logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
  2. Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da
  3. Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'
  4. Li 7 bajaran, dawiya vê hefteyê çalakiyên çandî
  5. Rojnameger Emel Xelîl hat kuştin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Ji Miguelê Bira Re

  • Dîrok: 05/12/2020
                                                             In memoriam

Biçûkê bira, va ez li ser wê banqa kevirîn a li ber malê rûniştime,
û me ji kûrahiya kezebê bêriya te kiriye!
Xweş tê bîra min ku tam vê kêlîkê me dilîst û yadê em ferrikandin: 
"sêlekno, de hadên!.."

Va ez xwe vedişêrim vêga;
nola berê, ev diayên êvarê
tev bi wê heviyê ne ku tu min nebînî!
Li hol û hêwanê, û li dalanan.
Wê çaxkê, yê xwe vedişêre tu yî, yê te nabîne ez.
Xweş tê bîra min, birawo, em bi girî vekirin axx vê lîskê!

Miguel, te şeveke tebaxê
veşart li berbangê.
Lê di şûna ken û xweveşartinê de, axx tu çawa bêpayan êşiya!
Û ev dilê cêwî yê berê êvarên te
helak bû ji dîsanedîtina te.
Û siyê, jixwe serdanpê rih aniye zevtê.
 
Bi ya min ke biçûkê bira, de bilezîne derê!
Te got erê? Wê yadê bikeve fikaran! 
 
CESAR VALLEJO 
ji fransî: yeqîn h.

***

*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.

Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beşa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niştecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên şanoyê nivîsiye. Tev li şerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.

César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.

Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êş, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye! 

Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.

César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencşemê!) ya bi şilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piştî mirina wî deng daye!

Hin berhemên wî:

- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest

- Trilce: 1922, Helbest

- Tungsten: 1931, Roman 

- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest

- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest


Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me yeqîn h. ji du hefteyan carek helbestek, an pexşanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêşkêşî we bike. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Xweha Nefesê

  • 20 Kewçêr 2008

Li dû Nefesa MAHABAD’êXweha Nefesê, Nefes dinive vêga, Nefes dinive, radizê... hê Me bi xew vekir, hê dest bi xewa Xema Me kir, bihêl bila mezin bibe, da ku evîn ji...

Xweha Peyvê

  • 06 Sermawez 2008

Li dû Peyva MAHABAD’ê Xwehê, dest pê dikim bi peyvê -Têhna peyvê tu yî! Bi peyvê dibêjim vê; lê, ne bi peyvê dest pê kir vê...

Xweha Evînê

  • 05 Kewçêr 2008

         Li dû Evîna MAHABAD'ê  Xweha Evînê, ax ji destên te -ji destên te evîn! Ne tu ye dil, dil ku te kiriye dîlekî...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Kela Mêrdînê li ber rûxandinê ye

ad

9 pirtûkên nû li pirtûkxaneya kurdî zêde bûn

ad

Vê hefteyê vîzyon gelek rengîn e

ad

Nivîskar û hunermendan deklarasyon belav kir: ‘Em bibin dengê aştiyê’

ad

"Kîjan Mafên Mirovan" û 40 belgefîlm

ad

1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

  • 24 04 2026
news

Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da

  • 23 04 2026
news

Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'

  • 23 04 2026
news

Li 7 bajaran, dawiya vê hefteyê çalakiyên çandî

  • 24 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname