logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Li Bakur rewşa wêjeyê

  • Dîrok: 30/06/2012

Ev nivîs bersiva pirsa Helîm Yûsiv 'Gelo dema wêjeyê derbas bûye?' ye. Emê bikin li ser meseleyê rewşa Bakur raxin ber çavan.

Bi kurtahî: Li Bakur wêje namire, jê wêdetir pêş dikeve.

Piştî Helîm Yûsiv diyar kir ku di panela ku çûbû de beşdar hemû extiyar bûn, ciwan nîn bûn û pirsa xwe kir (1), Bawer Rûken bi gotina "Wêje stargeha giyanên bindest e" li ser meseleyê sekinî (2).
Em ji ser îstatîstîkan re meseleyê bigirin dest.
Di vê serdema teknolojiyê de gere wêje li paş biketa lê li nav kurdan de her diçe pêş dikeve. Sedem jî herhal ev ku em kurd hê ji wêjeyê têr nebûne, me bi têra xwe tehm nekiriye.

Weşanxaneyên kurd

Dema nivîskarekî/e kurd pirtûkek ji edîtorekî weşanxaneyên kurdan re dişîne, ew edîtor hezar carî digirî ku 'pirtûk nayên firotin, eleqe nîn e' û gelek tiştên wisa. (Dibe ku di hin waran de mafdar be jî, ji bo vê ev ne meseleya me ye) Digel vê yekê li nav kurdan her ku diçe hejmara weşanxaneyan zêde dibe. Îsal bi qasî ez dizanim du hebên din, weşanxaneyên "Zîbeq" û "Dîwan" li weşanxaneyên kurdan zêde bû. Herhal hejmara weşanxaneyan gihîşt 20'î.

Kovarên kurdî

Di qada wêjeyê de yek ji gavên ku ast û rewşa wêjeyê nîşan dide jî kovar in. Li dinyayê gelek nifş û ekol ji nav kovaran derketine. Ev hinek li nav kurdan jî wisa ye. Mînaka 'Nefşê Rewşen'ê. Û li nav kurdan di van salên dawî de, digel kovarên ku weşana xwe didomînin (wekî W, Tîroj, Nûbihar, Zend, Çirûsk) çend kovarên din li van zêde bûn ku ev kovar ji aliyê ciwanan ve hatin derxistin. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê "Pêngav" derxistin (weşana wê didome), yên Enqereyê jî bi navê "Asîva" kovareke derxistin ku ew jî weşana xwe didomîne. Li Cizîrê dîsa çend ciwan hatin ba hev û "Hawar Botan" derxistin. Her çiqas ji her 4 hejmarên derketî 3 jê hatin berhevkirin jî kovar hê li ser piyan e. (Ger min kovarên din ên xwendekaran ji bîr kiribin, min agahdar bikin ezê lê zêde bikim)
Ev rewşa xwendekaran rewşeke berevajî dîmena ku Helîm Yûsiv di nivîsa xwe de nîşan daye ye. Ne tenê ev, hin agahiyên din jî hene. Ew jî "Şêwrên Xwendinê" yên ciwanan in.

Şêwrên Xwendinê yên ciwanan

Di salên 90'î de li NÇM'a Stenbolê panel û sohbetên li ser wêjeyê eleqe didîtin. Piştî salên 2000'î van panel û sohbetan berê xwe da bajarên Bakur (zêdetir jî bi çalakiyên li nav festîvalan). Niha careke din li hin bajaran ciwan berê xwe didin nîqaşên li ser wêjeyê. Di van salên dawî de li Seyr-î Mesela li Stenbolê komek ciwan (jê hin xwendekarên zanîngehê, hin ne xwendekar) bi navê "Şêwra Xwendinê" xebatek li ser wêjeyê dabûn dest pê kirin û di her kombûnekî de pirtûkek nivîskarekî kurd dinirxandin.
Li Amedê jî komek ciwanan çalakiyeke wisa da dest pê kirin û van demên dawî de ez dibihîzim li Îzmîr û li Qoserê deng ji xebatên wisa tê.

Pirtûkên kurdî

Li gor îstatîstîkên ku ez amade dikim, di van 5 salên dawî de her sal hejmara pirtûkan ji salên berê zêdetir dibe. Piraniya van pirtûkan jî pirtûkên roman, çîrok û helbest in; kêm jê lêkolîn, nixandin, pirtûkên dîrokî û hwd in. Li gor îstatîstîkên li ber destê min, li gor dawiya gulana 2012'yan li Bakur 15 roman/novel hatine weşandin.

Dema em van bidin ber hev, em dibînin ku li nav kurdan wêje hê jî bi paş ve naçe, berevajî vê bi pêş ve diçe. Dîsa berevajî Ewropayê (li gor tiştên Helîm Yûsiv nivîsîre) li Bakur ji extiyaran zêdetir ciwan di nav vê qadê de ne. Dema em bala xwe didin guhdarên panel û gotûbêjan jî em ji extiyaran zêdetir em ciwanan û kesên ji temena navîn dibînin.

Lê ev tiştên me gotin dê çiqas bidome nediyar e. Bi rewşa kurdan a siyasî ve jî girêdayî ye. Mînak em bibêjin di nav 5 salan de li Bakur perwerdehiya bi zimanê kurdî dest pê bike (ez qala 'Dersa Hilbijêr' nakim, jixwe ez dijî vê me jî ku ev mijareke din e) wê çaxê dibe ku digel ciwanên li jor me qal kir, zarok jî dest bi xwendina wêjeya kurdî bikin. Mînak li Tirkiyeyê, li dibistanên tirkî "100 pirtûkên wêjeyî ku Perwerdehiya Neteweyî" pêşniyar kirine û dide xwendin hene. Ku li nav van digel hin klasîkên dinyayê gelek jê pirtûkên nivîskarên tirk e. Em bibêjin piştî 5 salan perwerdehiya bi kurdî dest pê bike û lîsteyeke wisa ji bo kurdî jî bê amadekirin gelo dê wêjevanên kurd ku heta niha ev kar domandine û zarokên ku nû dê dest bi dibistanê bikin negihên hev?

Bi gotina dawî: Heta niha têkoşîna siyasî ya kurdan li ser milê ciwanan bû. Bi wan dest pê kiribû û dom dike. Meseleya wêjeyê ya kurdan jî li ser milê ciwanan e. Ew kesên di salên 90'î de dest bi wêjeyê kirin û bû 15-20 sal vî karî didomînin hê extiyar nebûne, lê bi wan re, li dû wan nifşeke nû hat ku ev nifş niha dest bi afirandinê dike.

cemilo@diyarname.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çend kesî pere ji bo Amed Sporê şand?

  • 09 Gulan 2017

Ezê pêşî vê bipirsim: "Hûn çima alîkariya Amed Sporê nakin? û wisa bidomînim:Hema bibêje her kurd, kurdên ku ji sporê hez nakin jî ji Amed...

“The Bank Job”

  • 31 Adar 2008

 Li welatekî, prensesa wî welatî di şevekê de bikeve navbera du mêran û bi wan re bikeve cîhana pevşabûnê qet ne xema min. Ew bi dilê xwe ye û jiyan...

Çi eleqeya Merkel û Demîrtaş bi hev heye?

  • 01 Berfanbar 2016

Gelek hevalên min ên biaqil, hinek hem biaqil hem jîr hene. Ez bi saya wan heme. Dawiya hefteya borî, ji rojan roja yekmeşê bû, zingilê telefona min a destan lêda. Yek ji wan...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Avakarê derziyê: 'Sala bê dibe derziya Covid-19 biguhere'

ad

Serap Sonmez li Seyr-î Mesel e

ad

Hevdîtina Barzanî ya ligel MÎT, Erdogan û Davutoglu

ad

Berham Salih îstîfa kir, Barzanî tê cihê wî

ad

Amîdakurd nûçeya min bikar aniye lê...

ad

Ev kaset bi 58 hezar dolarî hat firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname