logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Li ser zimanê Diyarnameyê ji bo baldariya çend nivîskaran

  • Dîrok: 16/03/2011

Her dem, ez gotinên xwe raste rast dibêjim. Carinan ez ji vê zirarê jî dibînim, bila...
Mesele ev e: Ez ji gotinên Îbrahîm Seydo Aydogan ên di facebooka wî de aciz bûm.

Wî, li ser zimanê Diyarnameyê tiştin nivîsiye.

Ez pêşî vê bibêjim: Ez her roj nakevim facebookê. Carinan hefteyê carekê, yan du caran.
Di 5'ê adara 2011'an de me di Diyarnameyê de nivîsa birêz Fêrgîn Melîk Aykoç bi sernavê "Netkurd malpera kê ye?"* weşandiye.

Aydogan di facebooka xwe de nivîs jî û pêre jî zimanê Diyarnameyê rexne kiriye.
Wê rojê, di serî de Aydogan, Salih Turan û gelek hevalên din tiştin gotine. Dawud (Rêwibar) bersiv daye, dûre nivîsên xwe jê biriye û hwd. Rojek din piştî Dawud ji min re got haya min jê çêbû.
Ev nivîsa ku ez niha dinivîsim min xwest ez wê çaxê binivîsim lê firsenda min çênebû.

Ez edîtoriya Diyarnameyê dikim. Ez ji bo debara xwe û ji bo lêçûyînên Diyarnameyê karek din dikim. Ji bo Diyarnameyê heta niha min ji tu derê qiruşek pere negirtiye. Carinan wisa karê min ê ji bo debarê çêdibe ez nikarim tiştek binivîsim, lê dîsa jî ez her roj çand saetên xwe miheqeq ji bo Diyarnameyê vediqetînim. Di nav geremoleke wisa de ez nikarim bikevim facebookê.

Em vegerin ser gotinên birêz Aydogan.

Wî wisa gotiye: "Yek ji malperên ku kurmanciya wê herî xirab e Diyarname ye. Hetta ez dikarim bibêjim ku ya herî xirab ew e. Ji ber ku hemû tewangên wan xelet in. Tew îcar devera ku neyê tewandin jî ditewînin. pirraniya hevokên wan jî bi hevoksaziya tirkî hatine avakirin. Yanî, gava ku ez dikevim wê malperê, zikê min diê$e û ulsera min tev radibe. îcar, zimanê xirab, stratejiya xirab, siyasî an wêjeyî, çandî, ti$tek jê ne diyar e."

Û tiştên wisa.

Ji ber ku piştî wê nirxandinê li ser du nûçeyên din ên Diyarnameyê jî tiştin nivîsandine.

Min karibû di facebooka wî de jî bersivê bidim, lê ez bi vî tiştî bawer im ku bêyî heqaret bê kirin mirov divê bikaribe kêmasiyên hev eşkere jî bîne ziman, ji hev re jî bibêje. Helbet ji bo pêşvebirinê.

Lê mixabin ez di vê nirxandina birêz Aydogan de pêşvebirinek nabînim. Ez raste rast nebêjim "Niyeta wî xirab e" lê hin tişt fikra min ber bi wir ve dibin. Ez çawa gihîştim vê encamê?

Niha ez vê bibêjim:

Ez vê sibê gere biçûma hevdîtineke lê min ji bo vê nivîsê ew betal kir.
Min pêşî li nivîsên Aydogan ên berê (di facebookê de) nêrîn ku berî vê nivîsê li ser zimanê Diyarnameyê tiştek nivîsiye yan na... Ez heta rezbera 2010'an jî çûm. Heta wê demê tenê nûçeyek Diyarnameyê di facebooka wî de cih girtiye. Ew jî li ser nivîskarê Postayê ye, tenê agahî daye, ne rexne, ne tiştek din.
Yanê heta 5-6 mehên berî niha jî rojekê li ser zimanê Diyarnameyê tiştek negotiye. Digel ku hema bibêje her roj di facebooka xwe de zimanê malperên din ên kurdan (herî hindik 4-5 malper) tişt nivîsiye, rexne kiriye.

Helbet hin pirs têne bîra mirov:
Di ew qas demê de te rojekê li ser Diyarnameyê peyvek jî negotiye, zimanê malperê wê roja ku nivîsa birêz Fêrgîn Melîk Aykoç weşand xira bû?

Ger zimanê Diyarnameyê "ji malperên kurmancî ya herî xirab e" çima rojekê te mailek neşand û negot: Hevalno zimanê xwe rast bikin.
Te di facebooka xwe de jî tiştek wisa neweşandiye.

Ger zimanê Diyarnameyê ew qas xirab e gelo kengê, li ku te gotiye ku ev ziman ew qas xirab e û te nirxandinek wisa kiriye. Gelo te kiriye ku haya me jê çênebûye?

Diyarname ji 21.04.2005'an ve weşanê dike. Niha tam nayê bîra min lê du an jî sê sal berê tu hatibûyî Stenbolê, me bi hev re xwarin xwaribû û te gotibû: "Hûn tiştên baş dikin, her bijî." Nizanim ev tê bîra te? Gelo heta wê rojê zimanê me baş bû û dûre xira bû?

Berî wê nivîs û nirxandinê tiştek nîn e, lê piştî wê nivîsê û nirxandinê, du nûçeyên din ên Diyarnameyê jî di facebooka Aydogan de bûn mijara nîqaşê, min ev nivîs nivîsî.

Em qala wan jî bikin:
Yek jê nûçeya li ser êrîşa li hemberî Îbrahîm Tatlises e. Ku piştî êrîşê hunermend İzzet Yildizhan axiviye, me wisa kiriye nûçe: "Yildizhan: Li bakurê Iraqê pirsgirêkên Tatlises hebûn"

Dema kêmasiyek min hebe ez her li xwe mikur têm. Di vê nûçeyê de kêmasiyên min hebûn. Ez bi "li"yan jî "di"yan jî baş dizanim. Tam di dema nivîsandina nûçeyê de ez gere bi lezgînî biçûma çapxaneyê (ji bo karê xwe yê taybet), bêyî ku ez lê vegerim û bixwînim min nûçe weşand û ez çûm. Di vegerê de min lê nêrî, min kêmasî dîtin lê min dest neda. Ez tu demê kêmasiyên xwe naparêzim. Wekî min got kêmasiyên wê hene, lê hin hevalan bêyî nûçeyê fêm bikin nirxandine.
 
Mînak dîsa di facebooka Aydogan de li ser vê nûçeyê Sidar Yigit şiroveyeke wisa kiriye:
"Kurdê ku binivîse bakurê Iraqê nizanim çi ye û hew."

Bêyî mirov nûçeyê bixwîne, binirxîne... Wisa dibe? Ka ez çi bibêjim?
Hema careke din vegere li nûçeyê binêre dê bibîne ku ji devê Yildizhan me gotiye "Bakurê Iraqê". Dema tu di nav neynûkê de bidî tu nikarî peyva kesî li gor xwe saz bikî. Ger birêz Yigit baş bixwenda dê bidîta ku piştî vê hevoka Yildizhan di heman demê de di nav kevanê de me wisa gotiye: "Qala başûrê Kurdistanê dike".
Herhal pêşdarazî tiştek wisa ye...

Gotinek jî ji bo Salih Turan. Birêz Turan jî di şirovayan de beşdarî rexneyên Îbrahîm Seydo Aydogan bûye. Em bibêjin zimanê Diyarnameyê xirab e. Çawa me ji Aydogan pirsî, ka em ji Turan jî bipirsin; ev 10 sal in tu min nas dikî, ji roja Diyarname dest bi weşanê kiriye ez baş dizanim wekî Aydogan tu jî Diyarnameyê her dişopînî û her dem jî em hev dibînin, ka kengê te li ser tîpek Diyarnameyê jî tiştek gotiye?

Herî dawî jî Aydogan li ser hevpeyvîneke Diyarnameyê ku sernav wisa ye; "Her ku em peyvikekê winda dikin em tanqekî teslîmî dijmin dikin" gotiye: "BI rastî jî kalo weha gotiye? De were û ji xwe re li vê kumanciyê!!!"
Xêra xwe li nava hevpeyvînê binêre tuyê bibînî ku ev gotina wî bi xwe ye yan na?..

Wekî gotina dawî:
Ger ji ber zimanê me "zikê hinan biêşe û ulsera wan rabe" xêra xwe bila lê nenêrin û nexweş nekevin. Em naxwazin ji ber weşana me kesek nexweş bikeve.
Yan jî bêyî bi salan bisekinin, keda ku ji bo malperên din dane/didin bila hinek ji bo Diyarnameyê jî bidin û zimanê Diyarnameyê baş bikin. Wekî din ez çi bibêjim...
Lê ger heta îro te li ser zimanê Diyarnameyê tiştek negotibe û bi ser nivîsekê (me li jor qal kir) re dest bi nirxandina ziman kiribe, ezê êdî li niyetê bigerim...

Tu demê ez ji rexneyê netirsiyame, tenê bila niyetbaş bin. Rexneyên li me hatine kirin jî me weşandine. Binêrin nivîsan Mazlum Dogan.** Di nivîsê de ligel gelek weşanên din rexne li me jî kiriye û me weşandiye.

Birêz Aydogan heta îro li ser zimanê Diyarnameyê peyvekê jî binivîsanda û bişanda bêteredud meyê biweşanda. Lê...

Em tu demê nabêjin zimanê me yê herî baş e, zimanê me gelek serketî ye. Miheqeq di nav zimanê me de jî kêmasî hene, dê hebin jî.

Zêde dirêj bû lê çend peyvên din jî em bikin:
Ji bo weşanan divê çend edîtor hebin. Kesek nivîsek weşand miheqeq divê kesek din careke din bixwîne ku kêmasî hebin bibîne. Xelq û alem wisa dikin. Hevalên ku tevî min di Azadiya Welat de xebitîn dizanin ku wê demê dema tiştek dihat nivîsandin kesek din dixwend, herî dawî jî kesek din tashih dikir. Yanê sê caran ew dihat xwendin (niha çawa ye ez nizanim).
Lê ez eşkere bibêjim derfeteke Diyarnameyê ya wisa nîn e, bila bê zanîn.

Û gotineke ji çapameriya tirk: Piştî 600 salan a dewleta wan, piştî 90 salên Komara Tirkiyeyê, dibistan û zanîngehan hê jî Hakki Devrim zimanê qunciknivîskarên xwe rexne dike.

cemilo@diyarname.com

 


*"Netkurd malpera kê ye?"
**Tirkîfîkasyona xwemalî di zimanê medyaya kurdî de li bakur


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Barzanî dikarin çend Amed Sporan bikirin?

  • 21 Pûşper 2021

Li ser Başûr, li ser rêveberiya Başûr heta niha gelek tişt hatine gotin, dê hê bêne gotin jî. Xwediyê vî quncikî jî heta niha gelek tişt gotine û...

Tirs

  • 27 Rezber 2019

Ev gotar jî bi qasî serê xwediyê vê gotarê tevlihev e. Her ku mesele tirs e jixwe jiyana wî di nav tirsê de derbas bûye. Lê divê em qebûl bikin ku  ew...

Kurdan 'Paşhilbijartin' hînê dinyayê kir!

  • 31 Tîrmeh 2024

Li dinyayê li welatekî dema hikumet dixitime, dema welat dikeve tengasiyê pêşhilbijartinê li dar dixin. Hikumeta nû karê xwe didomîne. Werin em binêrin ka li cem kurdan ev çawa dimeşe. Mijara me hilbijartinên Herêma...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Amedê hejmara avahiyên divê bêne xirakirin diyar bû

ad

Ji bo vê hefteyê 'Hit Man'

ad

Vaye strana fermî ya Kûpaya Cîhanê ya 2014'an

ad

Hejmara kayyuman gihîşt 70'yî!

ad

Ji bo sînemayê 'Roja Sînemayê ya Neteweyî' ava kirin

ad

Fînalîstek diyar bû dora yê din e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname