logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Lehengek ji vê romanê re

  • Dîrok: 08/08/2021

Bo romanivîsên din nizanim, ku helbet bo her yekî/ê ji wan qonaxa nivîsandina romana xwe bi serê xwe çîrokek e, lê ez a xwe bêjim, dema min romana xwe ya pêşî nivîsand tu hizreke min a romana diduyan tune bû, lê çawa ku min a pêşî dawî kir mijara ya diduyan tovê xwe di mêjûyê min de reşand. Piştî salan bi nivîsandina ya diduyan re mijara ya sisêyan hat; di vê heyama koronayê de min ew nivîsand; bi halê temambûyî di tûrikê min de ye, bo here ber destê weşanger dê dora wê jî bê.

Ez helbestkar im, min bi helbestê dest bi rêwîtiya xwe ya bi peyv û hevokan re kir bi helbestê didomînim û ez ê bi helbestê jî rêya xwe bi serî bikim. Min qet dil nekiriye dev ji helbestê berdim herim ser dînê romanê, bes dema mijarek di seriyê min de kemiliye qasî hêz xwe min hewl daye kirasekî romanê jê re bidirûm, gotina li ser çawaniya wê ya ew xwendine ye…

Weku romanûsên bes romanan dinivîsin hemû dema xwe nadim ser romanê; a min di ber helbestê re roman e. Yanê  min helbest li wir nehiştiye û nahêlim, neketime pey romanê lê dema mijara romaneke hatibe ser balgiyê min jî, min negotiye de bi wê de here lêêê…

Bi vî hawî dudu derçû ne yek di tûrik de ye, bi dawîlêanîna ya di tûrik de çîroka ya çaran jî hat û got, gelo dikarî min jî binivîsînî?  

Romanên min ên beriya vê, her sêyan an leheng hat mijar bi pê re yan mijar hat leheng bi pê re, lê ev a nû mijar hat leheng ne bi pê re ye; yanê jê re li lehengekî digerim!

Fermo, pîvanên ku mijara romanê bo kesayeta leheng danîne li jêr in:

“Bila ne kesê hem li dibistanê karê dewşîrmetiya zimanî dike hem li qadê diqîre dibêje asîmîlasyon sûcekî mirovahiyê ye…

Bila ne parêzerê li hêla kurdan berîka xwe tije dike li hêla tirkan havîngehan…

Bila ne rojnamegerê nûçeya xwe rast lê bi xwe nerast-derewîn…

Bila ne kurdê hem antî-kolonîst hem bi gilîkirina li dadgeha kolonîstan gefan li dezgehekî kurd ê ragihandinê dixwe… 

Bila ne kurdê bo benîştê xwe bifroşe li cem Apociyan Apocî, li cem Barzaniyan Barzanîcî, li cem Burkayciyan Burkaycî, ne jî li cem tirkên kemalîst humanist…

Bila ne siyasî be, nizanibe welatperwerî çi ye dagirker çi ye ûne jî anarşîst û quzilqurt be…

Bila ne mitehîdê li cem dagirkeran îhalecî li cem kurdên hilbijêr kurdperwer…

Bila ne siyasiyê doza kurdistanê dike lê miriyên xwe li axa tirkan vedişêre…

Bila ne ji wan kurdên wekî benîştê di dêv de timî kurd û kurdistanê û behsa rizgariyê dicûn lê bi jiyana xwe nimûneyêntêkçûyîna kesayeta ‘kurd’ in; yanê ne (kaşar) be.

Bila ne nexweşê bi rûpoşê merivê zana her tiştê kurdan dike navgîna xwe heyîkirina sanalî.

Bila ne ji qebrexên ku li evrûpa cih li qûna xwe xweş kirine ji ewladên kurd ên du êzingên dijmin şewitandine re dibêjin ‘ên ji avikên bejî’ ku xwe wek daristanparêz nîşan didin lê bo li tirkiyê bi rehetî tatîla xwe bikin û bajar bi bajar herin paş deriyê ‘qirix’an ji yên çiyayên kurdistanê didin ber êgir re devê xwe venakin, newêrin bêjin pil…

Bila ne yên tu jê re bêjî ‘binêrin ew qewad bi gora pakrawanêwe de dimîze, ku ew jî li te vegerînin bêjin, na pê de namîzegulên li ser gorê av dide!’

Bila ne ji yên bo bişixule aqilê xwe bi sosyal medyayê şarj dikin jî be.

Bila ne yên ‘mêjû Daişî’ ku gotine, ger ne ji xeta me ya kurdatiyê ba me yê serê te bifiranda!

Û bila ne yên dirûvê rewşenbîriyê didin xwe; li cihê bêjinspas, bo bêhtir biewitin tînin bi fisekî berê kerixiyan didinderiyê meriv… û bila ne hwd, hwd, hwd jî be…”

Ê kî ma? Helbet yên resen-xirab nebûyî mane, ger nemabin nexwe netewe me top avêtiye!

Yanê bila tu têkîliya lehengê romanê wekî çîroka romanê bi wan kesan re tune be; dixwaze bila şivan be gavan be esnaf be etar be, dîn be, yan di guhê gê de be, lê bila bi peyv û hevokekê jî qet behsa wan kes û derdoran neke; di ber deriyê wan re jî bila derbas nebûbe.

Lê, lê û belê dema xwende ew roman xwend û danî ber xwebila bêje, di romanê de qet behsa wan tişt û kesan nebû lê çima ew wêneyên rût tên ber çavên min… (ne pornografîk)

De ka li ku yî lehengooo…   

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Razemeniya bo miriyan!

  • 18 Kewçêr 2020

Li dinê wisa dibe, ya wezereta çandê mafê çapkirinê yê berhemên wêje û ziman ên neteweya xwe ku bûne klasîk digre ser xwe û dem bi dem li...

Dibêjin wextekê, li derekê dînek hebûye

  • 10 Avrêl 2017

Vê serdemê, li vê edrnîgariya ku dojeha li bin erdê bi hemû arjengiya xwe derketiye ser rûyê erde; ku bi agirê xwe yê sotîner giyanê me disotîne, heke...

Em nikarin mirovatiyê hînî wan bikin!

  • 16 Tebax 2020

‘çivîk jî çûhin hatin ser erdê me; li şûrê hinan heyvok neqişandî bû li yê hinekên din xaç,ê me, di destê me de bi tenê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir

ad

Pirtûkxaneya Baxlarê li benda pirtûkên we ye

ad

Helbest, helwest û Bêkes

ad

Li Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan didome

ad

Kargeha çîrokan li benda we ye

ad

'ŞAPÎNOZ', romaneke Serketî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname