Bo Raya Giştî
Wekî min 3 roj berî niha dabû zanîn, berî bi 10 rojan, ez li navenda Mêrsînê rastî êrîşeke rûreş hatibûm.
Bi vê boneyê careke din ez vê êrîşê şermezar dikim û rûreşiya van êrîşkarên xedar îdaeyî wan dikim!
Êrîşkaran, bi tu awayî keys nedan min ku dest li wan rakim, ber xwe bidim, an jî bikaribim wan nas bikim bê kî û çi kes in...
Tişta ku yekser kirin, ji paş ve bi porê min girtin, du milên min zeft kirin û navê min pirsîn..
Hê nemabû ku ez bersivê bidim, ku erê Yeqîn ez im yan ne ez im, jixwe wekî gurên devbixwîn ji sê aliyan ve dest bi hovîtiyê kirin!..
Lê tişta balkêş ew bû ku wê kêlîkê gotin; “Em bi navê derdorên welatparêz vê êrîş dikin!”
Hem jî ev gotin bi kurmanciyeke xwerû gotin!
Rûreşiya mezintir ev e çawa ev du peyv tên cem hev; “welatparêzî û êrîşkarî!”
Ev ên wiha rûreş, îro xwedêgiravî bûne welatparêz û em..em ên ku 20 sal xebat kiriye ji bo xîret, nasname, ziman, wêje û hunera kurd..em jî bûne welatfiroş! û li sûkên bajaran rastî êrîşan tên..
Oxx çi xweş.. ev êrîşkarên rûreş bûn welatparêz û me jî xwar şekirê nokan!!
Min ji sêrî de got û hê jî dibêjim; ev kar ne karê mirovan e; û bi tu awayî ne karê mirov û derdor û dezgehên ku jidil welatparêz, azadîxwaz û pak ên ku ji bo jiyana gelî ya kurdewar kar û bar dikin e!
Her wiha, divê başebaş bê zanîn; tu problemeke min a ku rê li ber êrîşeke wiha dirrinde û hovane veke, bi tu kes û derdor û dezgeha kurd re nabe, tune, û tunebû jî!
Haa..eger ji derî sazî û dezgehan, ku hesabekî ew qas mezin ê hin klîkan bi min re heye, li şûna ku bi peyv û nîqaş û parvekirinê çareser bikin, wiha bi bêbextî êrîş û rûreşiyan bi plan dikin ez nizanim; ew derd derdê wan e û ew bêminet in!..
Ji derdor û saziyan, hin rayedaran (ku ez van saziyan tenzîh dikim) gotin; çend rojan bisekine em ê çareser bikin..
Ev 10 roj çêbûn, min sebir kir..
Lê mixabin..îro rojê dispêrin hefteyan, hefteyê dispêrin mehan; dibêjin “biçe li mala xwe rûne û li bendî me be..”
Erka wan rayedar û payedaran ne ew e ku ji min re bêjin “biçe li bendî me be”; erka wan ew e lê bikolin ku ev rûreş û xedar kî, çima û bi çi hêzê ev hovîtî kirine!
Çimkî min şik û guman û tiştên ku berî hinga ez pêrgî hatime, di roja roj de bi wan re parve kir!
Dîsa jî ez hewl didim ku van rayderan fam bikim, dibe ku hin tişt zêdeyî qeweta wan be..
Lê ev dev û helwest, bi tu awayî baweriya min piştrast nake ku wê ev mesele, wiha çareser bibe!
Loma jî, ez niha ji nû ve vegerim serê çîrokê..
Ku mesele tenê veger be ez ê vegerim lêê.. heyf!..
hezar û yek carê heyf...jpg)
Min dixwest ku ev mesele nebe rojev; ne ya min û ne ya tu kesekî..
Min dixwest ev mesele bi awayekî şarezane û bi xweşî safî bibe; du gotinan têra vê yekê dikirin!
Lê çi heyf ku riyeke dîtir tune, nema..
Her wiha ji bilî 1-2 navan û nemaze jî ji bilî “Diyarname”yê, mixabin tu pêwendiya rojnamegerî û çapemeniya kurd li vê êrîşa rûreş nebû!
Bi gotineke pêşiyan vê rewşê bi bîr dixim; Dest dest dişo û vedigere rû dişo!
...
Sibe (sêşemê) bi texmînî saet di 14: 00'an de, hunermend, nivîskar, şanoger û hwd. ên li Mêrsînê dijîn, bi boneya vê êrîşê wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û vê êrîşê şermezar bikin..
Yeqîn H.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Hevalê me Yeqîn H. duh bi şev ev nivîs şandiye. Ji roja ku êrîşê wî kirin em li cem wî ne, emê li cem wî bin jî. Baweriya me ew e ku li ser rûyê axa Kurdistanê kes ji kesê ne zêde kurdtir e. Her kes bi qasî xwe kurd e û her kes bi qasî hêza xwe xebateke dike. Kî çiqas xebat bike jî wê mafî nade wî êrîşê kesek din bike.
Dîsa baweriya me ew e ku kesên şaşiyan bikin, divê bizanibin rabin lêborînan jî bixwazin.
Em wêneyê Yeqîn H. yê piştî êrîşê bi du saetan hatiye kişandin jî bi vê nivîsê re diweşînin. Dibe hinek lê binêrin û hay ji hoviya xwe hebin.
Wekî nota dawî: Ne ku Yeqîn H. ji ber ku hevalê me ye em wisa xesas tevdigerin, na, hunermendekî din, bi gotineke din, kesekî din ba jî, rastî wisa neheqiyeke bihata meyê heman tiştek bikira.
***
Nivîsa din a Yeqîn H.:
- Ez heme


