li dû Dengbêjê MAHABAD’ê
Xwehê, çîrok dirêj e -ne ez, Dengbêj wisa dibêje.
Min guh kutaye dêv! Di zimên der bûye; bi ‘lê’yeke mişt kakûnî dest pê dike û tê vedide bi waweyleke dawî lê dûr -dil çilo ku ho vebide li mistê, a wilo.
Wilo dûr naçe Dengbêj; elîfbêtka xwe vedike û bi “navê” gulê dest pê dike -ku ‘gul’bûna wê wextek-ê bû! Û ku sorê wê sorelaltir bû ji xwîna Bûraq!
Lêv lê dirijin -lêv dimijin xwîna gulê:
“Wey gul, lêlê gula baranê/ sorê li devê birînê, hem li keviya Zimanê/ na na! hey xwêya dilbijî kezebê, eman lê kirî demanê; te dil birişt, yeqîn te dil min ve nehişt Cananê...
Dil li “wê” ye, dîwan li bendê ye... hatiye kelê. Dengbêj e dibêje!.. Çiya bi deştê ve digihêje, li ser zar. Kêlim bi gulê kiriye, bêbazar...
Peyv wilo bi zimên ve tê –wekî ku destmala ku xwîn biniqute! Xwîn jê diniqute -beqem beqem e xwîna zimên. Zer e ziman, her werzê Pûş(û)per e.
“Hay jê hebe, kul e zimanê min, kuliyan rahişte Zemanekî -ew zeman niha di devê min de kerme! Û guh bidêre vê zêmarê -ku zemên her jê xwarî- ku her Mar bûye li ser zarê min.
Min ziman bi kevir kir, bi ya avê kir min, ne gunehê min ev, ev ji Adem ma -ma dev nekiribû devê Hewayê -an ew sêv bû?” dibêje.
Wilo Xwehê... nola derwêşekî bêdestnimêj, wilo çêlî “valahiyê û dûrê” dike Dengbêj -rû atlasa sûrê...


