logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Leşkerên Zîvîn

  • Dîrok: 14/02/2007


Ku roj nêzikî êvarê dibû kelecanek şêrîn xwe bera hinavên me dida. Ji bo xelaskirina kar em li ber derê gom û tewleyan bilez û bez dikakijîn; destên me li ber seqema êvarê bêhtir şixulkar dibûn, me zincîr û zurzeyên qeşagirtî bi ser tariş de pevdixistin û em ber bi deriyê malê ve pêsivik dibûn.

Me neqebê gav dikir, em dişûlikîn hundir û me derî ji paş ve dadida. Berfeke delal ji xwe re  hûr hûr bi ser gund de  dibarî û tariyeke gewr bi giranî li rûyê erdê vedinişt...
 
Ji bo çîrokan şevên dirêj û delal li benda me bûn. Lembe zû ditefiyan, dengê seyan wekî enstrumanek qewî herikbar ji dûr ve dihat guhên me... Wext bû; me yê lihêf bikişanda ser çavên xwe û me yê demê bi çîrokê bihingivanda...
 
Di wan şevên sar û dirêj de, tu cih ji nivînan bi ewletir, tu tişt ji kurepista di binê lihêfê de xweştir tunebû û tu tiştî tehma çîrokê nedida...Em zarok bûn û carna me dixwest em  çîrokên di keysa xwe de kat bikin... Siyabend û Xecê, Bedran û Huznîcanê û Têlîsiltanê çîrokên bi keder bûn. Çîrokên gur û rovî û keftaran jî ji dubarebûnê em aciz kiribûn. Me Mîrza Mihemed li nav çol û çolistanan, li ser pişta hespê wî dihişt û em dizîvirin jiyana xwe ya rojane û me li dora xwe çîrokên nuh çêdikirin. Mijar gelek bûn û leheng jî zû peyda dibûn. Me zor û zerpek nedîtî li mejiyê xwe dikir û me xwe disipart xeyalan.
 
Pêşî birayê min ê piçûk dest pê kiribû. Kêfa me ji cînarê me, Fexo re nedihat, yekî sermezin û dilhişk bû. Kengê kêfa wî bixwesta dikaribû bela xwe di yekî bida û dilê xwe lê rihet bikira. Tu kesek ku bikaribe pê re bajo ser sedê tunebû. Carekê wî û zilamên gund şer kirin, komek mêr bi bêr û daran lê bûn yek, lê wî kir ku yê sax ew bû ku ji mala xwe nehatiye. Piştî şer, zêdeyî deh zilam diranşikestî û pozpelixandî bi ser jinên xwe de vegeriyan. Berî ku ew dar lê werbikin, Fexo mîna boxeyek çavsor dihurmijî ser wan û serê qerase hewalê dev û pozên wan dikir. Kesî nema bawer dikir ku serê wî bişkê. Me di nava xwe de digot: “Dibe ku bikope, lê tu car naşikê”. Gundiyan navê “serker” lê kiribûn...
 
Werhasil, birayê min şerefek mezin jê re bexişand û wekî leheng ew ji çîroka xwe ya yekem re hilbijart... “Salek qet baran nehat, erd hişk bû, kanî û newal tev de ziwa bûbûn. Mirov û tariş dikirin ku ji tîbûnê bibehejin... Gundiyan rahişt kûp û satilan û ji çemê Mûradê av kişandin...Lê wisa çênedibû, alavek mîna tankêr mezin lazim bû, gundiyan biryar dan ku wê serê Fexo bikin tankêr. Çend peya rabûn qapaxa  serê wî birîn û bi ser cênîkê wî de daşilandin. Jixwe mejî di serî de tunebû, hinek kevir û dar û heriya navê jê paqijkirin. Lê siwar bûn û berê wî dan Çemê Mûradê. Fexo birin di çem de, li cîhek kûr qewimandin. Piştî ku ji qam de ket, qoqê vala yê qerase ji avê tije bû. Ji Fexo re gotin derkeve, Fexo derket, gotinê qapaxê bide ser û bimeşe wî qapax li ser ediland û meşiya. Fexo bûbû mîna dêwekî kedîkirî, xwediyan çi bigotanayê di cih de pêk dianî. Fexo bi gundiyan re ber bi malan ve giran giran berepêş dibû, erd di binê lingên wî de dihejiya. Ava ku Fexo anîbû ji bo heftê rojan qîma gundiyan dikir. Şahî ketibû nava malan; heftê roj û heftê şev şahî û dîlan li dar ket. Û çîroka min çû diyaran, rehme li dê bavê hazir û guhdaran...” Şevê çîrokek wisa û dû re xeyalên me ji sînorê gund borîn. Min artêşek leşker ji xwe re da hevdû û rojê pê diçûm herbekê. Di çîrokên me yên gelêrî de du dijminên mezin hebûn, yek jê hemû kesên ne bisulman (kafir) û yê din jî Şahê Ecem bû ku ji bavê berê de edûwê serê me bû. Serî pê re dernediket. Ew ê ku artêşa wî mîna mij û dûman radihişt ser gund û bajaran, ew ê ku hesin bi sarî badida... Min şevê artêşa xwe hildida û vedigirt ser bajarekî. Min neqeb li kelehan vedikir û min ew dixistin bin destê xwe. Welat nema ku min ala xwe lê bilind nekir. Nav û dengê min çû bi Çîn û maçînê ve derket. Dawiyê, min qasid şandin cem Şahê Ecem û min doza şerê giran lê kir. Ji destpêkirina şer du roj û du şev bi şûn de tiştê ku min didît ev bû: artêşa min belek bûbû û rev bi leşkerên min ketibû.
 
Ez çi serê we biêşînim, Şahê xedar keysa şer ji min vedizîbû û leşkerên min tevde şikestibûn. Ez mabûm û leşkerekî ma bû. Ev leşkerek zîvîn bû, loma jî şûr û riman lê hikum nekiribûn. Bişkokek bi qasî moriyek piçûk di pişta guhê wî de peyda dibû. Gava ku min pê lê dikir leşkerê min piçûçik dibû, bejna wî dibû bi qasî ya guleyek demançeyekê û min ew dixist berîka xwe. Heta wextekê ew bi tenê bû. Piştre min pê li bişkokê dikir, leşkerê min ji hevdû vediçixî û bi hezaran leşker jê derdiketin. Bi hezaran leşkerên zîvîn ên hûrik û xweşik. Li hember min rêz dibûn û li benda fermanên min disekinîn. Piştî ku karê wan diqediya, dîsa tevde diketin nava gewdeyê leşkerekî û min digirt û bera berîka xwe dida. Kêfa zarokan pir ji vê çîrokê re hatibû. Hingî ku min li ser vî leşkerê xwe çîrok û serencam vedigotin, hema bigire di wê baweriyê de bûn ku ez bi rastî jî xwedî leşkerek bi vî rengî me. Gava ku dixwestin ku wî bibînin, min rê didan ber û min digot rojek din.
 
Di wan rojan de bavê min ji hecê vegeriyabû û ji bo me hinek pêlîstokên xerîb  anîbûn. Lê piştî ku çavê min li kêra di berîka wî de ketibû min pêlîstok mêlîstok tev de ji bîrkiribûn. Leşkerê min ê zîvîn li ser destikê wê kêrê bû. Destikê ji camê ji herdu hêlan ve  hatibû verojtin û du peykerokên zîvîn ên piçûcik di navê de hatibûn bi cihkirin. Li hêlekê şêrekî, li hêla din jî leşkerekî... Min wext di ser re derbas nekir; hema min destik şikand û leşker jê derxist. Vê carê bi rastî di berîka min de leşkerekî zîvîn hebû. Ez ji malê derketim û beziyam nava zarokan û min leşker pêş wan kir... Devê wan mabû vekirî. Lehengê çîrokên min di nava destê min de, li ber çavên wan diçirûsî. Ji wê rojê bi şûn de min çîrokên hê jidil ji wan re vedigotin. Misqalek şik di dilê wan de nemabû...
 
Hêz û efsûnkariyek nedîtî di nava leşkerê min de veşartîbû. Yek dibû didu, didu dibûn sed û sed dibûn hezar. Pêdiviya min bi çi alavî hebûna wan pê re ew saz dikirin; dibûn zincîr, dibûn kund, dibûn erebok, dibûn pêpelûk ez pê hildikişiyam ser ezmanan, li ser Çemê Mûradê dibûn pir û ez derbas dikirim. Kin dibûn, dirêj dibûn, radikişiyan û bi yek fermanî re tev de diketin zikê yekî û ew yek jî xwe bera nava destê min dida.
 
Rojekê leşkerê min ê delal ji destê min filitî ket nava kayê. Ez bi rojan lê geriyam, lê min ew nedît. Vê carê bi rastî jî min artêş ji dest dabû. Min kir û nekir ji bîra min nediçû. Hê jî di bîra min de ye. Hê jî ku ez dikevim tengasiyekê leşkerên min têne bîra min û dilê min bi kurepistî hawara xwe digihîne wan. Carna ku çavên min girtî bin ew tên. Li dû min bi hezaran bi milyonan rêz dibin, em dikan û markêtan dişêlînin û pê sêwiyan têr dikin. Em dîwarên zindanan diqelêşin û girtiyan derdikin. Em cîhanek nuh û xweşik ava dikin û ez jî dibim yek ji wan.
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li Şaneşînê

  • 14 Adar 2010

Kê disekinîne vî şêrî, kête xezalê dabe berqefekêne fihêtî ye, ne gunehkarî;ji nisîbê xwe kê dibore, kê  bedena te fêkiyek...

Lavahî

  • 02 Adar 2009

Qerax bo xoşewîst Rifat Aryamasiyek bûm di zerya çavan depêlek narîn  ez avêtim qeraxêveder î dûr im j’ derya evînêhavîn zerirî di...

Çîroka hezar û yek şevê ya kurdan: Teyrê Elî

  • 04 Pûşper 2008

 Di derdorên wêjeyî de peyveke bi vî rengî naskirî û belavbûyî heye: Sînema zaroka romanê ye. Heger wisa be, nexwe diya romanê jî...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dilsoz: Tu nikarî xwendevanê xwe bixapînî

ad

Piştî kuştina Temo ji Parîs û Washingtonê bertekên tund

ad

Mûş û Mardin BB bûn reqîbên hev; Ji van yek wê were Lîga 1'emîn

ad

Mebûsên HDP'ê wêneyên Elçî vekirin

ad

Panelek: Piştî Êrîşê Helebçe

ad

Hozan Şiyar hat bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname