Azadiya welatekî, pêşkeftina welatekî ji rewşa zarokên wî welatî jî bi awayek tê fêmkirin. Her gav û pilansaziya ji bo jiyana zarokan tê avêtin di heman demê de xebera nifş û takekesên azad e.
Li Mêrdînê “Şanoya Zimzimê” ji bo zarok bi zimanê xwe bikenin, şad bibin, hînî pirsan bibin bi çalakî ne. Li vê cografyayê her tişt “mezin bûye”, her tişt “mezin” e, her qirarê mezin digirin, her gav ji bo mezinan tê avêtin. Ev di şêweyê de jî bi bandor e. Mîsal, em naxwazin fikir û hestên xwe yên hezkirinê, yên kêfxweşiyê derbibin ji lewre îhtimal e ku ev wekî şelafî jî were hesêbkirin! Em diavêjin dilê xwe, nexwe em ê ji mêraniyê de bikevin, karîzma biçe bi avê de. Halbûkî têkiliyek xweş û bi şêwe di heman demê de pêşî li şelafiyê jî digire. Ji ber ku kubarî û texdîr dibin mijar kes nikare kevir biavêje kesî! Ev û gelek rastiyên wisa bi karên hunerî û edebî re ciyê xwe dibînin. Huner û edebiyat berevajî bi tiştên “piçûk” re eleqedar in, şêweyek xwe hene. Kesa/ê bi hunerê bi karekter bûbe bi rihetî dikare li xwe mikur were, lêborîn bixwaze, hezkirina xwe bi serbestî li rû mirov der bibe. Balkêş e, kes ji bo lêborînê nexwazin xwe diavêjin heft kapê zorê.
Di zarokatiyê de însan bi hunerê re hevnas be karekter bihemd bêyî berjewendî û îedalên nepixî şikil digirin. Yên ku keda xwe ji bo zarokan didin hunermendên herî biqedir in.
Çîroka xebatên Zimzimê, bi straneke gelerî ya ji bo zarokan dest pêkiriye û navê komê jî ji heman stranê tê. "Zim zim yellî" bûye stran û navê komê jî "şanoya zimzimê" zarok dipirsin di stranê de:
- Barê kerê te çi ye lo, barê kerê te çi ye?
Şanoya zimzimê bersiv dide:
- Barê kerê min huner e, bare kerê min Şano ye.
Zarok careke din dipirsin:
- Barê dilê te çi ye lo, barê dile te çi ye?
Şanoya Zimzimê dibersivîne:
- Barê dilê min zarok in, barê dilê min hûn in.
*Şanoya Zimzimê ji 14 kesan pêktê û xebatên xwe mîna projeyeke didomîne. Di projeyê de sê xalê girîng hene: Zarok, çîrok û lîstik. Kom hewl dide ku serê xwe bi wan xalan re biêşine. Bi vê rêbazê xebata komê ya yekemîn bi çîrçiroka ajalan (fabl) ya bi navê "Pîrê û Rovî" ye. Şanoya Zimzimê roja 24’ê gulanê li Nisebînê, 4 ê pûşberê li navenda Mêrdînê wê bibe mêvanê zarokan ku kom di bin banê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanînê de cî digire.
KUNYE
Nivîskar/Derhêner: Bilal Korkut
Kostum û Dekor: Serpil Turk
Muzîk: Fevzî Koyuncu
Afîş: Samet Karaboga
Lîstikvan: Şenol Yakut, Pelin Yildirim, Mizgîn Daghan, Yusuf Çelik, Leyla Ergin, Hêlîn Karaca, Yasemin Barut, Ozcan Aydin, Çigdem Demîr, Hatip Ete, Fevzi Koyuncu


