nivîseke zivêriyê -û ewil ji xwe!
Xweştir e wiha. Bêdeng û bêhis. Ne vir de û ne wê de, ne xira bike ne ava. Ne dahol û ne zirne.
Neke, çêneke. Çi pêdivî bi kirinê, bi çêkirinê heye, kê got? Tiştekî wiha tune, bêasas e. Derew e, hem jî ser û bin! Ev ne çîrok e û ne jî çîrçîrok e! Hebe hebe dereweke çîr e!
Çêkirina çi? Çi ji kirinê, çêkirinê tê; yê kir kir çi, çi bi ser çi anî? Bi ser de jî çi xwelî li serê xwe kir? Jixwe kê çi kir û çi çêkir, bi nav de danî... û esil xera kir. Û heta ku hinekan got; law law, law law... bir, mal li mîratê gerand û hasil di Mûsilê re deranî! ‘Çênekiro’ esil ‘çêkiro’ye!
Dest ji her tiştê bikişîne. Hîç tevnelive û nelivîne. Bitebite. Çi bi çi halî ye bihêl, bila wilo bimîne! Ji destnedanê û “nekirin”ê çêtir û wêdetir tune! Bihêl, tu tiştî û jiyanê nejî!
Ma ne her tişt bêwate ye? Wate tune, ku hebe jî tu yî, nekirina te ye!
Jiyan, jiyîn, liv? Çima, ji bo çi û ji bo kê?
Ne ku dibêjim wiha hatiye bila wiha biçe, na! Çawa hatiye bila wiha jî biçe. Te çi, jê! Qîr û bêtilmezî kiriye!


