Li dû Evîna MAHABAD'ê
Xweha Evînê, ax ji destên te -ji destên te evîn! Ne tu ye dil, dil ku te kiriye dîlekî bêxwê, eman! Eman dibêjim -min berê gotibû gul! Dil ku li destê Sibehê, min ew kire diyarî ji berê Êvara te’r.
Ey al! Meşikîne“dîrega zerê min”, bigire bi destê dildar “bi destê min bigire, ey nebînahî.” Bigire dayine ser pelgê gulê; ku bêjim ev birîn e, ev jî zeman.
Weku berxika berşîr bêje şivên: A ha kêr, a ha zengelork!
A ha dil û çav, a ha destên te -destên te rojhilata germê. Di mistekê de her yek, te kîjan divê, bidim!
Birîn dixwe ji zemên, ev seretayeke; zeman jî nehwirîneke bêxwê ye ku “xwe” -belkî jî xwê, ji bîr kiriye li devê birînê.
Yek jê tu, ya dîtir ez -ez birîn tu zeman!
Xweha Evînê... ayeteke dêrîn e Evîn ku bi hevoka:
“Ey evîn, dil heliya dil heliya, ar lê megewimîn; Ey yar, dîwanetî te tê gerand û dil hêla dîn û dil hêla dîn; Ey nefes, bes rivîn, xemên dil birevîn xemên dil birevîn”, dest pê dike.
A ha ayeteke dîtir: “dil bêcî, ma bêwar ey yar!”
Wilo kurt, û wilo jî bi kurmancî.
Xweha Evînê, te divê çavan birijîne, lê dil, dil menermijîne, pîs meke; ey esmeriya ku diperistimê, ey Hewaya ku min dest û dil li ber xezeba wê vekirî, ey heyva li balayên peyvê; hû bike dil, hû bike dil -dil bisû, ey pertav!
Xweha Şevê, ez elîfbêtaka xwe vedikim û dest pê dikim -bi navê te bi navê te!
Bi navê te el qise, ev kelam li devê min tê, ev çîroka qedîm.
Xweha Evînê, navê te li eniya zemên Evîn.
Xweha Sibehê, -sibeha ku xwe li Can dialîn- ez im birîn ku te dev kiriye devê wê!
Ev ne raz e tu yî wext, xwîna pak tu yî Xweha Êvarê!
***
Nivîsên Yeqîn H. ên din ên bi MEHABAD'ê ve girêdayî: