logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji bo me çend zarok lazim in?

  • Dîrok: 20/10/2022
Ma ne tiştek muhîm e em rojeva xwe bi xwe çêbikin?
Çima?
Em hinek li ser biaxivin.
Mesele ji vir derket: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna partiya xwe de ji bo mebûsê xwe yê nû* got, "Çima zarokek te heye, yê PKK'yiyan 5-10-15 zarokên wan hene." Erdogan bixwe dizane zarokên PKK'yiyan tune ye, ev meseleyek din e û niyetek din e. Ez bi xwe nakevim dû wê niyetê jî. Em li penceyereke din li meseleyê binêrin. Ha ev jî heye, piştî vê gotina Erdogan, di tora civakî de hin kurdan twet belav kirin: "Emê zêdetir zarokan bînin"... Çima? Ma pir zarokên mirov hebin ev tiştek baş e?
Û niha em li ser meseleya xwe bisekinin. Meseleya ku emê niha li ser bisekinin ji van wêdetir e. Ew jî ev e:
Di sedsala 21'ê de çend zarokên mirov hebin mirov dikare çi bike?
Emê çend mînakan bidin:
1- Berî Mîladê, Piştî Mîladê, di Serdema Navîn de, dema ku hê çek nehatibûn afirandin bi hêza quwetê, bi hejmara mirovan şer dihatin bi dest xistin. Piştî ku çek hatin afirandin rewşa şeran guherî.
2- Di vê sedsala 21'ê de ku em dijîn teknolojî wisa pêş ketiye êdî bê wê tiştek nabe. Karê ku bi hezaran kesî dikarî bikira, belkî îro kesek dike. Loma jî mesela me kurdan divê tiştek din be, ne çend zarok...
Binêrin hin mînakên din hene:
3- Nifûsa Hollandayê bi qasî Stenbolê tune ye. Di sala 2020'î de 5 qat ji Tirkiyeyê zêdetir berhemên çandiyê firotine derveyî welatan. Bi vê 116 mîlyar dolar pere kar kiriye. Bi vê, di vî warî de li dinyayê bûye duyemîn. Tirkiyeya ku 80 mîlyon e heman salê 19,4 mîlyar dolar firotin çêkiriye û di vî warî de bûye 23'yemîn.
4- Nifûsa Taywanê bi qabî Stenbolê ye. Lê barê dinyayê yê teknolojiyê li ser pişta wê ye. Simkartê ku diafirîne pê dikeve mala me hemûyan. Ma hewce dike îleh nifûsa Taywanê 80 mîlyon be?
6- Nifûsa Îsraîlê 9 mîlyon û 217 hezar kes e. Bi qasî nîvê Stenbolê ye. Lê Îsraîl niha hem bandorê li hemû Rojhilata Navîn û li dinyayê jî dike.
Em bên ser kurdan. Em dibêjin kurd 40 mîlyon in, hinek dibêjin 50 mîlyon in. Çi dibe bila bibe, hejmar nikare ji bo me tiştek bike û ji îro pêde jî dê nikaribe tiştek bike. Ji me re aqil lazim e. Pirs ev e: Aqilê me heye yan na?
Bi ew qas kurdên heyî me heta niha karî çi bikin? Ger me nikaribin tiştek bikin, ne 40 mîlyon em bibin 100 mîlyon jî bi kêrî tişek nayê? Mînak, Bangladeş nifûsa wê dor 170 mîlyonî ye. Giraniya wê li dinyayê çi ye? Hîç!
Mînakek din, nifûsa başûrê Kurdistanê du qatî ji Katarê (2.881 hezar)  zêdetir e, di 30 salan de kariye çi bike?
Axir, di salên û sedsalên pêşiya me de kurd dê bikaribin li dinyayê çi, çawa bikin û bi vê dikarin çawa bibin rojev, bandorê li dinyayê bikin?
Ger em ne li dû van tiştan, li dû nifûsê bin, bizanibin ku ji me tiştek dernayê.

*Mebûs Mehmet Ali Çelebi ji CHP'ê, li Îzmîrê hatibû hilbijartin, istîfa kir, piştî çend partiyan, vê carê beşdarî AKP'ê bû (19.10.2022).


Hin Nivîsen Nivîskar

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • 30 Sermawez 2025

Pirs ev e; Çi eleqeya lîstikvana tirk Ozgu Kaya û keça kurd Dilan Karaman heye? Yek ji Stenbolê ye, ya din ji Wanê. Erê çi eleqe? Belkî jî tu eleqeya wan bi hev ve tune ye. Lê ez jî wekî her kesî ji pencereya...

Li ser rojeva kurd çend not

  • 04 Gulan 2009

Ev meheke zêdetir e min Diyarê Me vala hiştibû. Helbet sedemên min hene: Ez li ser projeyeke nû dixebitim, her wiha nûçe gelek dema min digirin û ez demê nabînim ku...

20

  • 03 Tîrmeh 2018

Pêşgotin: Ev nivîs di sala 2008'an de min nivîsandiye. Wê çaxê di nav karê rojnamegerî de sala min a 10'an bû. Nivîs jî bi navê "10" di...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Agahiya nû: Dengbêj Kazo emeliyet bû, rewşa wî baş e

ad

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

ad

Li Hewlerê ji ber maça Barselona û R.Madridê birîndar çêbûn

ad

Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin

ad

Berendamên CHP'ê yên ji bo Stenbol û Enqereyê diyar bûn

ad

EM HILBIJARTINÊ DINIRXÎNIN

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname