lê belê, ji bo kê û çawa ‘sed salê carekê’?
Dema meriv li qewmînên li Rojhilata Navrast a ku civakên wê hê ewrîma xwe bi serî nekirî çê dibin dinêre, ya rastî tiştekî sosret û nû nîn e! Çimkî rûpelên pirtûka dîrokê şanî me daye, ku bi hezaran salan vir ve li ser vî parçeyê xaka cîhanê ew tişt bê navber rû didin. 
Berî vê bi hezaran salan jî bajar wêran kirine, şewitandine, berî vê bi hezaran salan bi sed hezaran mirov qefle qefle koçber bûne, mirine, kuştine û ya îro dibe, bes nimûneyên wan ên modern in (!) 
Ji sed salê carekê qesta min ne ragihandina çeteleya tragediyên ku li ser vê xakê hatine jiyîn û di qeydên dîrokî de nivîsî ne, mexseda min ji sed salê carekê, kurd in. 
Çi ku, ji bo hemû olên ji vê xakê zîl dayî, çi ku ji bo hemû bîrdoziyan, ji bo hemû nijadan, ji bo hemû dûgelan û hwd. sed salek dîrokî çêbûye, çi ku sed saleke bi derengî ketibe jî, gelo ev sed sal qey wê nebe sed sala kurdan!?
Derewçînê pêşiyan im, wan gotiye; ‘ker bi kertiya xwe, du caran cihê bi herî re derbas nabe’
Dema meriv li rûdanên berî vê ji 25 salan, ji Şerê Kendavê ve heta niha lidar in dinêre, siyaset û helkeftên pêk tên dinirxîne, dibîne nexşeyên ku Sykes-Pîkotî xêz kirî tên çirandin, pê re pê re yên nû tên xêzkirin û derfetên ku ‘serdem’ rewşa nû pêşkeş dike dimeyzîne, meriv dibêje ger kurd hinekî daxilî cîhana globel bibin û yekîtiyeke netewî ya siyasî pêk bînin, ew ê hem tola Lozana ku çend pûştên li dora masayekê rûniştibûn hilînin, hem planên dagirker û neyarên xwe têk bibin, hem di qewmînên rûxandinan de xisara civak bibîne kêmtir bikin û hem jî, bi destên xwe dê sed sala xwe ya li pêş e rizgar bikin, çarenûsa xwe (federalîzm, xweserî, yan dewleta serbixwe, lê bes, bila mala xwe bi destê xwe ne xirakirine be) ya girîn statû ye, wê bidest bixin û bixin bin ewlehiyeke têkûz.  
Diya min a rehmetî digo, ‘di temenê meriv de qismetê meriv sê caran li deriyê meriv dide, eger derî vekî yê te ye, na, ger ji xewa giran hişyar nebî, diçe û hew vedigere’  

Hin Nivîsen Nivîskar

Di siya wêjeya kilasîk de nedîtina nûjeniyê

  • 06 Rêbendan 2015

Wekî mijara dîrokê ye; kokên me diçin ta filan serdemê, kalên me ji filan derê hatine, filan mîrîtiyê bêvan dewleta yekem a kurd ava kiriye, Rustemê...

Lehengek ji vê romanê re

  • 08 Tebax 2021

Bo romanivîsên din nizanim, ku helbet bo her yekî/ê ji wan qonaxa nivîsandina romana xwe bi serê xwe çîrokek e, lê ez a xwe bêjim, dema min romana...

Roja mêraniyê, dor niha a kî/ê ye?

  • 20 Sermawez 2014

Welat DilkenÇi dem du kes bên bal hev,  çi dem civatek û civînek kom be, çi wext ku meriv telefona dostekî/ê lê bide, ku ji yar û neyar re nameyekê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

REYNA, REWŞA ZIWANÊ MA SER O

ad

Diyarbekirspor derneket maçê

ad

Maçey Real Madrid û Manchester City emşo wa

ad

Çemçemal dê kengî bibe Venedîk?

ad

Ji bo yên bixwazin temaşe bikin: ’Bîra Mi’ Têtin’

ad

Serokê Katalonya wazero ageyro Katalonya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname