Kezeb şîrîn e dêbigorî, tiştekî dîtir e. Gotin kêm dimîne ji vegotina wê re, peyva belasebeb e! Lê dil, sewdaserî jî zor e, naşibe tu tiştekî; wekî ku çawa tu tişt naşibe hev! Ev kitêbî ye, çîrokî ye. Çîrokek heye, jixwe te çi bivê, di çîrokan de ye! Berê wilo bû. Îcar ev çîrok hema nayê bîra min ji kengê ve ye, belkî ji berî zemanan ve ye her tê gotin.
Zemanek ji zemanan bûye. Laweciwanek bi d’awa dil ketiye dibêjin. Dibêjin lawik wilo(wiha) bi êşa dil ketiye ku jê û pê ve tu tişt bi sêrî nakeve û tu tişt ne li ser balê bûye. Rojekê ji rojan, dinya xweş û şên e, giha li navê, bihar e -weku dil! Lawik û keçika dil ketiyê, derdikevine gerê geryanê. Li binê darekê, li bin siyê, pala lêwik li koka darê rûniştiye, keçik jî di hembêzê de. Pev şa dibin bi kêf û henek û xweşgoyan, hev sermest dikin bi maçan, ramûsanan. Ê eşq e lawo, dîwanetî ye li serê wan xistiye. Zêdetir jî li serê lêwik! Dinya li ar bikeve, li av bikeve, ne xema wan e. Lê keçik şeytanî ye, dilik û naziyan dike li lêwik. Li hev dibe tîne, wê lêwik tercîbe bike xwedêgiravî û derbê diajo ber:
- Cano tu bi qasî çi ji min hez dikî?
- Bêhtir ji her tiştekî!
- Ji her her tiştekî?!
- Belê Canan, ji her her..!
- Iiiim… ji kezeba diya xwe jî bêhtir?
- Belê, ji kezaba diya xwe jî, ji her tiştekî bêhtir!
- Baş e, wê çaxê rabe here, ji min re kezeba diya xwe werîne!
- Kezeba diya xwe! weh, ez ê çilo neçim neynim!
Lawik ji ba keçikê radibe, li bayê bezê pê dide malê, ba diya xwe. Bêhn lê çikiyaye, bi helkehelk e. Dê dibêje: Te xêr e lawo, tu çima wilo bi helkehelk î mala min?! Lawik dibêje: Yadê ez hatim, tu yê kezeba xwe bidî min!? Dê ji dilê yeqîn e, di dêv de: Berxê, wa ye kêr û va ye sînga min, dibêje. Lawik xar dibe kêrê, dê zîqa xwe jê’r vedike! Lawik sîngê diqelêşe, kezebê jê dike û di lingê ling de pê dide ba keçikê! Keçik dipirse:
- Ka te anî?
- Erê va ye!
- Kezeba diya tee..!
Çaxa ku keçik dibêje “kezeba diya te”, hê nû zingînî ji serê lêwik tê! Lawik kezeb di dêst de baz dide, li çipiskê direve ba diya xwe, lê di rê de ling dikeve terikekê û lawik bi dev û rû dihere erdê. Ku lawik dikeve, kezeb ji dest difire û li dera wiyalî, li erdê dikeve. Lawik dide xwe ku rabe, kezeb li dera ku lê ye bi zar vedibe: Mala min şewitî şewitî, dereke te êşiya berxê!..


